Di meha Nîsanê de divê kîjan fêkî û sebze werin xwarin?

Komeleya Ramana Kesk ku dibêje "Em dikarin bi xwarina demsalî têkiliya xwe bi xwezayê re nîşan bidin", bi salnameya ku amade kiriye nîşanî me dide ka em ê di meha Nîsanê de çi bixwin

Navenda Nûçeyan- Bi pêvekên hormonan, dermanên kêzikan û teknîkên hilberîna ne xwezayî, hema  kengê em bixwazin em dikarin ji refikên sûkê bigihîjin her cure sebze û fêkiyan. Lê belê xwarina xwarinên di demsala wan de hem ji bo xwezayê hem jî ji bo tenduristiya me pir girîng e. Salnameya ku ji hêla Komeleya Ramana Kesk ve hatiye amadekirin careke din tîne bîra me ku em ê di kîjan demsalê de çi bixwin. Di peyama komeleyê de, wiha hatiye gotin; "Di meha Nîsanê de, dema ku hemû dar bi kulîlkên herî bedew şîn dibin û çûk jî melodiyên herî bedew distirên, em dikarin têkiliya xwe ya bi xwezayê re bi xwarina demsalî û bikaranîna sifir avetinê rêbazên ji bo armanca guncan nîşan bidin.”
"Xwarina demsalî çareseriya herî hêsan e"
Çareseriya hêsantir ew e ku mirov di demsalê de bixwe ji bo parastina xwezayê û xwezayîbûnê, bigihîje xwarina bê zirar, saxlem be, piştgirî bide hilberînerên piçûk ên herêmî, aboriya mala xwe biparêze û şopa karbonê kêm bike. Wekî din, rêjeya bikaranîna tovên hîbrîd, dermanên kêzikan û ziblên kîmyewî zêde dibe, ji ber ku fêkî û sebzeyên di demsala wan de nayên çandin ne bi hevkariya mercên xwezayî, dijberî wê bi şerê li dijî xwezayê tên hilberandin.
Sebze û fêkiyên ku divê vê mehê werin xwarin wiha ne:
"Marol, çavmark (kuşkonmaz), artîşok( engînar), Sîr, polik (bezelye), pîvaza şîn, papaz hilûk, porteqala Valensiyayê, behîvterk, baqil, pirpar, lelema sor / xemîr, kelema reş, tivir, (havuç) kelema Brukselê, lîmon, gezgez, kevar, şevketibostan û greyfûrt.”