Giha dermanê hemû nexweşiyan e

Zerga Ebid El- Qadir bi salan e nexweşiyên ku bi zarokên wê re derdikevin bi gihayê xwezayî derman dike û her ku bihar tê ji xwezayê sûd digire.

RONÎDA HACΠ
Hesekê - Jina xwedawend her bi keşifkirina jiyanê hatiye naskirin. Jinan ji xwezaya li derdora xwe pêwîstiyên xwe yên jiyanê û bi taybetî jî dermanên xwezayî peyda û keşif kirine. Dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku jinan bi dermanên xwezayî zarokên xwe derman kirine û ji nexweşiyan parastine. Di civaka xwezayî de jin wekî bijîşk hatine naskirin. Heta niha jî li gelek welatan hîna jî dermanên xwezayî weke çareseriya yekem a ji nexweşiyan re tên bikaranîn. Ji bo dayika Zerga, dermanên xwezayî  çareseriya hemû pirsgirkên tenduristiyê ye.
Zerga Ebid El Qadir 58 salî ye û dayika 5 zarokan e, li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Ji zaroktiya xwe de dayika wê, ji gihayê xwezayî qut nedikir da ku wê ji nexweşiyan biparêze û rehet bike. Îro jî mala Zerga ji gihayê xwezayî qut nabe û bi vê rêbazê xwe û zarokên xwe ji pirsgirêkên tenduristiyê diparêze. 
"Dermanên xwezayî ji dermanên kîmyewî çêtir in"
Zerga diyar kir ku dermanên xwezayî ji dermanên kîmyewî baştir in û tu xeteriya wê li ser mirovan tune ye û wiha pêl da gotina xwe: "Di her gihayekî xwezayî de dermanê derdekî tê peydakirin. Dermanên kîmyewî di aliyekî de rehet dike û aliyê din de xeteriya wî jî heye. Çima? Em dibînin ku ciwanên niha ne wekî ciwanên berê bi hêz in, ji nexweşiyan re pir vekirî ne, ji ber ku dûrî dermanên xwezayî mane û ji nebatan bê sûd bûne. Ji bo parastina tenduristiyê pêwîst e mirov xwe ji gihayê xwezayî qut neke."
"Di her gihayek de şîfa heye"
Ji her gihayek di baharê de şîn tê Zerga jê sûd digre û bi wan pirsgirêkên tenduristiyê derman dike û der barê her gihayekî li gel xwe de agahî da: "Li gel min gelek giha hene û her gihayekî feydeyek mezin dide mala min. Gihasêvk û zeter berî ji bo zekemê ye, merwend ji bo êşa medê bi kar tînim, yansûn ji bo kolon e, qurincok ji bo rebû û bêhnçikandinê ye û gulên hîro ji bo îltihab û nermkirina qirikê bi kar tînim. Ev giha ji mala min qet kêm nabin. Her ku buhar tê ez diçinim û ji bo zivistanê jî hişk dikim. Ez dixwazim zarokên min pirsgirêkên tenduristiyê nejîn. Bila her kes di wê baweriyê de be ku her gihayê di xwezayê de şîn tê dermanê derdekî ye."
"Nexweşiya leşmanî bi giha derman dibe"
Nexweşiya leşmaniya ku li her derê belav bibû Zerga bi dermanên xwezayî re şifaya wê dî û got: "Nexweşiya leşmaniya nexweşiyek pir belav bibû, hebek di laşê mirov de derdiket û her ku diçû ji hestiyê mirovan dixwar, pir kes di riya dermanê kîmyewî û derziyan îlaca xwe kir lê di destê mirovek min de hat, min hineya xwezayî bi leymûnê nerm kir û heya bû wekî hevîr, paşê min hebê bi ava leymûnê dezenfenkte kir û hevîrê xwe danî ser destên wê, çend rojan min dubare kir ew heb ji ber xwe ve çû. Dema min wê derman kir ez pir kêfxweş bûm, ji ber ku min baweriya dermanê xwezayî di dilê wê jinê de da avakirin."
Zerga bang li civakê kir ku gihayê xwezayî bi kar bînin û erka her jinekê ye ku çanda dermanê xwezayî zindî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin bi xwezayê re girêdayî ye û xwedî ked û roleke pir mezin e di parastina civakê ji nexweşiyan lîstiye. Ji ber ku jin derman ji xwezayê keşf kiriye heya roja îro jî pê mijûl dibe. Ez hez dikim her tim gihayê xwezayî were bikaranîn da ku civakek saxlem û bi tendurist were avakirin."