‘Di sala 2020’an de nêzî 13,4 milyon zarok pêşwext hatin dinê’

Li gorî rapora ku hatiye weşandin; Li seranserê cîhanê di sala 2020’an de 13,4 milyon pitik bi pêşwext hatin dinyayê. Ev rêje bi qasî 1 ji 10 zayinên zindî re têkildar e. Ji sedî 65’ê zayîna pêşwext li Afrîkaya Sub-Sahara û Asyaya Başûr çêbûne.

Navenda Nûçeyan – Derbarê pêşwext hatina dinê ya zarokan de Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê (DSO), Fona alîkariya zarokan (UNICEF) û nivîskarên dîbistana Tîba Tropikal ya Hijyena Londra raporek weşand. Raporê destnîşan kir ku li gorî texmînan 13,4 mîlyon pitik di sala 2020-an de pêşwext (berî 37 hefteyên tevahî ducaniyê) hatine dinyayê, ku bi qasî 1 ji 10 ji hemî zayinên zindî re têkildar e.

Divê lênêrîna zarokê pêşwext were bihêzkirin

Di raporê de amaje bi wê yekê kir ku welidîna zû yek ji sedemên mirinê zarokên di yek salî de ye. Ji bo zêdekirina rêjeya di jiyanê mana zarokan de, demildest pêwîstî bi hêzkirina li nêrîna welidîna zû heye. Di raporê de hate destnîşan kirin ku ên ku zû welidîne di demê mezin bûnê de ji derveyî nexweşiyên cidî, baliqî, kêm mezin bûnê, nexweşiyên kronik ên weke diyabet û kêmbûna dil di astek bilind de pêre peyda dibin.

Di rêjeya welidîna zû de kêmaniyên giring çênebûne

Di raporê de wiha hate gotin: “Di nava 10 salên dawî de, li tu cihên cîhanê de di rêjeye welidîna zû de kêmbûnek giring çênebûye. Di navbera salên 2010 û 2020’an de li gora kureya salane ya welidîna zû de rêjeya kêmbûnê tenê ji sedan 0,14 ye.” 

Ji seda 65’ê Sahraya bin Afrîqa û Asya Başûr

Di raporê de di derbarê welidîên zû ên di navbera salên 2010 û 2020’an de wiha hate gotin: “Di sala 2020’an de welidîninê zû ji sedan 65’ê wê li Sahraya bin Afrîqa û Başûrê Asya derketiye holê. Lê vêderê zarok ji sedan 13 zêdetir zû welidîne.”

Tendirûstiya xirab ya dayîkê û tîmarbûna kêm bandor dike

Di raporê de hate bi bîrxistn ku welidîna zû ne pirsgirêkek ku liwelatên dahata wan navend û kêm de ye, ev rewş li her cihê cîhanê bandorê li malbatan dike û wiha hate gotin: “Li Yunanistanê ji sedan 11,6, li ABD rêjeya ji sedan 10 welidîna zû hat jiyan kirin. Ev îstatîstîkane li hinek welatên dahata wan bilind de hat dîtin ku rêjeya ji sedan 10 zêdetire. Tendirûstiya xirab ya dayîkê û kêmaniya tîmarbûnê bandorê li welidîna zû dike. Zarokên ku zû di welidîn pêwîstiya wan bi lênêrîna taybet û eleqeyê heye.”

‘Divê bal bê dayîna ser gihandina xizmeta tendirûstiyê’

DSO di raporê de cih da hevdîtinan, direktora Enstituya tendirûstiya baliq, zarok û dayîkan Andhu Banerjee wiha got: “Zarokên ku zû di welidin, bi taybet li dijî komplikasyonên ku gefê li tendirûstiya wan dixwin bê parastinin. Pêwîstiya wan bi lênêrîn û elqeyek taybet heye.  Hêjmarên derbarê welidinên zû de û piştgiriya malbatên wan divê ji bo xizmetên heyî razandinên demildest bikin, bi taybet beriya dû caniyê û di dema dû caniyê de divê bal bê dayîan ser gihandina xizmeta tendirûstiya bi qalîte.”