Bi giyayên xwezayî, dermanê nexweşiya şekir çêdike

Şîraz Silêman bi giyayên xwezayî dermanê nexweşiya şekir çêdike û dermanên xwezayî yên ku ji giyayan çêdibin, ji bo gelek nexweşiyan derman in.

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Her çiqas tib bi pêş bikeve jî nagihîje asta tiba xwezayî ji ber ku tiştên ji xwezayê tê çêkirin sûda wê misoger e. Ji dîrokê heta niha jin ên ku zêdetir bi xwezayê re dijîn, dibin xwedî tecrube û ev yek dibe sedem ku ji xwezayê berhemên bi feyde bigrin û pêşkêşî civaka xwe bikin. Lê bi demê re çawa ku pergala desthilatdar a mêr hemû keda jinan dizî,qada tibê jî ji dest jinan girt. Piştî pêşketina teknolojiyê û pergala kapîtalîst tib yekcar ket destên pergalê  û heta niha jî ji bo sermayeyê tê bikaranîn. 
Jin weke bijîşka yekem a mirovan tê naskirin, ji ber vê yekê heya roja me ya îro jî gelek jin karê bijîşkiya xwezayî dikin û gelek nexweşiyan jî bi dermanên xwezayî tedawî dikin. Jina bi navê Şîraz Silêman a 40 salî, dayika 4 zarokan e û li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dijî. Şîraz cihê xwe di Komîteya Tendirustiyê ya Rêxistina Kongra star de digre. Şîraz li kêleka karê xwe dermanên xwezayî çêdike. Şîraz di encama berhevkirina giyayan ji nexweşiya şekir e dermanek xwezayî keşif kir. Şîraz der barê dermanê ku çêdike de nêrîna xwe parve kir. 
"Xweza berhemên xwe nîşan dide"
Şîraz Silêman girîngiya xweza û sûdên wê wiha tîne ziman: "Divê ku mirov li koka xwe vegere û wiha jiyana xwe bi rêve bibe. Di dema borî de dayik û dapîrên me bi xwezayê re dijiyan û îro em çanda wan didomînin. Dema mirov bi xwezayê re bijî eleqederbûyînek mezin derdikeve pêşberî mirovan û xweza jî berhemên xwe nîşanî mirovan dide. Lewma ez dixwazim bi dermanên xwezayî careke din vegerim bingeha xwe. Dema mirov ji xwazayê dûr dikeve her dem nexweş dikeve. Ez wek dayikek bi awayekê zanebûn, têgihîştin û lekolîn vî karê dikim. Her wiha mirov bi dermanên xwezayî gelek feyde digire lê dema mirov dermanên kîmyewî bi kar tîne hem pir zêde pere dide, hem jî feydeyên wê demdirêj nabîne loma divê em qîmeta tiştên ji xwezayê tê peydakirin bizanibin."
"Ji giyayê hilbê dermanê nexweşiya şekir çêdike"
Şîraz behsa giyayê ku ji bo nexweşiya şekir keşif kiriye wiha qal dike: "Dermanê ku ez ji bo nexweşiya şekir çêdikim pir bi hêsanî tê çêkirin. Ez dermanê ji giyayê hilbê çêdikim. Hilbê nîv kîlo dikirim û 4 ango 5 caran bi kar tînim. Hilbê jî li hemû dikanên giyayên xwezayî tê firotin. Hilbê dermanek xwezayî ye û di hundirê hilbê de genim heye û ez di destpêkê de hilbê baş dişom, paşê di nava beroşê de dikelînim. Dema tê kelandin divê rengê wî zer bibe û piştre ez di bêjingê re derbas dikim, ji av cuda dikim. Piştî ku hilbê sar dibe em dixin şalşalan. Dema dermanê me amade bû bi awayekê rêk û pêk divê di rojê de sê bardax piştî xweranê were vexwarin. Dema mirov rêk û pêk bi kar bîne elbet sûdên wê dibîne. Feydeya vê dermanê ji nexweşiya şekir re gelek heye. Ev derman ji bilî nexweşiya şekir ji bo stres, sancî û ji bo kevirê gurcîkê re gelek baş e.Em dixwazin ev tişt weke çandekê di nava civakê de belav bibe. Di roja îro de gelek texrîbat di qada tendursitiyê de di bin navê tedawiyê de çêbûne. Bi dehan dermanên ku bingeha wan ne diyar e derketiye pêşberî mirovan. Şûna ku ew dermanên kîmyewî mirovan baş bikin, berovajî ji hêz dixe û bê parastin dihêle."  
"Kesên bi nexweşiya şekir ketin, gelek sûd ji hilbê girtin"
Şîraz da zanîn ku ew dema dermanên xwezayî çêdike di destpêkê de bi xwe bi kar tîne û dema sûdê wê dibîne belavê kesên nexweş dike û wiha pêde çû: "Ji bo ku em civakek saxlem ava bikin, em di aliyê tenduristiyê de gelek lêkolînên baş ji xwezayê çêdikin. Li gel peydakirina dermanê şekir, min ji bo weşandina por jî derman çêkiriye. Dema em dermanên xwezayî çêdikin, di destpêkê de em bi xwe diceribînin, dema sûda wê hebe em li nexweşan belav dikin. Dermanê ku me ji bo nexweşiya şekir çêkiriye, nexweş gelek jê razî ne û razîbûna wan me jî kêfxweş dike. Bi rastî jî dema mirov dermanên xwezayî sûd werdigire, dikeve wê ferqê ku gelek ji dermanên kimyewî baştir e. Her wiha dema em dermanê çêdikin, pere ji kesekê nagirin. Ji ber armanca me ji vê karê ew e ku em civakek saxlam ava bikin û bi dermanên xwezayî xwedî li tenduristiya civaka xwe derkevin. Banga min ji her kesê re ew e ku dev ji dermanên kîmyewî berdin û berê xwe bidin dermanên xwezayî. Divê di serî de jin parastina çanda xwe bikin. Her wiha divê çandên cuda û biyanî li me bandor nekin û em çanda xwe di her xweşî û zehmetiyê de biparêzin. Dema mirov behsa çanda jinan dike, dibîne ku gelek dewlemend e û vê dewlemendiyê, jin dikarin biparêzin. Her wiha gîha ji parçeyek jiyanê me ye loma divê em bi xwezayê re bijîn û wê ji her tiştî biparêzin."