Zehra Semo: Rizgarkirina jinên herêmên dagirkirî bi riya siyaset û qanûnê dê ji armancên me yên sereke be

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Zehra Semo da zanîn ku bi derbasbûna salek re meclisê bingeheke xwe ya baş di nav civakê de ava kiriye û ji bo rêxistinkirina jinên herêmên rizgarkirî karekî serkeftî daye meşandin. Her wiha hêviyên wê ji bo sala nû ew in ku ev sal bibe sala rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî da ku jiyana azad û aram were jiyîn.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Ji bo rêvebirina siyaseteke xurt di vê dema ku tê xwestin de, pêwîstî bi avakirina rêxistineke jinan a xweser hebû ku hemû jinên siyasetmedar di bin sîwaneke xweser de destek bibînin. Li ser vî esasî jî di sala 2018’an de Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê hat damezrandin ji bo rêxistinkirina jinan di nav partiyên siyasî de her wiha ji bo xurtkirina rola wan. Bi derbasbûna salekê re kar, astengî û pêşketinan rûdan. Der barê vê yekê de Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo nirxandin kir. 
“PYD pêşengiyê ji civakê re dike”
Zehra destnîşan kir ku PYD pêşengiyê ji civakê re dike û wiha dest bi axaftinê kir: “Her kes dizane ku mafên jinan di warê siyasî de tunebû û her dem kêm dihatin dîtin lê di şoreşa me ya jinan de partiya PYD’ê, partiya ku pêşengiyê ji civakê re dikir, ji destpêka avakirinê ve di 2013’an de heta roja îro rola xwe ya pêşengiyê bi cih tîne. Di kongreya xwe ya 5’emîn de, sîstema hevserokatiyê rûniştand û pêşengiya hemû jinan kir û paşê jî sîstemeke xweser bi jinan hat avakirin ku encamên wê Meclisa Jinan a PYD’ê bû. Meclisa Jinan a PYD’ê di sala 2018’an de hat damezrandin bi armanca rêxistinkirina jinan di nava partiyên siyasî de, ji bo xurtkirina rola wan. Mîrasê me di PYD’ê de, şehîd Şîlan û hemû şehîdên me bûn ku me wekî jin berdewamiya xeta wan kir. Ji sala 2018’an heta roja îro kar û xebateke baş hat meşandin, sîstemeke nû di cîhanê de ji bo rêxistinkirina jinan hatibû danîn. Em dikarin bêjin ku Meclisa Jinan a PYD’ê dikaribû bingeheke xwe ya baş di nava civakê de ava bike, di milê avakirina kesayetên hemû pêkaheteyan de.” 
“Rêxistinkirina jinên herêmên rizgarkirî”
Zehra da zanîn ku ji bo rêxistinkirina jinên herêmên rizgarkirî karekî serkeftî hatiye kirin û wiha pêde çû: “Di nav meclisa me de, jinên hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyan cihê xwe digrin. Bi taybetî piştî ku hin herêmên di bin desthilatdariya DAIŞ’ê ji milê hêzên me yên Rojava ve hatin rizgarkirin, rêxistinkirina wan jinan, ji aliyê Meclisa Jinan a PYD’ê ve hat kirin ku em bikaribin wan bi pêş bixin û ew hişmendiya DAIŞ’ê ya hov û terorî ji dil û hişê wan derxin. Li bajarê Reqayê ku DAIŞ’ê ji xwe re kiribû paytext, mafê jinan tunebû û rêxistinên jinan jî qet nehatibûn avakirin. Meclisa Jinan a PYD’ê îro dikaribû sîstemeke xwe ya xweser ava bike di nav wan herêman de. Pêdivî bi gaveke wiha hebû ji ber ku şerê îro tê meşandin, şerê hişmendiyê ye û tê zanîn ka hişmendiyeke bi çi rengî DAIŞ’ê dabû avakirin û belavkirin di nav şêniyên wan herêman de. Ji bo wê jî dema ku jin werin bi rêxistinkirin, dikarin azad bibin, mafên xwe bigrin û civakê jî bi xwe re birêxistin bikin.”
“Hemleyên li dijî kuştina jinan”
 
Zehra got ku ji bo diyardeya kuştina jinan gelek hemle hatine lidarxistin û wiha domand: “Wekî tê dîtin, dewleta tirk naxwaze gel bi aramî û azadî bijî û her tim êrîş dike. Metirsiyên dewleta tirk, bi taybetî ji tevgerên jinan heye. Dema ku jin xwe birêxistin dikin, siyasetmedar bin û li hemberî desthilatdariyê bisekinin wê demê wan ji xwe re dike armanc. Di dema dawî de jî du jinên pêkhateyên Ereb bi navê Hind û Saeda bûn qurbanên êrîşeke plankirî ya dewleta tirk û çeteyên pê ve girêdayî. Li gorî vê yekê jî kar û xebatên herêmên pêkhateya Ereb nehatin sekinandin û bûn bersiveke xurt ji çeteyan re. Bi hezaran ketin cihê Hind û Saeda û doza rizgarkirina jinan berdewam kirin. Ji bo vê yekê jî di 2021’ê de hemleyên me yên bi dirûşma “bes e ji kuştina jinê re” yên li dijî kuştina jinan hebûn ku li hemû herêman hatin lidarxistin û bi taybetî bi riya semîneran di nava pêkhateyên civakê de.”
“Hêviya me ew bû ku sala 2021’ê bûbûya sala azadiya Rêber Apo”
Zehra hêvî kir ku sala nû, sala rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û azadbûna Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinan be û wiha bi dawî kir: “Di vê salê de em ê têkiliyên xwe bi hemû kesayetan re xurt bikin û dengê xwe bigihîjînin tevahî jinan. Di salekê de encamên pir baş hebûn û karekî gelek serkeftî bû. Bêguman me wekî Meclisa Jinan a PYD’ê kar û xebat dikir û ji bo rizgarkirina rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan, em bi hêvî bûn ku sersala 2021’ê sersala azadiya Rêber Apo be. Serokatî ji bo doza jinan gelek tişt kirin û me jî wekî jin dixwest em wî rizgar bikin û di nava xwe de wî bibînin. Ji ber wê yekê dê têkoşîna me û hemleyên me ji bo azadiya Rêber Apo berdewam bikin. Di sala nû de jî em bi hêvî ne ku sala 2022’an sala rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî be. Her wiha plansaziya me ya sala nû jî ew e ku em xwe bigihîjînin jinên di herêmên dagirkirî de. Di heman demê de dê li ser xurtkirina meclisê di warê têkiliyan de kar were kirin di milê hundirîn de û li derveyî welat jî.”