Welîda Botî: Bêdengiya hikûmeta Iraqê şermekî dîrokî ye

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî tekez kir ku bêdengiya hikûmeta Iraqê li hemberî pilan û êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê xizmeta berjewendiyên dewleta tirk dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Dewleta tirk ji meha Nîsanê ve bi hemû cûreyên çekan êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Di çarçoveya êrişên dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê de her cûre çekên kîmyewî bikar tîne. Herî dawî jî Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 17 şervanên wan bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane ku ji wan du şervanan dîmenê wan hatibû dayîn. Li dijî vê yekê helwest û çalakiyên gelê kurd li her aliyên Kurdistan û derveyî welat dewam dike. Lê li hemberî van kiryarên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û bikar anîna çekên kîmyewî di serî de hikûmeta Iraqê, rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî OPCW û saziyên din ên navnetewî bêdeng in. Têkildarî bikar anîna çekên qedexekirî ya dewleta Tirk, bêdengiya hikumeta Iraqê û OPCW Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî ji ajansa me re axivî.

‘Bikaranîna çekên Kîmyewî sûcekî li dijî xweza û mirovahiyê ye’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî da zanîn ku êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê têkbirina vîna kurdên azad armanc dike û got: “Dewleta tirk a dagirker li dijî xaka Başûrê Kurdistanê êrîşekî hovane bi hemû cûreyên çekan bi taybet ên Kîmyewî  pêk tîne, ev êrîş êrîşên hovan ne, zagonên cihanî tên binpêkirin, xweza tê xerakirin û mirovan qetil dikin. Ev êrîşên ku li ser Gerîla pêk tînin armanc jê dixwazin hêza ku bêtir hêviya gel, kesên azadîxwaz di wan de heye, têk bibin. Ji Lewra êrîşên hovane li dijî Gerîla pêk tînin û çekên qedexekirî bi kar tînin. Li beramberî vê êrîşên hovane bêdengiyek cîhanî heye, ev bêdengî jî hevkariya dewleta tirk dike. Ev bêdengî sûcek li dijî mirovahî, xweza û cihanê tevahî ye.”

‘Bêdengiya hikûmeta Iraqê rê li ber şerekî kurdî kurdî vedike’

Welîda Botî balkişand li ser bêdengiya hikûmeta Iraqê û wiha domand: “Bêdengiya hikûmeta Iraqê rê li ber êrîşan vedike, bi vê bêdengî xiyaneta gelê xwe dike. Komîteyek ya li dijî bikaranîna çekên qedexekirî xwest derbas bibe û lêkolîn bike, lê hikûmeta Iraqê rê neda wê komîtê ev şermek mezin e û hevkariya dewleta tirk li dijî gelê xwe dide nîşan dan. Gelek dîmen li ser ragihandinê hat weşandin û ew dîmen isbat dike ku ew çek hatine bikaranîn. Dîmen wicdanê mirovahiyê dêşîne, lê dîsa jî rê nehat dayîn ku ew komîte derbas bibe û bikaranîna çekên kîmyewî zelal bike.”

‘Gerîla hêvî û xelasiya gelan e’

Welîda diyar kir ku êrîşên hovane li dijî hêviya gelan tê meşandin û wiha domand: “Çiqas êrîşên hovane tê meşandin li beramberî wê têkoşîn û serhildanên mezin çêdibin. Bi bikaranîna çekên qedexekirî nikare hêviya gelan a xelasiya ji zihniyeta baviksalarî, zilim û zordariyê tune bike. Ji ber ku gerîla temsîla hemû gelê herêmê dikin, mînaka wê jî xelasiya gelê Êzidî ji terorê, xelasiya gelê Rojava ji teror û zihniyeta yek pergalî xwedî rolek girîng lîstin û şer kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî wan, wijdanê mirovahiyê qebûl nake, ji ber ku şerê ku îro didin meşandin ji bo xelasiya gel e. Banga me ji saziyên pêwendîdar re ku bi erkê xwe rabin û sûcê dewleta tirk yê ku di derheqê mirovahiyê pêk tîne ceza bike. Ev ne cara yekem e ku pilanên qirêj ên qirkirinê li dijî gelê kurd tê meşanidn, di dîrokê de heya niha gelek pilan û komkujî di derheqê wan de hatiye kirin. Lê gelê Kurd heya roja îro jî bi xeta azadiyê ve girêdayî ye û têkoşînek mezin dide meşandin.”

‘Li dijî gelan pilanek qirkirinê tê meşandin’

Welîda Botî herî dawî da zanîn ku tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li ser tevahî gelê kurd tê meşandin û wiha bi dawî kir: “Êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê girêdayî tecrîda ku îro li ser Rêber Apo tê kirin e. Her dem bi hicetekê temenê tecrîdê dirêj dikin. Bi salaye Rêber Apo di hundirê zindanê de, xwedî fikir û felsefeyek azad e ji bo xelasiya tevahî gelan têkoşînek mezin nîşan dide. Dewleta tirk bi vê êrîşî dixwazin îradeya gel a ku di şexsê Rêbertî de bûye fikir û felsefeyeke, di nava çar dîwaran de bide fetisandin. Lê ev yek pêk nehat ji ber ku felsefeya Rêber Apo li tevahî cihanê bi pêşengtiya jina azad belav bû û di dilê her mirovekî de hat çandin. Îro li Rojhilatê Kurdistanê jî bi çirûska şehadeta Jîna Emînî serhildan pêk hat û di bin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ yekîtiya jinan hat avakirin. Ev yek tê wateya ku jin êdî zilim û zordarî qebûl nake êdî doza azadî û demokrasiyê dike. Bi vî rengê hêviya me mestir dibe ku gavek pîroz û serkeftî hatiye avêtin û civakek azad bi jinek û mêrek azad were avakirin.”