Desteya Tenduristiyê ji nexweşiyên civakê re dibe derman

Di serdema rejîmê de hatibû paşguhkirin lê Desteya Tenduristiyê xwedî li nexweşiyên civakê derket û navendeke tenduristiyê, li Çiyayê Kizwanan ê girêdayî navçeya Til Temirê, di Adara 2021'ê de vekirin û ji civakê re bû merhema birînan.

SORGUL ŞÊXO 
Hesekê-Çiyayê Kizwanan yek ji herêmên ku herî zêde di serdema rejîma Baasê de, dihat paşguhkirin bû. Ji hemû aliyên wê ve taybet xizmetguzarî, tenduristî û xwedîderketina li civakê û mafên jinan. 105 gund girêdayî Çiyayê Kizwanan in, piraniya van gundan hema bêje dişibe nîvçolek. Ya ku herî zêde barê civakê giran kiribû, ew bû ku rejîma Baas nexweşiyên wan paşguh dikirin û girîngî nedida tenduristiya civakê. Piştî ku di sala 2012'an de rejîm ji Çiyayê Kizwanan derketin, çeteyên cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê êrîşî herêmê kir û ew dever xistin bin serweriya xwe.
Di operasyona Ş.Rûbar Qamişlo de ya ku hêzên YPG/YPJ'ê di sala 2016'an de, dabûn destpêkirin de ew herêm ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin û dîsa rûkenî vegeriya li ser lêvên dayik, zarok û kal û pîran. Ji ber xirabiya rewşa tenduristî li Çiyayê Kizwanan, Desteya tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ket nava liv û tevgerê ku bikaribe ji derdê civakê re bibe derman. Ji 2016'an de amadekariyê vekirina Navendeke Tendirustiyê li Çiyayê Kizwanan kirin, di Adara 2020'an de navend hat vekirin. Da ku em bêtir rewşa vê navendê nas bikin, me hevdîtin bi Berdevka Jin li Navenda Tenduristiyê li gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan Cîhan Ehmed re kir.
"105 gund bi navendeke tenduristî bû!" 
Cîhan rewşa civakê ya tenduristî ya beriya 2010'an ve wiha bi bîr xist û got: "105 gundên girêdayî Çiyayê Kizwanan bi dehan salan, tenê bi navendeke tenduristî bûn. Lê ew navenda ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve dihat birêvebirin, girîngî nedida tenduristiya civakê û nexweşiyên wan paşguh dikirin. Saxlemiya canê civakê ji rejîma Baasê re ne xem bû. Gelek rewşên mirinê jî ji ber vê yekê û paşguhkirina wan çêbûne."
"Di salên hebûna DAIŞ de, derûniya civakê ber bi xeterê ve çû"
Cîhan behsa bandora hovîtiya DAIŞ’ê li ser derûniya civakê li Çiyayê Kizwanan kir û wiha domand: "Di 2016'an de piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, pêwîstiyeke demildest hebû ku navendeke tenduristiyê were vekirin. Di salên ku DAIŞ li herêmê serwerî dikir, civak bi gelek nexweşiyan re rû bi rû man, yek ji ew nexweşiyên ku heya niha jî jin, zarok û hwd. pê re rû bi rû dimînin, nexweşiyên derûnî ne. Ji ber ku herî zêde bi qetilkirin, serjêkirin, revandin, bi kêr û şûran kes serjê dikirin, helbet ev bûyer jî bandoriyeke wê li ser derûniya civakê bi rengekî neyînê da çêkirin. Ji lewre Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê dest bi amadekariyên vekirina navendê kirin û bi awayekî fermî di Adara 2020'an de deriyê xwe li pêşiya civakê vekirin."
"Navend ji du beşan pêk tê"
Cîhan da zanîn ku Navenda Tenduristiyê ya ku hatiye vekirin ji du beşan pêk tê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Beşa tenduristî û derûnî li hev temam dike ji lewre navenda me ji du beşan pêk tê Beşa Tenduristî û beşê derûnî. Du bijîşkên beşa Tenduristiyê hene, dapîrek ango (Qebîle) heye ku jinan biwelidîne û hemû nexweşiyên girêdayî jinê ye. Du hemşîre û dermanxane heye. Derman ji Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê tê her wiha Rêxistina Bijîşkên Cîhanê jî alîkarî dide ku civaka Çiyayê Kizwanan neçar nemînin ku biçin derve dermanên xwe bikirin. Heya asteke pir baş em dikarin ku nexweşiyên civakê derman bikin û bijîşk, derman û hemşîreyên me jî têrê dikin."
"Nexweşên derûnî ji yên tenduristiyê zêdetir in'
Cîhan da xuyakirin ku Rêxistina Bijîşkên Cîhanê girîngiyê dide derûniya civakê û wiha pêl da gotina xwe: "Rêxistina Bijîşkên Cîhanê ji beşa tenduristî zêdetir girîngiyê dide beşa derûnî û derûniya civakê. Derman û broşuran tînin û em li gundan belav dikin. Piraniya kesên nexweş ku em wan pêşwazî dikin, nexweşiyên wan ne tenê tenduristî ne lê derûniye jî. Ji ber ku dema bijîşk kesa/ê nexweş lê dinêre, tehlîl ango fîlman jê dixwaze, her tişt normal derdikeve, wê demê nexweşiya wê/î ne tenduristî ye, derûnî ye bêguman. Ev yek jî sedema ku ji bandorbûna hovîtiya DAIŞ'ê, şer û serjêkirina ku çend salan li vê herêmê dirêj kiriye, tê."
"Plansaziya demên pêş a Navenda Tenduristiyê" 
Cîhan di dawiya gotina xwe de plansaziyên navenda tendursitiyê yên demên pêş wiha anî ziman: "Ji ber hejmara nexweşan em ê navenda tenduristiyê berfireh bikin her wiha 24 saetan wê deriyê navendê vekirî be, ji bo rewşên lezgîn. Ji ber ku nexweşên herî zêde jin in, em ê bijîşkeke jinan bînin. Her wiha navendekê ji bo girtina tehlîlan û fîlman jî çêbikin."
"Bijîşk û hemşîre bi germahî nexweşan pêşwazî dikin"
Li aliyê din jina bi navê Nesrîn Mûsa ku zaroka xwe anî ye navendê der barê pêşwazîkirina bijîşkan de got: "Em îro hatine navende tenduristiyê, bijîşk û her kesê di hundir de, bi germahiyeke zêde em pêşwazî kirin. Li nexweşên xwe miqate ne û girîngiyê didin rehetiya nexweşan."