Zelal Ceger: Dewleta tirk bi riya çeteyên DAIŞ dixwaze dagirkeriyek nû li ser axa Sûriyeyê mayînde bike

siyasetmedar Zelal Ceger têkildarî êrîşên dewleta tirk ên dawiyê li ser bajarê Dêrik, Mexmûr û Şengalê, her wiha rewşa krîza li Rojhilata Navîn nirxand kir û got: “Dewleta tirk ji vê aloziya di Rojhilata Navîn de tê qewimandin pir feydeyê dibîne û di herêmê de weke hespê trowayê rol dilîze. Êrîşa çeteyên DAIŞ ’ê û dewleta tirk li ser Hesekê piralî û hevkariyek eşkere radixe ber çavan. Bi riya van çeteyan xwestin dagirkirinek nû li ser xaka Sûriyeyê çêbikin. Pêwîst bû bi ketina DAIŞ’ê re di cara yekemîn de li Baxozê hevsengiyên navdewletî bêne guhertin lê berovajî wê rê dan dewleta tirk ku careke din êrîşî herêmên me bike.”

Siyasetmedar  Zelal Ceger têkildarî êrîşên dewleta tirk ên dawiyê li ser bajarê Dêrik, Mexmûr û Şengalê, her wiha rewşa krîza li Rojhilata Navîn nirxand kir û got: “Dewleta tirk ji vê aloziya di Rojhilata Navîn de tê qewimandin pir feydeyê dibîne û di herêmê de weke hespê trowayê rol dilîze. Êrîşa çeteyên DAIŞ ’ê û dewleta tirk li ser Hesekê piralî û hevkariyek eşkere radixe ber çavan. Bi riya van çeteyan xwestin dagirkirinek nû li ser xaka Sûriyeyê çêbikin. Pêwîst bû bi ketina DAIŞ’ê re di cara yekemîn de li Baxozê hevsengiyên navdewletî bêne guhertin lê berovajî wê rê dan dewleta tirk ku careke din êrîşî herêmên me bike.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Bi têkçûna çeteyên DAIŞ ’ê re li bajarê Hesekê di van êrîşên dawiyê de li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran, dewleta tirk weke bersivdayîna binkeftina çeteyên xwe bi balafirên bê mirov êrîşî bajarê Dêrikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampa Mexmûrê li Başûrê Kurdistanê û Şengalê kir. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze dagirkeriyeke nû li Sûriyeyê mayinde bike her wiha xeyalên wê bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê re jî eşkere dibin. Têkildarî van mijaran her wiha mijara kûrahiya dirêjkirina aloziya li Rojhilata Navîn bi biryara hêzên navnetewî yên xwedî berjewendî di herêmê de, siyasetmedar Zelal Ceger nirxandinên giring kir.
Zelal Ceger despêkê li ser qeyîrana Rojhilata Navîn sekini û wiha dest binirxandina xwe kir: ”Eger îro em rewşa di Rojhilata Navîn de bi sala 2022’an re binirxînin dê guhertinên çawa bi xwe re bîne, em ê bibînin ku rewş her diçe kûrtir dibe û bê encam dimîne. Di sala 2019’an de bi hemleya Baxozê re têkçûna DAIŞ’ê çêbû her wiha konjuktora di siyaseta Rojhilata Navîn de dihat jiyîn, bi riya hêzên serwer di herêmê de bi xwe re guhertin çêkirin. Şerê wekaletan ji holê rabû û hemû dewlet bi rengekî eşkere hatin hember hev û siyaset meşandin. Bi xwe re hin hemle dest pê kirin weke hemleyên siyasî, hemleyên gefxwarinê û hem jî di civakê de şerê taybet li dijî gel dan meşandin. Her wiha şerê tenduristiyê jî hat meşandin mînak weke vîrusa koronayê çawa derxistin pêş, ev hemû encam bûn ku di navbera van dewletan de atmosfera danasînê were çêkirin bê kîjan dewleta wê ferza xwe ya nû di Rojhilat Navîn de mayinde bike û kîjan dewlet wê hakimiyeta xwe li ser kîjan welatî bide ferzkirin. Xwesetin welatên Rojhilata Navîn li xwe belav bikin, welatên desthilatdar mîna Amerîka, Rûsya, Fransa û Îngîltere berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de diparêzin û li ser vê yekê xebatên cidî hatin meşandin. Dewleta tirk ji vê aloziya niha di Rojhilata Navîn de tê qewimandin pir feyde dibîne û di herêmê de weke hespê truvayê rol dilîze weke çûyîna wê ya Lîbiyayê, derbasbûna li ser axa Sûriyeyê û mudaxeleya Ermenistanê ev hemû lîstok in da bikare bibe xwedî hêzeke mayinde. Helbet vê yekê bi riya şerê leşkerî dike û her kes jî dizane.”
"Dewleta tirk di warê aborî û siyasî de xitimiye"
Zelal Ceger armanca êrîşên dewleta tirk şîrove kir her wiha raya navneteweyî li dijî kiryarên dewleta tirk rexne kir û wiha pêde çû: “Di sala 2021’ê de dewleta tirk di aliyê aborî de îflasa dawî jiya û heya niha ev krîz berdewam dike. Her wiha xitimandineke pir cidî di aliyê siyasî de dijî û nikare guhertinan bi xwe re bîne. Erdogan niha ji bo haziriyên sala 2023’an di nav tevgerê de ye ji bo bikaribe weke hikûmeta AKP’ê careke din xwe bi ser bixe li dijî muxalefetê êrîşî çiyayên Kurdistanê kir. Li çiyayên Kurdistanê Erdogan nikaribû serkeftinan çêbike û tevî çekên xwe yên pêşketî binkeftinek jiya. Ev binkeftin bi rengê nerazîbûnê hat nîşandan. Berî du mehan Erdogan daxuyaniyek da ku ew ê hinek surprîzan eşkere bike, ev surprîz di sala 2022’an de, bi riya çeteyên DAIŞ’ê êrîşa li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêranê bû. Êrîşa hevkar a çeteyên DAIŞ ’ê û dewleta tirk li gorî nêrîna me pir alî bû her wiha bêdengiya dewletên din hevkariya wan diyar dike. Her dewletek ji aliyê xwe ve çavên xwe ji van bûyeran re girt, dema êrîş pêk hat difikirîn van çeteyan bidin revandin û derbasî deverên din ên di bin serweriya dewleta tirk li Sûriye û herêmên di destên DAIŞ’ê de li Iraqê bikin. Her wiha derbeyek li şoreşa me bixin ku di encamê de ji holê rabikin. Bi riya van çeteyên DAIŞ’ê xwestin qada dagirkirineke nû li ser xaka Sûriyeyê çêbikin û DAIŞ’ê zindî bikin. Bi berxwedaniya gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên wê yên parastinê planên wan vala hatin derxistin. Pêwîst bû bi ketina DAIŞ’ê re di cara yekemîn de li Baxozê hevsengiyên navdewletî bên guhertin lê berovajî wê rê dan dewleta tirk ku bi xwe jî ne razî bû ji binketina DAIŞ’ê êrîşî herêmên me bike.” 
"Êrîşên dewleta tirk encama bêtehemuliya li dijî serkeftina me ya li hemberî DAIŞ’ê bû"
Zelal Ceger bal kişand ser hovîtiya dewleta tirk bi van êrîşan, her wiha xeyalên wê bi dagirkirineke nû nirxand û wiha domand: “Her kes vê rastiyê dizane dewleta tirk dijminatiyeke xwe ya demdirêj bi Kurdan re heye û di Bakurê Kurdistanê de tundiyeke zor li ser gelê me dide meşandin. Her wiha zindan hemû kirine cihê siyasetmedar, mirovên azadîxwaz û demokrat. Li Başûrê Kurdistanê heman rewş dubare dibe di bin navê hincetên şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwe amade dike ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tifaqa Enqereyê ya di sala 1921’ê de di navbera dewleta tirk û Îngîltereyê de hat îmzekirin naveroka wê destnîşan dike dema parçebûn di axa Iraqê de çêbibe mafê dewleta tirk heye xwe bigihîjîne heya Kerkûk û Mûsilê, niha dixwaze vê tfaqê pêk bîne. Dewleta tirk hemû planên xwe yên qirêj bi riya çeteyên DAIŞ’ê dike yanî hem li Başûrê Kurdistanê, hem jî li Rojavayê Kurdistanê ev yek diyar e. Niha herêmên me li Sûriyeyê weke Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin tevî wê her roj bi riya balafirên keşfê sivîlan topbaran dike, her kes li hember nêzîkatiyên dewleta tirk bê deng e. Dema plana dewleta tirk li Hesekê pêk nehat, wekî nerazîbûn bi balafirên F16 herêmên me li Dêrik, Şengal û Mexmûrê topbaran kir. Ev balafir ne di rewşeke şer de bin nabe ku li asmînê dewleteke din bên rakirin û sînor derbas bikin û li gorî pîvanên navneteweyî ev yek qedexe ye. Lê tişta ku piştrast bû ew bû ku tiştekî qedexe ji bo dewleta tirk tune ye û ev yek encama bêtehemuliya dewleta tirk li hemberî serkeftina li dijî DAIŞ’ê bû. Erdogan fêm kir ku têk diçe, ev yek weke metirsiyek ku di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de jî wê têk biçe. Êrîşên Erdogan li ser tevahî Kurdistanê dide meşandin hikûmeta Iraqê, hikûmeta herêma Başûrê Kurditsanê û hemû hêzên garantor di herêmê de berpirsyariya wê radikin. Pêwîst bû hêzên koalîsyonê nerazîbûnek cidî nîşan bidana û sînorek ji binpêkirinên dewleta tirk re daynin.”
"Çareseriya bingehîn bi pergala Neteweya Demokratîk misoger dibe"
Zelal Ceger girîngiya çareseriyê ya di pergala Neteweya Demokratîk de anî ziman û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e gelê me di wê baweriyê de be ku dê binkeftina dewleta tirk bi berxwedaniyê misoger bibe. Ger em îro xwedî li îradeya xwe derkevin wê demê van lîstokên Erdogan û dewletên ku dixwazin serweriya xwe di Rojhilta Navîn de mayinde bikin, em ê têk bibin. Çareseriya bingehîn bi pergala Neteweya Demokratîk misoger dibe. Pêwîst e rejîmên li ser hemû parçeyên Kurdistanên serwer in demokrat bibin, ger ev nebe wê alozî di tevahî Rojhilata Navîn de berdewam bike. Sîstema Neteweya Demokratîk îro di şiklê sîstema Rêveberiya Xweser de xwe daye nasîn û çareseriya herî guncav a ji bo tevahî gelan e. Hevgirtina gelê me berxwedaniya herî mezin e li dijî hemû rengên êrîş û planan. Yanî ez dixwazim vê bêjim dewleta tirk ji derfetan zêdetir ji bo berjewendiyên xwe biparêze û bikaribe di hilbijartinan de bi ser bikeve, her tişt muhtemel e bike. Li hember wê tekoşîna me di astên herî xurt de ye û em ê hemû herêmên xwe ji dagirkeriya dewleta tirk rizgar bikin.”