“Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîlêdanê bê destpêkirin”

Digel ku hejmara bûyerên rojane li Amedê ji du hezarî derbas bû jî û nexweşiya Covîd-19 gihîştiye lûtkeya çaremîn, li nexweşxaneyan cîh nemaye. Yek ji rêveberên Odeya Tabîban a Amedê bijîjk Çagla Izcî, bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku dest bi kampanyaya derzîlêdanê bike û wiha got: "Heya lêdana derziyê tunebe, hûn çiqas tedbîran bigrin û dûre kêm bikin jî dema ku civakek bê derzî li cihên cuda werin cem hev, bêwate ye."

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed – Dema ku Covîd-19 li seranserê cîhanê bandora xwe belav kir, hat dîtin ku li welatên derzîlêdan lê hatiye kirin rihetbûnek çêbûye. Li Tirkiyeyê hejmara bûyeran her diçe zêde dibe, ji ber nebûna lêdana derziyan roj bi roj bandorek neyînî li jiyanê dike. Li parêzgehên herêmî yên wekî Amed, Sêrt, Elih û Çewlikê, ji ber pêşdaraziya li hember derzîlêdanê, hejmara bûyeran zêde bû. Digel ku nexweşxane hema tijî ne, di pergala tenduristiyê de tengasiyên cidî tên jiyîn. Li Amedê ku rojê 2,000 bûyer tên dîtin, nexweşên ku nivînek ji bo dermankirinê nabînin li beşa lezgîn tên dermankirin.
Bajar çaremîn pêla dijwar a pendemiyê dijî
Yek ji rêveberên Odeya Tabîban a Amedê bijîjk Çagla Izcî, bal kişand ku gel lêdana derzî wekî dermanek panzehîr dîtine û dilgiran bûne û virus xilas bûye. Derzî ji aliyê rêveberiya virûsê ve ji bo gel wekî mûcizeyek tê dîtin. Çagla Izcî diyar kir ku Amed yek ji pêvajoyên herî dijwar a nexweşiyê derbas dike û got ku derketina bê kontrol bandorek mezin li ser bûyeran kir.
"Nexweş di beşa lezgîn de tedawî dibinîn”
Çagla Izcî diyar kir ku rojane 2,000 bûyer li bajêr tên tesbîtkirin û got ku hemû nexweşxane tijî ne. Çagla Izcî der barê rewşa dawîn a bajêr de ev tişt got: “Zêdeyî sêsed nexweş niha li nexweşxaneyê tên dermankirin. Bi rastî bêtir nexweşên razayî hene lê piraniya wan li nexweşxaneyên din in. Nexweş neçar in ku li benda beşa lezgîn ên ku ji bo koronayê ne guncav in bisekinin. Wekî ku me di lûtkeya duyemîn de ceriband, rewşek bêtenduristi heye û hemû sewq sekinîn. Lênêrîna nexweşan gelek disekine. Dema ku yekîneyek nû ya beşa lezgîn tê vekirin, ew di nava roj de tijî dibe û nikare nexweşek nû bi cih bike."
 “Gel li ser girîngiya derziyê divê bi zimanê zikmakî were teşwîqkirin” 
Çagla Izcî destnîşan kir ku divê girîngiya derzîlêdanê ji bo mirovên li bajêr bi zimanê wan ê zikmakî bê vegotin û ev yek bi çûna cihê wan bê kirin û wiha got; “Li herêma me jî di mijara derzîlêdanê de pirsgirêk hene. Hûn îstatîstîkên li ser medyaya civakî dişopînin, niha Amed piştî Stenbolê ew bajar e ku herî zêde nexweşî lê hene. Divê ji mirovên li herêmê re girîngî û karîgeriya derziyê bi zimanê zikmakî bê vegotin. 
Perwerdekar dikarin hemû derziyên xwe lêbidin û pêvajoya perwerdeya xwe bidomînin. Lê dema ku em lê dinihêrin, dibînin ku di nav perwerdekaran de jî, rêjeya derzîlêdanê di binê ji sedî 50 de dimîne. Wezaretê bi kampanyayan girîngiya derziyê dernexist pêş.
 "Hemû wêneyên trajîk rastiyê vedibêjin” 
Çagla Izcî bang li mirovên li bajêr dijîn kir ku derzîlêdanê bikin û li gorî pîvanan tevbigerin, bal kişand ku hemû wêneyên trajîk rastiyê vedibêjin. Çagla Izcî axaftina xwe wiha domand: “Tu gotinên ku der bare derzîlêdanê de tên gotin spekulatîf nîn in. Divê ku kampanyaya derzîlêdanê ji bo gel bi zimanê yê zikmakî were kirin. Ji derveyî vê banga me ji bo gelê me heye. Em hêvî dikin ku ji derveyî hewcedariyên xwe yên ku sereke, bi taybetî dawet, serdanên malan an sersaxiyê û têkiliyên civakî bihêlin piştî pêvajoyê. Ev yek dê ji bo wan baştir û bi tendirustir be. Ji ber vê yekê em dibejin ku bila hay ji xwe hebin, pîvanên dûrahî û paqijkirinê bizanibin, pêk bînin. Heya lêdana derziyê tunebe, hûn çiqas detbîran zêde bigrin û dûre kêm bikin, dema ku civakek derzî li xwe nedabe li cihên cihê cuda werin cem hev, bêwate ye. Ev rewş li pêşiya civakîbûna gel jî dibe astengî. Em ji bo derzîlêdanê hem bang li wezaretê dikin hem jî li raya giştî dikin."