Cezayîr salane 1500 bûyerên nû yên penceşêra zarokan tomar dike

Seroka Komeleya Neteweyî ya Dermankirina Zarokên bi Nexweşiya Penceşêrê, Nabila Boterfas ragihand ku Cezayîr salane 1500 bûyerên nû yên zarokên bi nexweşiya penceşêrê ketine digirin bin qeyîdan.

Cezayîr- Bi bûneya Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî penceşêra zarokan ku ev roj dikeve 15'ê Sibatê, Komeleya Netewî ya Dermankirina Zarokên bi Penceşêrê Nabila Boterfas ragihand ku Cezayîr salane 1500 bûyerên nû tomar dike û destnîşan kir ku ji sedî 75 bûyerên nexweşiya penceşêrê ku zarok pêne ji bo dermankirinê û rizgarkirina ji vê nexweşiyê vekirîne.
"Pêdiviya zarokên bi penceşêrê bi nexweşxaneyek tendurist heye"
Nabila Boterfas bal kişand ser wê yekê ku nebûna nexweşxaneyên baş û kêmbûna bijîşkan ji bo dermankirina zarokên bi penceşêrê li Cezayîrê, astengiyek mezine li pêşiya lênihêrînê ye û nexweşxaneyên heyî jî kêm in ne li gorî zêdebûna hejmara nexweşane.
Li gorî amarên ku Nabila Boterfas pêşkêş kirin ku zarokên bi nexweşiya El-Trîzomîa yên ku temenên wan di navbera 2 heya 4 salî herî de zêde bi nexweşiya penceşêra Ellwekîmîa re rû bi rû dimînin ku pêwistiya vî beşî bi şopandina taybetî heye.
"Belavbûna koronayê jî zarokên bi penceşêrê zêdetir bandor kiriye"
Nabila Boterfas bal kişand ser wê yekê ku belavbûna koronayê bandor li ser rewşa zarokên bi penceşêrê kiriye. Ji ber nebûna servîsên di navbera bajaran de, di heman demê de bandora rewşa darayî ya gelek malbatan û kêmbûna berçav a kadroyên tenduristiyê û nebûna dermanan ji ber kêmbûna diravî, bandorek neyinî li ser zarokên bi penceşêrê kiriye.  
Nabila Boterfas diyar kir ku nexweşxaneyên penceşêrê yên ku ji bo kesên mezin hatine destnîşan kirin dermankirina zarokên bi penceşêrê napejirînin, ji ber nebûna tecrûbeyên bijîşkan di dermankirina zarokan de û tekez kir ku dem hatiye ku bijîşkên pispor ji bo dermankirina zarokên bi penceşêrê ava bikin û wan perwerde bikin.