Zeyneb Mûrad: Projeya Neteweya Demokratîk alternatîfa pergalên serdest e

Endama Meclisa PYD’ê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Mûrad têkildarî êrîşên ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve li ser projeya Neteweya Demokratîk tên kirin, nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Projeya neteweya demokratîk a ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi vejîna şoreşê re hat rûniştandin bû modeleke demokratîk li ser esasê wê hemû gelên di herêmê de xwe bi rêxistin kirin. Bi belavbûna vê projeyê re gelek destkeftiyên şoreşê hatin mayindekirin û herêm di nava ewlehiyeke wekhev de dijiya. Bi demê re projeya Neteweya Demokratîk li ser asta Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê hat nasîn bi vê yekê re êrîşên li ser vê pergal û projeyê zêde bûn ji ber ku dijberî sîstemên serdest bû. Hêzên desthilatdar vê projeyê weke xetere li ser berjewendiyên xwe di herêmê de didîtin bi taybetî dewleta tirk a ku heya niha bi hemû rê û rêbazên qirkirinê şerê vê projeyê dike. Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zeyneb Mûrad der barê armanca êrîşên li ser projeya Neteweya Demokratîk nirxandin kir.

“Dewleta tirk projeya Neteweya Demokratîk weke xetere li ser berjewendiyên xwe dibîne”

Zeyneb Mûrad di destpêka nirxandina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilaê Sûriyeyê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me ji Til Rifetê heya seranserî sînorê Dêrikê dixwaze projeya dagirkeriya xwe berfireh bike. Di bin navê terorê de dibêje ez sînorê xwe diparêzim lê ew bi xwe armanca wî ne ew e dixwaze çawa berî sedsalan li Rojhilata Navîn hikum kiriye di bin navê sîstema Osmaniyan de wê dîsa vegerîne û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya şengal, Kerkûk û Mûsilê ber bi dagireriya xwe ve bibe. Zîhniyeta dewleta tirk ne li dijî Kurdan tenê ye li dijî hemû gelên ku îro di bin banê sîstema Neteweya Demokratîk de xwe birêxistin kirine ye. Dewleta tirk naxwaze projeya demokrasiyê fermî bibe ji ber ku dê bibe li dijî berjewendiyên wê li tevahî Rojhilata Navîn. Her wiha dewleta tirk di tengaviyeke siyasî, aborî û leşkerî de dijî wê çawa xwe ji vê yekê derbixe helbet ew jî bi dagirkeriyê pêkan e. Niha li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamentoyê hene ji bo bala gel bikşîne ser destkeftiyên xwe û dengeyan qezenc bike êrîşî xaka derdorê dike. Ji tifaqa Lozanê, heya niha dewleta tirk şerekî dijwar li dijî civakan dide meşandin û destê xwe dike hemû şerên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin. Niha sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin sîstemeke demokratîk e û ev proje jî bi keda felsefeya birêz Abdullah Ocalan pêk hatiye, hemû pêkhateyên di herêmê de dijîn tê de cih girtine ji bo wê Tirkiye li dijî hevgirtina gelên di nav vê projeye de di tevegrê de ye. Dewleta tirk bi hemû hewldanên xwe dixwaze projeya me têk bibe ji ber ku ew wê weke xetere li ser serweriya xwe dibîne.”

“Projeya Neteweya Demokratîk şer bi sîstemên desthilatdar re dike û alternatîfa wê ya rast e”

Zeyneb Mûrad  bal kişand ser xeteriyên sîstemên serwer û têkoşîna ku li dijî wê tê meşandin û wiha pêde çû: “Li Sûriyeyê heya niha rejîma Sûriyeyê bi xwe jî serwer e û li aliyê din hin hêzên weke Rûsya, Îran, Amerîka di herêmê de heya radeyekê li gelek cihan serwer in. Hemû hêzên ku li Sûriyeyê bi cih bûne li dijî projeya me ya demokratîk in ji ber ku ne li gorî sîstema wan a radîkal e. Projeya me şerê sîstema van hemû hêzên serwer dike ji ber sîstemên serwer civakê ber bi talan, helandin û tehlûkeyê ve dibin sîstema me altenatîfa wê ya rast e û civakê zindî dike. Hemû ferdên vê civakê di nava sîstema demokratîk de xwedî rol û misyon in û ji guhertin û veguhertinên erênî re vekiriye. Îradeya gel em didin pêş, gel bi xwe berpirsyarê xwe ye û civaka xwe diparêze. Îro cîhan hemû li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berjewendiyên xwe didin meşandin û dewleta tirk ji bo dewletên navneteweyî amûra pêkanînê ye. Em nikarin bibêjin îstîqrar di Rojhilata Navîn de heye her der qada şer e û gelan dikin qurbanê sîstema xwe ya serwer. Dewleta tirk ji bo tevahî cîhanê tehdîd e ji ber dema diaxive cîhanê bi şandina çeteyên terorê tehdîd dike. Ji herêmên me heya tevahî Kurdistan, Ermenistan û Lîbyayê dewleta tirk çeteyan bi cih dike da ku her dem jiyan bê ewle bimîne. Her wiha dixwaze dagikeriya xwe di Rojhilata Navîn de bi biryarên navneteweyî rewa bike. Erdogan bi xwe projeyek ji derve ji xwe re amade kiriye û hêzên derve ji xwe re kirine wekî pişt dibîne da projeyên dagirkeriya xwe pêk bîne.” 

“Li hemberî hemû zîhniyetên qirêj em di nava têkoşînê de ne”

Zeyneb Mûrad banga bilindkirina têkoşînê li dijî êrîşên li ser projeya demokratîk kir û wiha bi dawî kir: “Ger dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerê rû bi rû bike wê ne tenê li hemberî QSD’ê şer bike, li hemberî hemû hêzên ku li vir hene wê şer bike, di encamê de şerekî cîhanî wê derbikeve holê. Pêwîst e gelê me jî li gorî vê yekê amade be çawa em bikaribin vê planê têk bibin li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî. Dema em şerê gelê şoreşgerî pêk bînin tu hêz nikare xaka me dagir bike. Niha krîza ku di Rojhilata Navîn de heye li seranerî cîhanê belav bûye, piştî şerê Okraynayê hemû welatan bandora vî şerî dîtin bi taybetî di aliyê aborî de. Em vê jî bibêjin a îstîqrê xera dike dewleta tirk e û niha hêzên terorê yên girêdayî wê bi xwe jî di nav pevçûnan de ne û siyaseteke qirêj li serê gelan didin meşandin. Li hemberî hemû zîhniyetên qirêj em jî di nava têkoşînê de ne û projeya me ya neteweya demokratîk dijberî hemû rengên desthilatdariya li ser civakan e. Gere gelê me jî bi hemû hêza xwe xwedî li vê projeyê derbikeve.”