Xitam Hedo: Mafê Tirkiyeyê tune ye destwerdanê di pirsgirêka Sûriyeyê de bike

Tirkiye bi behaneya niştecihkirina penaberên Sûriyeyê hewl dide kontrola xwe li ser axa Sûriyeyê berfireh bike.

ZEYNEB EL-XELEF

Dêrezorê- Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xitem Hedo destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ya bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî ew e ku di navbera gelê Sûriyeyê de aloziyê derxe.

Ji dema destwerdana xwe ya rasterast di aloziya Sûriyeyê de, dagirkeriya Tirkiyeyê xwe dispêre çeteyan û armanc dike ku herêmê dagir bike û welatiyên Sûriyeyê yên ku di kampan de koçber bûne ji warên wan derbixe û mal û warên wan radestî malbatên çeteyên xwe bike.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel a herêma Hecînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xîtam Hedo diyar got: "Guhertina demografîk ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û girêdana wê ya bi derxistina hejmareke zêde ya penaberên Sûriyeyê yên ku ji bajarên cihê ne, dibe sedema guhertina pêkhateya demografîk.”

Xîtam Hedo her wiha got: "Herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin ne bi ewle ne, ji ber ku dagirkerî ji bo planên paşerojê bi hezaran çeteyên xwe dişîne wan ji bo ku li ser navê xwe şeran bike da ku ewlehî û aramiyê têk bibe."

“Tirkiye hewl dide hegemonyaya xwe li Sûriyeyê berfirehtir bike”

Xitam Hedo amaje bi wê yekê jî kir ku li piştperdeyê rêkeftineke mezin ji bo berdewamiya aloziya Sûriyeyê heye, ji ber ku Tirkiye plana berfirehkirina hegemonya û dagirkirina li ser xaka Sûriyeyê dike, hewl dide şer û pevçûnan çêbike û ev jî dê bibe berdêl. Sûriyeyî bi xwe dê berdêla vê yekê bidin.

Hido di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku projeya Tirkiyeyê sûcê şer e û diyar kir ku projeya Tirkiyeyê wê encamên giran ên wekî vegerandina terora DAIŞ'ê li herêmê bi xwe re bîne û bi gotinên: "Gotînerên navneteweyî yên tiştên li herêmên dagirkirî diqewimin li ku ne? "teqez kir ku "mafê tu welatekî nîn e destwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de bike."

 Xîtam Hedo di dawiya axaftina xwe de bang li gel û hikûmetên cîhanê kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku destên xwe ji herêmê vekişîne.