Zaroka ku ji aliyê birayê xwe yê cerdevan ve hat revandin di rojeva Meclîsê de ye

Ji zaroka 14 salî ku li Êlihê ji aliye birayê xwe yê cerdevan G.Y ve hat revandin, bi rojan e agahî nayê girtin. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê ku rewşê anîn Meclîsê, diyar kirin ku dê şopdarên bûyerê bin.

Navenda Nûçeyan - Li Taxa Çamlica ya Êlihê K.A ya 14 salî, ji aliyê birayê xwe yê cerdevan G.Y ve hat revandin. Agahiya dîmenên têkiliya kêliya revandina zarok hene, di raya giştî re belav bû, lê malbatê ku bertek nîşan nedîtina K.A re dan, ji jiyana zarokên xwe bi fikar in.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca, Mehmet Ruştu Tiryaki û Necdet Îpekyuz, xwestin ji bo dîtina K.A Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bikeve nava tevgerê. Parlamenteran ji bo bersivdayîna Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk peşnûmaya pirsê pêşkêşî Meclîsê kirin.

Ji bo bersîvdayîna Derya Yanîk ev pirs hatin kirin:

"*Der barê revandina xwendekara qursa taybet K.A ya 14 salî ya li Taxa Çamlica ya Êlihê de agahî gihişt destê ve? Derbarê vê rewşê de giliyek ku ji yekîneyên girêdayî Wezareta we re gihiştiye heye an ne?

*Agahiya ku dîmenên têkildarî revandina zaroka 14 salî K.A. heye. Dîmenên mijara gotine hatine lêkolinkirin an ne û di dîmenan de revandina zarok hatiye qeydkirin an ne? Ger qeydên revandinê pekan bin, hinceta nedîtina zaroka ku nêzî 10 rojin winda ye çi ye? Ger dîmen nehatin temaşe kirin, hinceta vê çi ye?

*Îdiaya K.A 14 salî ji aliyê birayê xwe cerdevan G.Y hatine revandin raste an en? Der barê giliya sûc ya derbarê G.Y. û xizmên wî de hewildanek heye an ne? Îfadeya G.Y. û kesên navê wan di tawanê de derbas dibe hatiye girtin an ne?

*Li Êlihê di 5 salên dawî de der barê sûcên êrîşa zayendî ya zarokan de ku cerdevan jî di nav de hemû hezên dewletê rasterast an jî nerasterast di navde cih digrin de çend serlêdan hatin kirin? Di van serlêdanan de çend kiryar hatine cezakirin?

* Li Tirkiyeyê di 5 salên dawî de der barê sûcên êrîşa zayendî ya zarokan de ku cerdevan jî di nav de hemû hezên dewletê rasterast an jî nerasterast di navde cih digrin de çend serlêdan hatin kirin? Di van serlêdanan de çend kiryar hatine cezakirin?”