Şer, krîz, nûçe û bandora wan a li ser zarokan
Nûçeyên şer, çalakiyên protestoyî û krîza aborî bûne perçeyên jiyana rojane ev yek jî dibe sedem ku li ser zarokan bandorên neyînî çêbibe. Ji ber dîmenên ku dibînin, bi şev nikarin razên, xewnereşkan dibînin û her dem pirsa “dê şer dîsa destpê bike” dikin
MAHIYE RUSTEMÎ
Ciwanro – Derûnînas diyar dikin ku dema zarok her dem li nûçeyên şîdetê temaşe bikin û bi krîzên civakî re rûbirû bimînin, nexweşiyên weke xirabûna derûniya piştî travmayê yan jî nexweşiyên kronîk ên derûnî bi wan re çêdibin. Tirsa mayînde, xewnereşk, hêrs, kêmbûna baldariyê û guherînên tevgerê xwe didin der.
Li gorî encamên lêkolîna tendirustiya ruhî ya neteweyî, nêzî ji sedî 22 zarok û ciwanên di navbera 6 an jî 18 salî de, pirsgirêkên ruhî yan jî tevgerê bi wan re çêdibin. Van pirsgirêkên wan zêdetir bi fikar an jî bêîstîqrariya hestiyarî ve girêdayî ne. Di vê rewşê de dema ku zêde rastî nûçeyên krîz û bêewlehiyê tên, pirsgirêk dijwartir dibin.
Tevî vê jî li gelek malan axaftinên rojane hê jî li ser şer, enflasyon û bêewlehiyê ne. Zarok di rewşeke wiha de her çendî bi xwe di nava vê sohbetê de nebin jî; tiştên tên axaftin dibihîsin. Pispor balê dikşînin ku li malê awayê vegotina nûçeyan û sohbetên li gorî temenê zarok, di kêmkirina zirarên derûnî de roleke diyarker dilîze. Diyar dikin ku dema nîşaneyên fikaran bên dîtin serlêdana derûnînasiya zarokan, dikare pêşî li domdariya pirsgirêkê bigre.
Li dibistanan kêmasiya hevgirtinê
Tevî malbatan yek ji cihên ku bandorê li ser derûniya zarokan dike dibistan in lê ji ber ku pergala perwerdeyê li ser serkeftin û reqabetê zêdetir disekine, bi taybetî zarokên di dibistana seretayî de ji aliyê başbûna derûniyê ve dikevin plana duyem. Kêmbûna personelên pispor û ji ber ku xizmetên rehberiyê zêdetir di xwendina navîn de (ji bo hilbijartina qadê û mijarên azmûnên zanîngehê) zêde dibin, zarokên diçin dibistana pêşîn, ji xizmetên derûnî bêpar dimînin. Li cihê ku divê di salên destpêkê yên perwerdeyê de mudaxelyên derûnî baştir bin, ev kêm dimîne. Ger wisa nebe dikare di pêşîgirtina pirsgirêkên civakî de roleke bingehîn bilîzin.
Biryarên ku li hinek dibistanan tên girtin jî li cihê ku fikaran kêm bikin, zexta derûnî zêdetir dikin. Li gorî nûçeyan telefonên berikê yên xwendekaran her dem tên kontrolkirin; ev yek li cihê afirandina hesta ewlehiyê dibe ku hestên ji ber kontrol û fikaran zêde bike.
Li aliyê din ji ber kêmbûna pisporiyê û xebatên hinek navendên bê kontrol, nîşan didin ku tora desteka ji bo tendirustiya zarokan hê jî bi gelek zoriyan re rûbirû ye.
Her wiha hinek xwendekar ji hevdîtinên ku bi şêwirmendên dibistanê re kirine bi fikar in. Ji ber ku mijarên şexsî bêyî agahiya malbatê tên ragihandin, baweriya zarok dişkê û careke din naxwaze serlêdan bike.
Kêmbûna zanîna malbatan bandorê li ser zarokan dike
Li hinek herêman, serlêdana derûnînas hê jî di civakê de tiştek şerm tê dîtin. Gelek malbat, di demê de dikarin ji pirsgirêkên derûnî yên zarok re bibin bersiv, nîşaneyên fikar, depresyon an jî êrîşkariyê yan cidî nagirin an jî xwezayî dibînin û bi pêşketina temenê zarok ve girê didin. Axaftinên der barê zoriyên madî, şîdet an jî mirinê de bêyî ku ji bo zarok baldarî hebe, rê li van pirsgirêkan vedikin. Bi van ve girêdayî, ji ber ku zarok li nûçeyan temaşe dikin û bi hêsanî dikarin medyaya dîjîtal bi kar bînin, serê wan tevlîhev bi fikarên ji temenê wan mezintir mijûl dibe.
Dayika zarokek 10 salî Rizvan wiha dibêje: “Di rojên şer de keça min bi şev ji xew vediciniqî, şiyar dibû, newêribû tenê bimîne. Her dem pirsa ‘dê dîsa şer derbikeve’ dikir. Demek hinek baş bû lê piştî ku çalakiyên protestoyê destpê kirin, nûçeyên şîdetê belav bûn fikarên wê dubare bûn.”
Rewşa heyî fikarên zarokan zêdetir dike
Fikara zarokan tenê bi nûçeyên şer re bi sînor nîn e. Zextên aborî jî li ser derûniya wan bandorên cuda çêdike. Dayîka Zanyarê 12 saslî guherînên bi kurê wê re çêbûne wiha vedibêje: “Êdî pereyê xwe xerc nake. Naxwaze ji bo xwarinê tiştek biçûk jî bikire û ji fikara wî ew e ku di malbatê de pirsgirêkên madî derbikevin.”
Li gorî dayîka wê Zanyarê ku berê zarokek kêfxweş û civakî bû, niha her dem der barê pirsgirêkên aborî de ji malbatê tiştan dipirse û naxwaze tiştek ji xwe re bikire. Tevgerên wiha nîşan didin ku zarok di temenê biçûk de jî dikevin ferqa pirsgirêkên aborî û ev yek dibe sedma hesta bêbawerî û fikarê.
Nabe ku rewşa tendirustiya derûnî ya zarokan were îhmalkirin. Di vê pêvajoya ku nûçeyên krîzê bênavber tên dubarekirin de dibe ku gava yekem, ew be zarok ji vê fikara civakî werin parastin. Pêdiviya zarokên ku bi pirsa “Dê dîsa şer derbikeve” dikevin xewê, ne temaşekirina nûçeyan, mercên bi ewle ne.