“Weke Tirkiye hewildanên dagirkeriyê yên Îranê jî hene”

Çalakvana medenî Kelsum Hesên behsa pilanên dewleta Tirk û Îranê kir û got ku dixwazin weke çawan di peymana Lozanê de Kurdistan parçe kirin, niha jî parçe bikin û vegerin demê Sefawî û Osmaniyan.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Heftiya bazara berhemên xwemalî li Helepçe hat li darxistin, di vê bazarê de gelek berhemên xwe malî hatin nîşanda û ji aliyê xelkên herêmê ve rastî eleqeyek mezin hat. Çalakvana medenî Kelsum Hesên jî di vê bazarê de amade bû di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê de ji ajansa me re axivî û got: “Ne tenê dewleta Tirk çav berdaye ser xaka me Îran jî bi salane hewil dide xaka me dagir bike. Di dema peymana Lozanê de wîlayeta Musîl û Başûrê Kudistanê xistine ser hikumeta Îraqê yên li dijî vê jî serî hildane.”
 Dixwazin pilanên sedsalan bi cih bikin
Kelsum Hesên bi awayek berfirek behsa mijara dagirkirin xaka Kurdistanê dike û dibêje: “Dewleta Sefewî û Osmaniyan û welatên desthilatdar her sedsal pilanek yê wan yê cûda heye û ji bo xwe pilanan di danin. Pilana herî sitratejîk ji ewe ku vilayeta Musil ku hemû Başûrê Kurdistanê digihîne Kerkuk û dewir û berê wê bixin ser dewleta Tirk ve. Ji ber wê niha Îran û Tirkiye dixwaze Kurdistan bikeve bin desthilatdariya Sefewî û Osmaniyan weke pilanên berê yên li dijî Kurdan.
Welat ji bo berhemanînê tê bi karanîn
Kelsum bal kişand li ser pilanên dewleta Tirk û Îranê wiha dom kir: “Qerta kiştukal weke şahdemarê jiyanê didanin ku dagirkeran dagir kiriye, ji ber qerta kiştukalê çavkaniya qotiya xelkê ye û hemû welat û cîhan bêyî qerta kiştukalê nikarin biçin pêş. Dema ku ev qerte nema destê kar namîne û mirov bê îrade dibe û welat ji bo berhemanînê bi kartînin. Sitratejiyek din ku sermeya xwe zêde bike  ew jî çek û dermane. Şer gur dikin da ku çek werin firotin û nexweşî ji derdixin ji bo derman bi destbixin. Ew jî bi rêya ew dermenên ku demê wan derbaz bûne di bazaran de difiroşin.”
Nîşandan filmên Tirkî û biyanî xelkê Başûrê Kurdistanê bêzar kiriye Kelsûm da zanîn ku: “Nebûna sînor û filter di qenalan de nîşandana filman û bi leyîstina aqlê Kurdî bûye yek ji pilanên dewletên dagirker. Di encamê de derdikeve holê ku bi wan kesên ku diminin di bin bandora wan de bê îradebûnê pêre çêdikin û nikarin bibin xwedî helwest. Niha ji hêvî heye ez hêvîdarîm ku li dijî hemû curê dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bibin xwedî yek helwest.”