Xebata dîplomasiyê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Endama Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongreya Star Menal Muhemed bal kişand ser rola jinan di xurtkirina têkiliyên bi dewletan re di warê diplomasî de. Her wiha destnîşan kir ku jin diplomasî bi fikrên xwe yên demokratîk, fikrekî azad ava dikin û civakê bi pêş dixin û ji bo wê jî dijmin jinên siyasetmedar û diplomatîk ji xwe dikin hedef.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Diplomasiya neteweya demokratîk ji bo mayîndkirina aştî û danûstendina rewşenbîrî ya afrîner a di navbera civakan de ye û li dijî gurkirina şer û pevçûnan e û fonksiyonek exlaqî û polîtîk a hêja îfade dike. Jin di tevahiya dîrokê de di xebatên diplomatîk de xwedî roleke mezin bûn, di navbera koman de wekhevî û edalet pêk anîn her wiha şer rawestandin û aştiya cîhanê pêk anîn. Lê berjewendiya dewletên netewperest û zîhniyeta kar a kapîtalîst xwest ku vê rola afrîner a jinan biçûk bike. Li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî piştî şoreşa ku bi navê şoreşa jinan hat pênaskirin û binavkirin, vegerandina xebatên jinan di warê dîplomatîk de ji nû ve girîng bûn, ji bo ku jin vegerin qada dîplomasiyê bi rola xwe ya xwezayî di avakirina aştiya bi civakê re û avakirina diyalogeke saxlem. Li ser vî esasî, xebatên diplomasiya jinan di bingeha perspektîfa neteweya demokratîk de tên birêxistinkirin û bi pêş dikevin. Der barê xebat û rola jinan di warê diplomasî de, Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongreya Star Menal Muhemed ji ajansa me re axivî.
Danasîna dîplomasiyê
Menal bi danasîna dîplomasiyê dest bi axaftinê kir û got: “Dîplomasî ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera gel, kom û dewletan de ye, bi taybetî di dema şer de, ji bo belavkirina aştiyê û çareserkirina qeyranên di navbera netew û dewletan de, di heman demê de şêwazeke danûstendin û diyalogê ye. Her wiha diplomasî ew e ku riya çareseriyên hemû pirsgirêkên li pêşiya aştiyê ye û ji bo avakirin û xurtkirina têkiliyan di navbera rêxistin an jî welatan de. Li Rojavayê Kurdistanê îro diplomasî ji gelek aliyan ve heye, çi siyasî û çi leşkerî û her wiha aborî jî. Diplomasiya li Rojavayê Kurdistanê gelek serkeftî bi xwe re anîne wekî lihevkirinên bi welatan re.”
“Hedefgirtina jinên siyasî, ji ber pêşketina wan a di vê qadê de ye”
Menal diyar kir ku hedefgirtina jinên pêşeng nîşaneya pêşketina wan di vê qadê de ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Beriya şoreşa rojavayê Kurdistanê, jin tu rolê di warê diplomasî de nedilîst. Kongreya Star di sala 2005’an de hat damezrandin û di nav xwe de gelek aliyan dihewîne û ji bo pêwîstiya merheleya ku em tê re derbas dibin, pêwîstî bi avakirina Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Jin a Kongreya Star hebû da ku têkiliyên xwe destpêkê di hundir de xurt bike bi rêxistin û pêkhateyên jin re û paşê jî berfirehkirina derveyî Sûriyeyê jî. Di avakirina Kongreya Star de, di rewşeke zehmet de ava bû hem ji aliyê zexta rejîma Sûriyeyê ku jinên siyasetmedar binçav dikir û heta roja îro windayî ne û mînaka wê jî Nazlî Keçel ku heta roja îro tu agahî jê tune ye. Di heman demê de hedefgirtina şehîd Hevrîn Xelef ku mînakeke cîhanî ya jinên Kurd ên siyasetmedar e li pey aştî û mafên welatê xwe diket, di heman demê de Emîna Weysî û Zehra Berkel û Hebûn jî. Hem jî ji aliyê zîhniyeta di nav civakê de û girêdana bi adetên kevneşop ve, ji bo wê jî jin di warê diplomasî de pir teng mabûn. Hedefgirtina jinên siyasî û diplomat ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin lê belê li Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî ev yek heye û ev jî metirsiya desthilatdariya dewletan ji pêşketin û xurtkirina jinan di warê siyasî û diplomasî de ye.”
Rola jinan a di warê diplomatîk de
Menal qala rola jinan di warê diplomatîk de kir û wiha pêde çû: “Piştî çirûska 19’ê Tîrmehê gelek tişt hatin guhertin û şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin ku jin roleke pir mezin lîstin di hemû waran de û bi taybetî di warê siyasî û diplomasî de. Piştî wê jî di sala 2013’an de Komîteya Têkiliyên Jinan a Diplomatîk hat avakirin û bi demê re xwe berfireh kir di gelek bajaran de heta gihîşt asta ewropa û Rojhilata Navîn û bi vî rengî jinan diplomasiya xwe û têkiliyên xwe ava kirin. Armanca me guhertina zîhniyeta ku bi hezaran salan hatiye meşandin li ser asta Rojhilata Navîn û cîhan bi giştî jî. Em wekî jin di Komîteya diplomasî de, serbixwe ne û me ruxseta xwe ji Rêveberiya Xewser girtiye wekî sistemek di hundirê Rêveberiya Xweser de û em destek didin jinên di hundirê Rêveberiya Xweser de. Şandeyên ku tên Rojava û hem jî nerînên ku tên girtin di vê qadê de roleke me heye, di heman demê de şandeyên me li Rojhilata Navîn û Dewletên Ewropayê jî hene. Lihevkirin û hatina şandeyan li Rojavayê Kurdistanê hişt ku destekdayîn çêbibe hem ji aliyê me ve hem jî ji aliyê wan ve.”
“Desteka me ji jinên Afganistanê re heye”
Menal da zanîn ku di dema êrîşên li ser Afganistanê de destek didan jinên Afganistanê û di heman demê de kiryarên dewleta tirk ên li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin belge dikin û wiha bi dawî kir: “Di encamên dîplomasiya me de em bûn destek ji jinên Afganistanê re dema ku êrîş li ser wan hat kirin her wiha di qada me ya dîplomatîk de beşek herî girîng heye bi navê Înformasyonê ku em kiryarên dewleta tirk û binpêkirinên wê yên li ser jinan tên kirin de belge dikin û dişînin ji aliyên pêwendîdar re. Gelek têkiliyên me bi dewletên Ewropayê re hatin avakirin di aliyê înformasyonê de. Yên ku rê li ber xurtkirina diplomasiyê vekir jin bûn û yên ku jinên diplomasî temyîz dike ew e ku nêrîna jinên hemû pêkhateyan digre da ku nerîneke saxlem û rast derkeve ji bo ku bikeve xizmeta civaka me û bi fikreke azad û demokratîk bi pêş bikeve.”