‘Wekheviya rastîn bêyî guhertina têgihiştina civakî pêk nayê’
Cevahîr El-Tahir û Mahîtab Abdulfettah tekez kirin ku jinên Misrî ne tenê di temsîlkirinê de, lê di pêvajoyên biryardanê de jî bi bandor bin, û destnîşan kirin ku bêyî guhertina têgihîştina civakî wekheviya rastîn nayê bidestxistin.

ESMA FETHÎ
Qahîre – Beşdariya jinan a di qada siyasî de, di avakirina civakê de yek ji piştevaniya herî bingehîn e. Asta beşdariya jinan a di jiyana civakî de, pêşketina hikûmetê û dilsoziya rêgezên wekheviyê diteyîsîne. Li Misrê beşdariya jinan a qada siyasî, yan bi riya bikaranîna dengan an jî bi riya namzediyê, her dem di nava tevliheviyên civakî, çandî û siyasî de bûye. Ji ber vê yekê hebûna wan a di qada civakî de, her dem bûye mijara nîqaşê, ji nirxandin û rexneyan re vekirî maye.
Jinên Misrê di sala 1950’an de ji dema ku mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê bi dest xistin heta niha, di nûnertiya parlamentoyê de û di beşdariya pêvajoyên hilbijartinê de gavên girîng avêtin. Lê belê hê di navbera destûra bingehîn û metnên zagonî de valahiyek heye. Faktorên aborî û civakî, darazên ku derbarê rolên civakî yên jinan de bûne qalib, asta beşdariya jinan a di qada siyasî û çawaniya wê de rasterast bi bandor dikin.
Di salên dawî de li Misrê ji bo zêdekirina beşdariya jinan a di qada siyasî de gav hatin avêtin. Di parlamentoyê de ji bo jinan veqetandina kotayê û kampanyayên hişyariyê di mijara girîngiya beşdariya hilbijartinan de, hinek ji vana ne. Divê jin di pêvajoyên biryargirtinê de rola aktîf bilîzin û di şekildayîna polîtîkayên civakê ku berjewendiyên civakê diteyîsîne de bi sûd bin.
‘Beşdariya jinan gelek girîng e’
Berpirsa Bernameyên Gihandina Edaletê ya Saziya Pirsgirêkên Jinan a Misrê Cevahîr El-Tahir wiha dibêje: “Beşdariya jinan a siyasî gelek girîng e, bi taybetî krîza dawî ya aborî û di aliyê rewşa civakî- siyasî ya heyî de bûye pêwîstiyek. Beşdariya jinan a hilbijartinê û namzedî gelek girîng e. Gelek pirsgirêkên ku vê pêvajoyê asteng dikin hene. Di destpêka vana de navendên biryarê û çanda civakî ku cihgirtina jinan di van qadan de red dike heye. Guherîna vê lênêrînê, ji bo nûnertiya adilane neçarî ye.”
‘Medyayê îmajek xelet ji bo jinan nîşan daye’
Cevahîr El-Tahir da zanîn ku gelek jin xwedî kêrhatiyên mekanîzmaya biryardayînê ne lê belê ji bo namzedî û beşdariya hilbijartinê, ji derfetên pêwist ên madî bêpar in. Cevahîr bal kişand ku erkek girîng dikeve ser medyayê û wiha got: “Medyayê têkildarî beşdariya jinan a di pêvajoyên hilbijartinê de îmajek xelet nîşan daye û ev îmaj rasterast di mijara lênêrîna kêrhatiyên siyasî yên jinan di civakê de rasterast bandorê çêdike.”
Rola desteka saziyên jinan
Cevahîr El-Tahir da zanîn ku rêxistinên jinan di bihêzkirina jinan de xwedî rolên girîng in û wiha got: “Lê belê ev bi tena serê xwe têr nake. Ev sazî dikare bi taybetî ji bo jinên ku wesfên rêbertiyê bi wan re heye û hewl didin ji bo civakê pêşerojek baş ava bikin, bibe destek. Ne tenê bikaranîna deng a jinan, fêmkirina dengên wan a wek mafek destûra bingehîn bi nirx, bi bandor û diyarker gelek girîng e. Ji bo jinên namzed pêkanîna çavkaniyên malî, piştevaniya wan di rêxistinên kampanya û pêvajoyên hilbijartinê de, sûda rêxistinên jinan, wê bandora vê têkoşînê zêde bike.”
‘Divê nûnertî rast û bi bandor be’
Cevahîr El-Tahir wiha got: “Nûnertiya jinan di parlamentoyê de di rêjeyek ku weke wê nehatiye ditîn de zêde bûye. Lê belê dema aktîfbûna wekîlên jin û sûdên dane jinan bê nirxandin, em zêde tiştan nabînin. Zagonên ku li meclîsê tên nîqaşkirina der barê jinan de tu guherînek şênber neaniye. Ev rewş ji ber wekîl ne xwedî zanabûna tam in, di xwedîderketina pirsgirêkên jinan de ne bi biryar in. Di navbera rêxistinên jinan û wekîlên jin de kêmaniyek ragihandinê heye. Perwerdekirina partiyên siyasî ya namzedên jin, şanazkirin û di mijara gihandina kadroyên bi bandor de, divê berpirsyariyê bigrin.”
‘Hebûna jinan di pêvajoyên hilbijartinê de hatiye biçûkxistin’
Rojnamevan û nivîskar Mahîtab Abdulfettah anî ziman ku nûnertiya jinan a îro ne adilane ye û wiha got: “Jin dikarin di gelek dosyayên ku kesek din nikare bigre, di civakê de bibe deng lê belê ev potansiyel hê li gorî pêwîstiyan veneguheriye nûnertiyek guncaw. Hebûna jinan di pêvajoyên hilbijartinê de, hatiye biçûkxistin û xelet hatiye teyîsîn. Ev rewş tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîn e. Jinan di mijara rasterast û ne rasterast de riyeke dirêj derbas kirine û her roj rewş der barê wan de tê guherîn. Lê belê ancax ji bo vegera hişmendiya civakî, pêwistî zêdetir bi hewldana bi hêz a civaka sivîl heye. Di heman demê de di pêkanîna aktîf a zagonan û nûnertiya jinan de rola kilît dilîzin lê belê divê qalibên civakî yên çandî yên ku jinan hepsî rolên lênêrînê kirine bê guhertin.”
Jinên Misrê bi riya namzedî û bikaranîna dengan, beşdariya qada siyasî, bihêzkirina wekheviyê û di pêvajoya pêşdebirina mayînde de gavên bingehîn avêtine. Her çiqas bi reformên zagonî û destekên saziyan pêşketin were qeydkirin jî, bi astengiyên civakî û çandî zoriyên li ber bihêzbûna rast hê didomin. Pêkanîna jinan a beşdariya berfireh û bi bandor, tenê bi zêdebûna siyasî ne gengaz e, ji bo vê pêwistî bi îradeya siyasî û civakî heye. Lê belê di qadek wiha de, jin di pêvajoyên biyardayînê de dikarin bibin hevkarên rast û di şekildayîna pêşerojê de sûdek baş bidin.