Êşa ku nayê vegotin: Çîrokên jinên bi bêdengiyê êşa reglê dijîn
Tabûyên der barê dema reglê de, gelek jinan neçar dikin êşên xwe ji malê heta cihê kar li her qadê veşêrin. Ev jin carna heta daxwaza bêhnvedan an alîkariyê ji bo kêmkirina êşên wan gelek zoriyan dikşînîn.
SARA PÛRXEZARÎ
Kirmaşan – Êş dibe sedem ku rengê mirovan biguhere û pêleke êş û azarê ya tûj û ji nişka ve hemû bedenê bigre. Lê cesaret nake ku destê xwe bide cihê diêşe. Ew dizane ku tevgerek wê ji bo ferqkirina vê rewşê ji aliyê hemû kesan ve têrê dike. Her cara ku ji ser kursiyê radibe, bi stres lê dinêre, hêvî dike lekeyek xwînê li dû xwe nehiştibe û kes wê ferq neke. Di nêrîna pêşîn de, ev sehne dişibe sûcdarekî birîndar ku hewl dide ji polîsan rewşa xwe veşêre.
‘Êşeke ku divê bê veşartin’
Jinên li çar aliyên cîhanê hema bibêje 30 salên jiyana xwe her meh reglê dibînin. Ev ezmûnek bi temamî biyolojîk û xwezayî ye, beşek ji awayê pergala bedenê ye. Lê belê ev rewşa asayî di gelek civakan de ji ber pergalên mêrsalar û tabûyên kûr di jiyana jinan de bûye yek ji demên herî dijwar. Jin ne tenê neçar in êş, guhertinên hormonal û stresa bedenî tehemul bikin, di heman demê de neçar in bi hostatî vê pêvajoya xwezayî ya reglê ku weke tişteke şerm û nexweş tê dîtin veşêrin.

‘Mafê me heye ku ji bo rewşa reglê destûr hebe’
Lily Q. ku li cihê kar ezmûneke wisa jiyaye wiha dibêje: “Ez li ofîsê tekane jin im. Carekê, di demjimêrên kar de ez regil bûm û hemû bedena min êşiya. Êş wisa dijwar bû ku min hîs dikir bedena min ji hundir ve teng dibe. Lê dîsa jî min cesaret nekir ji bo êşa min sivik bibe, çayekî giyayî bixwazim. Ez nikaribûm destûr jî bigrim. Ji ber ku dizanibûm dema daxwaza destûrê bikim dê rêveberê cihê kar du saetan lêpirsîn bikira û ez nikaribûm bibêjim regil bûme. Ez her meh vê rewşê dijîm. Mafê me ye ku em ji bo vê rewşê destûr hebe û neçar nebin di rojên ku em diêşin de karê giran bikin. Mixabin, li cihê kar, ne tenê em nikarin destûrê bigrin an jî êşa xwe diyar bikin, em cesaret nakin şûşeyek çaya giya jî vexwin.”
Dema êşa jinan cidî nayê girtin
Mêrsalarî ne tenê di asta makro de di pergala civakî de xwe nîşan dide, xwe di ezmûnên rojane û berfireh ên jinan de jî dide der. Gelek jin di dema reglê de ji derveyî êş û westandinê, hewl didin nîşaneyên rewşa xwe ya fizîkî veşêrin. Carna wisa ye ku bêhnvedan an kêmkirina tevgerê ji bo wan zor e. Wekî ku tehemulkirina êşê beşek ji karê wan ê rojane be. Ev zexta veşartina êşê û berdewamiya xebatan, rewşek e ku gelek jin pê re rû bi rû dimînin.
‘Ez vê pêvajoyê bi êşên giran derbas dikim’
Setareh S. ku her meh bi êşên giran ên reglê re têdikoşe wiha got: “Ji dema ku ez regil bûme ve heta niha, vê pêvajoyê her dem bi êşên giran derbas dikim. Ji ber vê, ji bo ez bikaribim karên xwe yên rojane bikim, bi gelemperî divê Gerofen bi kar bînim an jî derziyên hyoscine bistînim. Ev rewş piştî zewacê jî berdewam kir lê hevjînê min êşê normal nedît û her dem bi gotinên xwe min biçûk dixist digot; ‘Ger min bizanibûya pirsgirêkek te ya wiha heye, ez qet bi te re nedizewicîm.’ Xesûya min jî her carê bi dengekî şermezar digot; ‘Dema me ya reglê ne wiha bû, her kesê xwe li ber êşê digirt.’
Tepeserkirina êşê xelet e. Ev rewş dikare di pêşerojê de rê li ber anîna zarokan bigre. Gotinên xesûya min bûn sedem ku hevjînê min derziyê li min qedexe bike. Mîna ku bedena min û êşa min kişandiye pirsgirêkeke ku kesên din li ser biryar bidin be. Niha, her meh ez êşa ku digihîje asteke wisa ku ji ser hişê xwe biçim dikşînim. Tevî vê jî wekî ku kes min fêm nake, hevjînê min di wan rojan de li benda min e ez xwarinê çêbikim, karên malê bikim û heta mêvanan di wan rojan de pêşwazî bikim.”
Têgihiştina xelet dibe sedem ku jin bên darizandin
Di gelek têgihîştinên çandî yên xelet de, êşa reglê ji pêvajoyeke xwezayî zêdetir, wek nîşaneya êş an binpêkirina exlaqî ji bo jinan tê şîrovekirin. Ev têgihîştina xelet dibe sedem ku jin li şûna girtina piştgiriyê, bên darizandin û şermezarkirin. Ev zext ji bo keçên nezewicî dijwartir e. Ji ber ku di hinek kevneşopiyên xelet de êşa reglê ji bersiveke biyolojîk zêdetir, wekî nîşaneya zayenda keçan dibînin. Ji ber vê tê bawerkirin ku divê ew bi berdewamî ji hêla malbatê ve bê tepeserkirin. Têgihîştineke wisa ne tenê bingeha nebûna zanistê ye, di heman demê de dikare ezmûna xwezayî ya bedenî, veguherîne qada darizandina exlaqî û ev jî ji bo keçan dibe ku nerehetî be, wan bixe nava çerxa zexta psîkolojîk û darizandinê.
‘Gelek nexweşên min hene’
Jinekolog Elah R. ku li Kirmaşanê dixebite, derengketina dermankirinê ya ji ber tabûyên civakî wiha tîne ziman: “Gelek nexweşên min ên ji ber êşa reglê ya mehane êşê dikşînin hene. Lê dayîk dibêjin ‘Keçek ku nezewicî çawa dikare êşek wiha bijî?’ ye.
Ev pirs nîşana tabûyê ye ku bi salan e li ser bedena jinan maye û bûye sedema tepeserkirina êşê. Di gelek rewşan de, keçên ciwan bi kîstên hêkdankê yên pêşketî ku sedemek sereke ya êşa wan a domdar û acizker e, serî li klînîkan didin. Lê belê ji tirsa nêrînên derdorê û tirsa fikrên xelet ên li ser beden an jiyana wan a taybet, bi salan neçar mane êşa xwe tepeser bikin. Ev bêdengiya bi neçarî bûye sedema derengketina teşxîsa nexweşiyan û pêvajoya dermankirinê dijwartir kiriye. Êşa ji ber reglê ne nîşaneya bêexlaqiyê, ne jî tiştek ku bê veşartin e, berevajî pirsgirêkek bijîşkî ye ku pêwîstî bi baldarî, hişmendî û şikandina tabûyên civakî heye.”
Ev çîrok nîşan didin ku jin ne tenê êşa fizîkî dijîn, di heman demê de bi zexta veşartina wê êşê û tehemulkirina wê bi bêdengî re jî rû bi rû dimînin. Pêvajoya reglê ku ezmûneke xwezayî ye, hê jî pir caran bi bêdengî, şerm û darizandinê ve girêdayî ye. Ev eşkere dike ka çawa sazûmaniyên mêrsalar dikare bikeve nava aliyên herî hesas ên jiyana jinan.