siyaset

  • Hevkariya bi hemû beşên civakê re yekane rêya gihîştina civakek adil e 

    Berpirsa Têkiliyên Navneteweyî û Endama Buroya Siyasî ya Partiya Feda, Retîba EL-Netşe dibêje ku ew bi rola jinan bawer e û şiyana wan heye ku di her helwestê de bandorê li ser civakê bikin, hem di warê siyasî de hem jî civakî.

  • Pervîn Bûldan: Em desturê nadin mafê me ji holê rakin 

    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna li Meclîsê de balkişand ser tecrîda li Îmraliyê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, doza girtina HDP’ê, fesihkirina Peyîmana Stenbolê û doza li Dayikên Şemiyê vekirine û got: “Em desturê nadin mafê ku me bi têkoşînê girtine ji holê bên rakirin.

  • “Encamên hilbijartinan dê ji bo Femînîstên Filastînê cûda be” 

    Endama Meclîsa Niştimanî ya Filistînê siyasetmendar Cihad Ebû Zinêd a di hilbijartinên 22’ê Gulanê de weke namzet hatiye nîşandan û di nava xebatên hilbijartinê dene diyar kir ku encamên hilbijartinên pêşiya wan wê ji yên borî cudatir be, ew jî dê guherînên di encama xebatên tevgera feministên Filistînê de bên kirin nîşan bide.

  • “Çareseriya herî baş guhertina pergala Herêma Kurdistanê ye” 

    Parlamenterên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku parlamenterên Herêma Kurdistanê ji bo çareseriyan tu gavan navêjin wijdanê wan nemaye, ji ber berjewendiyên navxweyî parlamenter xwe bêdeng dikin ev yek jî bandorek mezin li ser xizmeta gel dike.

  • Jin li ser online civiyan: Têloşîn dewame 

    Komîsyona Dîplomasî ya Jinan a HDP’ê bi Seroka AKPM’yê Petra Bayer re li ser online civiyan û bi hev re biriyara têkoînê dan.

  • Meclisa Jinê ya HDP’ê li Enqerê civiya 

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, berî civîna Meclîsa Jinê ya HDP’ê di axaftina vekirinê de diyar kir ku dê di civînê de li gel mijarên di rojevê de êrîşên ser HDP’ê û xeta nû ya berxwedanê nirxand.

  • HDP: Paşvekişîna ji Peyîmana Stenbolê dijminiya jinane 

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de got: "Ji Peymana Stenbolê deshilatdariya AKP-MHP'ê vekişiya, jin venekişiyan e."

  • “Yekitiya jinên Filistînê dikare guherînan bide çêkirin” 

    Endama Sekreteriya Giştî ya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê û Seroka Komîteya Dadrêsî Heysem Erar hewildanên wan weke sazî ji bo pêşxistina mafê jinan nirxand û wiha got: "Me dikaribûn gelek mijaran bigrin dest, wekî mezinbûna temenê zewacê, mafên jinan ku ji zarokên xwe re pasaport bistînin û tomarkirina zarokan û veguhestina wan ji dibistanek bo dibistaneke din. Rast e ev tiştên biçûk in pêwîstiyên jiyanê ne."

  • 25’ê Adara 1988’an rejîma Baas navçeya Seyîdsadeq xirakir 

    Xanim Heme Seîd ku bi xwe şahidiya xirakirina mala xwe û navçeya Seyîdsadiq ji aliyê rejîma Baas ya Îraqê ve kiriye dibêje: “Pîştî kîmyabarana Helepçe çend rojekê malên me hemû xirakirin û xelk neçarî koçberiyê bûn. Kimyabarana Helepçe jî bandorek mezin li ser jiyana hemwelatiyan kir.”

  • Wefa EL-Beqalî: Pêşketina civakê di hevsengiya zayendî de ye 

    Siyasetmendara Mexribê Wefa EL-Beqalî giringiya cihîgirtina jinan di xebatên siyasî û civakî de nirxand û diyar kir ku di van salên dawî de jinan bi awayek hêz di beşên aborî, civakî û saziyên zagonî de cihê xwe girtine.

  • Omer Faruk Gergerlîoglu yê li meclisê di “Nobeta Edaletê" de binçav kirin 

    Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu yê ku wekîltiya wî betal kirin "Nobeta Edaletê" digire, li meclîsê ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin.

  • Serpîl Kemalbay: Em ê bi hezaran zêdetir bibin 

    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di nirxandina li ser doza girtina HDP’ê de diyar kir ku her çiqas bi çova darazê ya di destên xwe de partiya wan bigrin jî dê yek ji wan bibe bi hezaran û dê ev hemleya wan demek zûtir dawî li desthilatdariya wan bîne.

  • “Ji duh êvarî ve dengê me du qat zêdebûn” 

    Di derbarê doza girtina HDP’ê ya hatî vekirin û xistina wekîliya Omer Faruk Gergerlioglu de MYK bi awayek lezgîn civiya. Piştî civînê Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan bi gotina “Ev tam darbeye” dest bi nirxandinê kir û da zanîn ku ji duh êvarî ve dengê wan ji 6 miliyonan bûye 12 miliyon.

  • Hevserokên HDP’ê: Em ê tu carî serî netewînin 

    Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî girtina partiya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku desthilatdariyê bi rêveberiya xwe ya derbekar navê xwe li dîrokê daye nivîsandin û wiha hat gotin: “Bila desthilatdariya AKP-MHP’ê vê yekê baş bizanibin, ew çi dikin bila bikin, em ê tu carî serî û çokên xwe netewînin, ji siyaseta demokratîk tu carî tawîz nedin û berxwedana xwe ya demokratîk bi têkoşîneke bi biryar bidomînin.”

  • Meclîsa Jinê ya HDP'ê li hemberî hedefgirtina jinên siyasetmendar kampanya da despêkirin 

    Meclîsa Jinê ya HDP'ê li hember gotinên jinên siyasetmedar hedef digirin bi navê "Hay ji gotinê xwe hebin" kampanyaya îmzeyan dan despê kirin.

  • Wezîra Jinên Tûnisî ya berê: Têkoşîna ji bo bidestxistina mafan didome 

    Wezîra berê ya Tunisê Nezîha El-Obeydî diyar kir ku destkeftiyên li Tûnisê bi saya derketina Qanûna Rewşa Kesane ya ku di 13’ê Tebaxa 1956’an de hatiye derxistin, pêk hatine û banga xebat, hewldan û dilsoziya ji bo gihîştina armancan kir.

  • "Hebûna jinên Tûnisê di mekanîzmayên biryargirtinê de hîn jî qels e" 

    Siyasetmedara Tûnisê Mubarka El-Brahmî destnîşan kir ku hebûna jinan li Parlamentoyê tevî şarezabûn, pêşketin û pêşengiya jinên Tûnisî di her warî de, hîn jî lawaz e û wiha got: "Emê xebata xwe bidomînin heta serkeftinê."

  • Ayşe Acar Başaran: Bi fezlekeyan dixwazin hişmendiyek ava bikin 

    Di pêvajoyên dawî de li hemberî wekîlên HDP’ê ji bo destnedana wan were rakirin û bixin girtîgehan li pey hev fezlekeyan amade dikin. Wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaran got: “Ji bo Siyasetmedarên me hemû karên siyasî dibe mijara fezlekeyan. Bi sedemên cuda der barê me de fezlekeyan amade dikin.”

  • Tevî têkoşîna dehan salan jî rola jinan di siyasetê de kêm tê dîtin 

    Alîkara Midûriyeta Giştî ya Wezareta Pêşketina Civakî Raniya El-Louh di derbarê rola jinan di siyaseta Filistînê de nirxandin kir û got: "Di rastiya siyasî yê de roja jinan di siyasete de nebaş e, ji ber wê jî pêdiviya wê bi têkoşînek salane heye. Hemû tevger, çalakî û bangên ku ji hêla jinan ve tên kirin hene lê heger encam ev be têrê nake."

  • “Em ê teqez bigihîjin armancên ku tevgerên jinan ji bo wê têdikoşin” 

    Aktîvîsta siyasî û sendîkavan Xedîce El-Zomî ku di qada siyasî de nimûneyek berbiçav a jinên Mexribî ye û xwedî sekneke taybet e dibêje: "Ji bo ku em bigihîjin armancên tevgerên jinan divê em têbikoşin."