‘Zîhniyeta mêr li pêş beşdarbûna jinan a siyasetê dibe astengî’

Çalakvana Ruba Mekarêm der barê hişmendiya zayendperest de axivî û got ku feraseta mêr- dewletê di roja me ya îro de nahêlê jin ji malê derkevin qada siyasî li gorî jinan nabîne û tenê di rola dayik hevjîn û xwişk de li jinan dinêre.

SUZAN EBU SEÎD

Beyrûd – Çalakvana siyasî Ruba Mekarêm ji bo kar û xebatên siyasî yên di nava civakê de demek e navber daye xwendina xwe ya zanîngehê. Vê biryarê ji bo ku di qada siyasî de ezmûn û şarezahiyên xwe xurt bike û her wiha di nav civakê de bi jinan re bikeve nava têkiliyan de ye. Ruba Mekarêm destnîşan dike ku ew bi bawerî û awayeke çalak tevli karên siyasî û civakî dibe.

‘Civaka me cudahiyê dixe navbera jin û mêran’

Ruba Mekarêm der barê karê xwe yê di nava siyasetê de dibeje ku ew ji 16 saliya xwe ve di nav karên giştî de cihê xwe digre destpêkê di bin siya komeleyên sivîl ên ciwanan de kar û xebat meşandiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Yekem ezmûna min bi Rêxistina Ciwanên Pêşverû re bû. Hê ez xwendevan bûm, nêrîna min ji mijaran re wê demê ne wekî îro bû. Me bawer dikir ku wekhevî di navbera jin û mêr de heye lê di rastiyê de me dît ku gelek cudahî hene. Min bawer dikir ku kêrhatiyên mirovan esas e, mijarên teorîk ku em fêr bibûn di rastiyê de cuda ne. Ji ber vê jî pêvajoya têkoşînê dest pê dike. Rêxistina Ciwanên Pêşverû kesayetiya min xurtir kir û zanînên min berfirehtir kir. Her wiha di komeleyên din de bi bexşînî tevli karan bûm, weke Komeleya Pêşveçûn û Darastanan, AFDC ya jîngehî bi herdu şaxên xwe li bajarokên Ras El-Metin (çiyayê Libnanê), di sala 2017’an de tevli Yekitiya Jinên Pêşverû bûm. Vê yekitiyê ji bo min ezmûneke cuda bû. Niha jî ez navgîniya navbera Encûmena Jinên Libnanê ku ji 140 komeleyan pêk tê û komeleyên li herêma Çiyayê Libnanê dikim.”

Ruba Mekarêm wiha domand: “Dema em behsa femînîstiyê dikin, gelek hene bi awayekî şaş digirin dest xwe û didin reşkirin, femenîstî ne dijî mêran e, lê ew dijî qalibên mêran e û  çanda mêranî û desthilatdariya baviksalarî ya heyî dişkîne, ew çanda ku jinan ji jêderên wê û mafên jinan aborî qut dike. Dema dawî min bi komên lêkolîn û perwerdeya karên pêşveçûnê re kar kir. Ew bi xwe jî ji projeya femînîzmê ji bo mafên aborî yên jinan, FEM PAWER, da ku bi hev re li dijî tundiya aborî li ser bingeha civakî rawestin, karê me mafnasî femînîstî piştgiriya jinên kêrhatî dike ku bighêjin navendên biryarê.”

‘Min ji bo hişyariya zayendî perwerde dida jinan’

Ruba Mekarêm diyar kir ku dema perwerde dide jin û zarokan esas armanca wê ew e ku civakê çawa zana bike û perwerdeyê çawa bigihîjine nifşên nû. Ruba Mekarêm di berdevamiya nirxandinên xwe de wiha got: “Însiyatîfa min hebû bi xwendekaran re nîqaşên der barê wekheviya di navbera herdu zayendan de bikim. Di heman wextê de min dersa zimanê Fransî jî dida. Bi nêrîna min perwerdekirin ne tenê veguhestina zanînê ye lê perwerdekirina herî rast, hişyarkirin û avakirina kesayeteke rast e lê mixabin ev tişt jî me Lubnanê winda kiriye. Lewma ez dibînim ku girêdanek mezin navbera perwedekirin û karê mafê jinan ve heye, eger çanda sivîlî li gel mêrekî hebe, ew kêmtirîn ya jinan e, ji ber ku mafên cudakariyê gelek in. Jin li Libnanê û li welatên Ereban weke sivîlên asta duyem tên dîtin.”

Ruba Mekarêm karê xwe bi Yekitiya Jinên Pêşverû re di desteya cihbicihkariyê de didomîne, destnîşan dike ku ev komele rasterast bi gel re kar dike û dibêje: “Ez gelekî şanaz im bi vî karî, min kêrhatin û şarezahiyên xwe bi pêş xistin ku bibim nûnera yekitiyê, bi taybetî di nêzîkbûna nû ya ji dozên jinan re, tevî hemû karên me bi gelek jin û keçên biçûk re hê jî qalibek heye. Xema me bû ku em stratejiyeke nû daynin ew li gel yekitiya jinan ku ji berî 40 salî ve hatiye damezirandin berê heye. Ji bo min asta siyasî girîngtir e, ji ber ku heya îro jî ji bo jinan em negihîştin nûnertiyek dadwer, ne ji ber ku kêrhatiyên me kêm in, berovajî wê lê divê em xwe xurtir bikin.”

‘Astengiyên li pêşiya me ji ber hişmendiya zayendperest a civakê ne’

Ruba Mekarêm der barê astengiyên ku jin ji ber hişmendiya mêr û ferzkirinên wî dijîn de jî wiha dibêje: “Astengiyên li pêşiya me ji ber çanda civakî ne, nahêlin jin bighîjin cihên diyar. Jin hewcedarî piştgiriya hemûyan e, ne tenê ya jinan. Belê qalib, çand û baviksalarî jî heye dibêjin divê jin tenê bi rola dayik, hevjîn û keçan rabin. Karê jinan di avakirina malbatekê de cihê rêzdariyê ye lê em sivîlên jin in, ji mafê me ye em di şaredariyan û parlamentoyan de bin divî em têbikoşin da ku bigihîjin cihê berpirsyariyê. Berê min digot ez ne bi kotaya jinan re me ji ber ku wekheviya jin û mêran heye lê mixabin di rastiyê de ev tişt tune ye cudakarî û sîtemkariyek mezin li ser jinan heye. Ji ber wê pêwîstiya jinan di vê pêvajoyê de bi kotayê heye ku kursiyên jinan di şaredarî û parlamentoyê de hebin, jin bikaribin zagonên ku wekheviyê pêk tînin daynin, wê demê jî em dikarin kotayê derbas bikin. Dema ku jin nikaribe hemwelatiya xwe bide zarokên xwe û nikaribe hesabekî bankayê ji bo zarokan veke û em werin bibêjin wekhevî heye ji ber ku jin dikarin bi kêfa xwe derkevin û kar bikin, ew rast nabe. Tevî hemû çalakî û xebatên jinan, zanînên me kêm in, bi nêrîna min çalakiya me jinan bêyî beşdarbûna jinan ne temam e. Ji bo ku mêr jî bikaribin jinan nas bikin û nifşên nû bi erk û berpirsyariyên wan hişyar bibin.”

‘Armanca min pêşveçûnek demdirêj e’

Niyeta Ruba Mekarêm heye ku tevlî hilbijartinên şaredariya bajarokê xwe Ras El-Metin li parêzgeha çiyayê Lubnanê bibe, dibêje: “Ji sê salan ve heta îro bi girîngî û awayekî kûr ez nêzî karê şaredariyê bûm, ji ber ku rola jinan di navendên biryardayînê de zor girîng e û baweriya min heye ku her guhertinek di asta navxweyî de dest pê dike. Ji ber ku pêkanîna armancên pêşveçûna domdar pêwîst dike bi awayekî dadwer jin û mêr beşdarî meclisên şaredariyê bibin. Ji ber vê, min beşa rêvebirin û darayiya şaredariyan li zanîngeha Libnanî ya navneteweyî di sala 2019’an de xwend. Her wiha ez gelek perwerde û bernameyên taybet bi şaredariyan re dişopînim. Hilbijartin nêz bûne lewma banga min ji bo hemû jinan ew e ku bi xurtî beşdar bibin weke namzed û hilbijêr jî da ku em jin bibin pêşengên riya wekhevî, guhertin, pêkanîna pêşveçûna domdar heta pêkanîna wekheviyê û dadweriya zayendî ku em hêvî dikin.”