Wefa EL-Beqalî: Pêşketina civakê di hevsengiya zayendî de ye

Siyasetmendara Mexribê Wefa EL-Beqalî giringiya cihîgirtina jinan di xebatên siyasî û civakî de nirxand û diyar kir ku di van salên dawî de jinan bi awayek hêz di beşên aborî, civakî û saziyên zagonî de cihê xwe girtine.

Siyasetmendara Mexribê  Wefa EL-Beqalî giringiya cihîgirtina jinan di xebatên siyasî û civakî de nirxand û diyar kir ku di van salên dawî de jinan bi awayek hêz di beşên aborî, civakî û saziyên zagonî de cihê xwe girtine. 
HENAN HARIT
Mexrîb - Di derbarê cîhgirtina jinên Mexribî di siyaset, karê komeleyî û dozên girêdayî jinan de ajansa me bi Cîgira Perlemanî ya Partiya Komeleyî Niştimanî a Azadan û Seroka komeleya Fatma EL-Fehriye siyasetmendar Wefa EL-Beqalî re hevpeyîvîn kir.
Hûn rewşa jina Mexribî di rojên îro de çawa dinirxînin ?
Em her hemû dizanin ku jina Mexribî di pêkanîna armancên geşepêdan û pêşketina civakê de hevkarekek sereke ye. Di van salên dawî de giringî bi doza jin û beşdariya wê di hemû aliyên jiyanî de gelekî zêde bû ye. Ji ber wê jî roja îro jinê di Mexribê de cihekî xwe yê taybet ava kiriye ku dikare li ser hemû astan serkeftinan qezenc bike. Jinê kariye di aliyên siyasî, aborî û qanûnî de gelek destkeftinan bi dest bixe. Berê hin kar û xebat tenê ji bo mêran hatibûn veqetandin lê jin bi îradeya xwe ket nav wan karan û cesaretbûna xwe da îsbatkirin.
Tu wek aktivsîtekek siyasî û endama parlemanê, cîhgirtina jinan di siyasetê de çawa dibînî?
Tevî hemû astengiyên ku hîna li pêş jinan di siyasetê de derdeikevin jî dîsan ger em muqayese di navbera salên notî û niha de bikin em ê bibînin ku jinê di roja îro de serkeftinên mezin qezenc kirine û di hemû partiyên sisyasî de heûbna wan tê dîtin her wiha ew bi vîn û hêzekek xurt di parlemanê de jî tê dîtin.
We got ku li hember jina siyasetmedar hin astengî derdikevin, hûn dikarin wan pirsgirêkan ji me re bînin ziman?
Wek mînak Kota bi rastî jî makanîzmayek ji bo jina Mexribî têkeve perlemanê hatiye avakirin, em di hundirê perlemanê de vê hîs dikin ku tenê wek nav di lîsteyê de bê dîtin nîne, dibînin ku jin her çalak e û bi navê partiy xwe an jî bi navê karê komeleyî têkoşîn dide meşandin. Em her hemû jî dizanin ku karê komeleyan peywendiyeke ku pirsgirêkên gel çareser dike. Tevî hemû karê ku jin dide meşandin lê dîsa jî ew hişmendiya mêrza her bi çavekî biçuk li jin dinêre. Hin caran jinên ku tu eleqeya wan ne bi siyasetê ne jî bi têkoşîn û dozên civakê an jî dozên jinan ve heye hatin erkdarkirin, rast e ku sîstema Kota karîbû jinan tevlî saziyên hilbijartinê bike lê di guhertina hişmendiya mêrza de bi ser neket, zihniyeta ku ta niha bawerî bi hêza jin nekiriye tê dîtin.
Di 8 ê Adarê de tevahî cîhanê RojaJinên Cîhanê pîroz kir , ev roj ji bo we tê çi wateyê ?
Roja Jinên Cîhanê rojeke ku rewşa jin û destkeftiyên ku bi destxistine dinirxîne , li Mexirb jî ew boneyeke hêviyê ye ji bo mafê jin û xwestekên wê, her wiha di wê de tê dîtin ku divê kar bi çi rengî be ta ku jin di hemû beşên civakî, siyasî, aborî û jîngerî de serwer bibe û cihek baş bigire.
Li kêlek karê we yê siyasî hûn çalekgereke komelî ne, di derbarê vê yekê de hûn çi dibêjin?
Di derbarê komeleya Fatme EL-Fehriye ku ez tê de wek serok peyîweirdarim dikarim bibêjim ku ev komele bi dozên niştimanî re eleqedar dibe ku beriya her tiştî jî yekîtiya axê ye, pişre em li ser nûmûneya olî ya Mexribî kar dikin. Komeleya me yek ji wan komeleyên ku di çarçoveya aktîvkirina rola civaka sivîl de kar dike. Li kêlek wê jî hin çalekiyên mirovî hene, ji xwe mijara jin jî dibe yeke ji armancên herî girîng ên komeleyê. Em berê xwe didn jina ku li gund niştecih bûye ta ku mafên wê bi wê bidin naskirin dixebitîn. Ji ber ku hin jin hene xwendin û nivîsandina wan nîne û mafên ku wan diparêze nas nakin. Ji bo mafê wan bi wan bidîn nasîn weke komele bi armanca şirovekirina qanûn û mafên ku destûra Mexribî ji bo jinan daye semîneran li dar dixe.
Hun cîhgirtina jinan di karê komeleyî de çawa dinrxînin?
Tevgerên komeleyan li Mexrib bi awayekî tam giringî bi komeleyên jinan nedidan, ema ev yek beriya salên notêî bû. Di destpêka salên notî de jinan ji bo destpêkirina xebatê navê xwe li komeleyan nivîsîn, ev yek jî di encama pêşketina hişyariya jin di warê perwerde, zanist û çandî de bû.
Bi nêrîna we dijminê herî mezin yê jinan kî ye ?
Bi nêrîna min dijminê herî mezin ê jinê nexwendin e. Jina nexwendî mafê xwe nas nake, di vê rewşê de nezanîn dibe dijminê herî mezin û nikare daxwaza hevsengiya di navber xwe û mêr de bike. Di riya tecrubeya min ya jiyanê de ez dibînim ku jin dijminê xwe ye û bi tu jinê jî bawer nake. Pir jin hene tevî ku gelek destkeftî bi dest xistine lê dîsa jî wê lawaz dibînin û dibêjin ku jin pir hestyare û bi hewceye ku yek wê bi rêve bibe.
Ji ber vê nameya min ji jina rewşenbîr e ew e ku divê destê alîkariyê drêjî jinên ku rewşên zehmet dijîn bike û bawerî di hundirê wê de ava bike.
Hûn jina Mexribî di pêşerojê de çawa dibînin?
Ez hêvî dikim ku wê di astên herî bikind e bibînim, ev yek jî dê tekez be ji ber ku jina Mexribî tevî hemû rewşan jî hîna li ber xwe dide û têkoşînê dide meşandin, him di aliyê siyasî him jî komeleyî ya ku mafên xwe tam bi dest dixe.