“Yekitiya jinên Filistînê dikare guherînan bide çêkirin”

Endama Sekreteriya Giştî ya Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê û Seroka Komîteya Dadrêsî Heysem Erar hewildanên wan weke sazî ji bo pêşxistina mafê jinan nirxand û wiha got: "Me dikaribûn gelek mijaran bigrin dest, wekî mezinbûna temenê zewacê, mafên jinan ku ji zarokên xwe re pasaport bistînin û tomarkirina zarokan û veguhestina wan ji dibistanek bo dibistaneke din. Rast e ev tiştên biçûk in pêwîstiyên jiyanê ne."

TEHRÎR BIN SAXIR
Ramalah - Heysem Erar penaberek ji gundê Ebasiyê yê ku dikeve rojhilatê bajarê Yafa yê Filistînê ye li kampa Jelzon a dikeve başurê Ramalayê dijî. Di beşa fîzîkê de xwediyê bawernameya dibistana amadeyi û dîplomeyek pisporiyê di rêveberiya saziyên hikmî û giştî de bi dest xistiye. Di zanistên demokrasî û mafên mirovan de jî master qedandiye. Niha Di Wezareta Karê Hundir a Filistînê de Seroka Yekeya Demokrasî û Mafên Mirovan e.
Heysem Erar di xebata femînîst de çalak bû. Li ser vê yekê ji ajansa me re, re wiha got: "Min gelek komele û saziyên ku bi karûbarên jinên Filistînî re têkildar in damezirandin, di nav de Navenda Jinan li kampa Jelzon jî hebû. Di heman demê de ez beşek ji Yekitiya Komîteya Jinan ên Xebata Civakî ku rêxistineke femînîst e û girêdayî tevgera Fetah e, bûm." Heysem lê zêde kir û wiha got: "Ez yek ji damezrînerên koalîsyona sivîl a ji biryara Encûmena Ewlekariyê ya 13/25 ku li ser rewşa jinan di rewşên nakokiya navxweyî de, bi cih bîne, bûm."
Zagona Rewşa Kesane
Têkildarî xebata wê wekî koordînator di koalîsyona sivîl a ji bo qanûna statuya kesane ya ku ji Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî derket ku komek saziyên jinan û saziyên civaka sivîl ên li Bankeriya Rojava û Xezayê ne, wiha dibêje: "Me pêşnûmayek Zagona Rewşa Kesane amade kir û di sala 2010'an de pêşkêşî Serok Mehmûd Abas kir û li ser bingeha wê, komîteyek serokatiyê hat damezirandin ku Zagona Rewşa Kesane lêkolîn bike."
Li gorî vê yekê, Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê ku di sala 1993'an de hat damezirandin, biryar da ku pirsgirêkên taybet hilbijêrin ku li ser bixebitin. Der barê vê yekê de Heysem wiha dibêje: "Zehmet e ku meriv di Zagona Rewşa Kesane de bi tevahî guhertinekê pêk bîne û qanûnên têkildarî jinan biguherîne, wekî mezinbûna temenê zewacê, darayiyên hevbeş ên piştî zewacê, mîrat û berdana li ber dadgehê.
Zagona Parastina Malbatê
Di dema xebata wê ya wekî koordînatora Hevbendiya Niştimanî ya Zagona Parastina Malbatê ji Tundiyê, Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî û saziyên jinan pêşniyarek ji bo parastina malbatê ji şîdetê pêşkêş kirin. Li ser vê yekê Heysem wiha anî ziman: "Pêşnûmeyek pêşîn hebû ku Navenda Jinan a Alîkariya Hiqûqî li ser xebitî. Ez jî weke endama komîteya teknîkî ya ji Encûmena Wezîran derket da ku pêşnûmeya qanûna parastina malbatê ji şîdetê biguherînin, hatim tayînkirin. Ev komîteyek hikûmetê ye lê em wekî Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê û Foruma li Dijî Şîdetê, em jin û saziyên civaka sivîl temsîl dikin."
Heysem diyar kir ku bi endamtiya xwe di Hevbendiya Niştimanî ya CEDAW’ê de ji bo pêkanîna peymana CEDAW’ê, ew bi rengek çalak dixebite û wiha got: "Me peyam di Rojnameya Fermî de weşand û me lihevhatina qanûnên Filistînê bi ya ku di peymanê de hat vegotin, bi taybetî prensîbên wekhevî û necudakarî û pirsgirêkên statuya kesane lêkolîn kir."
Heysem Erar wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ji bilî şopandinên li Lubnanê yên der barê rewşa jiyana penaberên Filistînê de, bi gelek kampanya û qanûnan dixebitin û her wiha rastiya jinên penaber, di nava gelek kampanya û qanûnan de jî dişopînin."