6 sal in bi penceşêrê re têdikoşe: Hêviyên min mezin in

Fayiza Hemdo ya 43 salî 6 sal in jana nexweşiya penceşêra malzarokê dikşîne dibêje: "Penceşêr wekî giha ye tu ji cihekî hildiqetînî li cihekî din şîn tê lê min bi îradeya xwe ya qewîn penceşêr bêzar kiriye."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Fayiza Hemdo ya 43 salî dayika 3 zarokan e, ji bajarê Hesekê yê Herêma Cizîrê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Fayiza Hemdo di sala 2017'an de dema ku diçe cem bijîşkên Şamê ji bo ku li tenduristiya xwe bipirse, di encama tehlîlan de diyar dibe ku ew bi nexweşiya penceşêra malzarokê ye. Faziya Hemdo behsa serpêhatî û têkoşîna xwe ya li dijî penceşêrê kir û got “Hêviyên min mezin in.”

 Fayiza Hemdo behsa kêliya agahdarkirina bijîşk a pêketina wê ya bi penceşêrê re kir û wiha got: "Piştî êş ê zor li min kir ez çûm cem bijîşkên Şamê û li wir piştî tehlîlan hat zanîn ku ez bi nexweşiya penceşêrê ketime û gelek werm li dora malzaroka min çêbûne. Malzarok di navbera xwe de dorpêç kirine. Destpêkê ketim depresyonê, ez bi tenê jî bûm, tu bikî nekî jî derûnî roleke xirab dilîze. Di heman kêliyê de min telefon ji malbata xwe re vekir wekî ku ez ê bimrim, min xwest min efû bikin û dua bikin. Paşê min emeliyat kirin û malzaroka min girtin. Ya baş penceşêra min nêr bû ne mê, zêde belavî beden nebûbû."

'Saleke ezmûnî bû'

Fayiza Hemdo têkoşîna xwe ya bi penceşêrê re wiha vegot: "Sala destpêkê ji min re ezmûneke pir bi êş bû, paşê min nexweşî normal dît û êdî her 6 mehan jî salê carekê ez diçûm Şamê û me ji Lubnanê derzî dixwest û bi kar dianî. Min li hemberî penceşêrê pir li ber xwe da û ji derveyî rojên emeliyatê ez neketim nava nivînan, min xwe nexist û bêhêvî nebûm. Ez şefa xwarinê bûm û min li gelek xwaringehan kar kiriye, bêguman min ev pîşe ji bavê xwe girtiye. Min nehişt ku penceşêr min bişkîne, min ew bi îradeya xwe ya ji pola şikand."

'Min xwe bi xwe derman kir'

Fayiza Hemdo da zanîn ku teklîfên dermankirina vê nexweşiyê giran in û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Min nehişt ku kes yek lîreyê bide, min kar dikir û pereyên xwe kom dikir û her 6 meh û salê carekê diçûm Şamê derziya xwe ya ku di roja îro de 3 milyon L.S derbas dike dikirî. Min bi xwe xwe tedawî kir û li ser piyên xwe sekinîm. Nexweşiya penceşêrê jî psîkolojî rola herî mezin dilîze, çiqas psîkolojiya te baş be ewqas tu yê bikaribî li dijî vê nexweşiyê bisekinî. Min piştgiriya xwe ya psîkolojîk ji xwe girt ne ji derdor û civakê. Ji ber hin caran di vê nexweşiyê de jî gotegotên ku civak ji yekê re dibêje zirarê dide psîkolojiya min ji lewre min hemû gotin paşguh kirin û guh da dengê xwe yê hundirîn."

Bi dermanên xwezayî xwe derman dike

Fayiza Hemdo da payin ku penceşêr wekî giha ye tu li vir hildikşîne li wir şîn tê û wiha pêl da gotina xwe: "Penceşêra mê wekî giha ye tu çiqas radikî ewqasî şîn tê û li can berbelav dibe lê ya nêr sabît e ger em werman rakin jî divê ku em baldar bin. Jiyana min wekî berê ye lê ferqa wê ew e ku ez êdî nikarim zarokan bînim. Piştî penceşêrê nexweşiyên min ên şekir û tansiyonê jî çêbûn û carna şekirê min derdikeve 400 jî derbas dike. Birîn ji bo min nabin, emeliyat hatin qedexekirin, nabe ku ez pişta xwe birîndar bikim û kûpan lê bidim û xwîna ne paqij a di laş de jê derxim ku ev jî rêbazekî tiba xwezayî ye. Ji bo wê her demê li nexweşxaneyê ez bexşîna xwînê didim. Heta lingê min şewitî jî lê min nikaribû dermanên pêwîst bi kar bînim, heta ji ber xwe ve birîn kewiya. Her dermanî ez nikarim bi kar bînim. Alternatîfa bikaranîna dermanên ku madeyên kîmyewî di nav de ne, gihayên xwezayî ne."

'Ji mêran zêdetir jin dikarin vê nexweşiyê têk bibin'

Fayiza Hemdo got ku jin ji mêran zêdetir li hemberî vê nexweşiyê berxwedêr in û wiha domand: "Jin çiqas qewîn be, ewqasî dikarin nexweşiyê têk bibin. Rast e salên destpêkê ji min re pir zehmet bû, ji ber por bijang û biriyên min hemû weşiyan lê belê niha rewş pir cuda ye, hêviyên min pir mezin in. Rast e di serî, paş guh û stûyê min de îltîhab çêbûn û me çend caran emeliyat kir lê belê êdî gazin di ferhenga min de tune ye, ji bo vê nexweşiyê."

'Girîng e jin li tenduristiya xwe baldar bin'

Fayiza Hemdo teqezî li ser girîngiya çûyîna jinan a ji navendên tenduristî û bijîşkan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwezaya me jinan ji ya mêran cudatir e û em rûbirûyê gelek nexweşiyan in. Ji ber ku em zarokan tînin û wan dimêjînin, tenduristiya me jî ewqasî xurt dibe. Jin çiqasî xwe biparêzin dê ewqas baştir bibin. Dermanan bi kar bînin jî ya girîng rehetiya derûniyê ye. Min mirin bi çavên xwe dîtin, du caran di bin emeliyatê de ez bi saetan ji ser hişê xwe diçûm, di wextek de ku kaxezên wefata min çêdikirin, min çavên xwe vekirin. Ya girîng ew e em bi hêvî bin."