Vîyan Hebabî: Parastina civaka Êzidî bi destê hêza Êzidiyan mîsoger e

Fermandara YJŞ’ê Vîyan Hebabî ya ji bo salvegera fermana 2014’an nirxandinên giring kir û got: “YJŞ’ê ji bo rakirina tola jina Êzidî hatiye ava kirin û wê heya dawî ji bo parastina jin û civaka Êzidî têbikoşe.”

EVÎN ZENDA

Şengal - Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê Viyan Hebabî ji ajansa me re axivî û pirsên me bersivand. Viyan Hebabî bal kişand ser encama ku fermanê li peyexwe hiştiye her wiha bi baldarî qala avabûna YJŞ’ê kir. Viyan Hebabî diyar kir ku YJŞ’ê ji bo rakirina tola jina Êzidî hatiye ava kirin û wê heya dawî ji bo parastina jin û civaka Êzidî tekoşîn bike.

“Êdî çi bibe bila bibe pêwîste gelê Êzîdî xwe bi xwe biparêze”

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên fermanê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dîroka civaka Êzidî di aliyekî de bi fermanan tijî ye, di aliyekî de jî bi berxwedan e tijî ye. Di her fermanekî de jî qehremanên gelek mezin derketine û civaka Êzidî tu car teslîmîyet qebûl nekiriye. Her tim xwestine baweriya Êzidîyatî tune bikin. Fermana dawî de jî  wisa bû, bi taybet jî xwestin çiyayên me yên ku me bi hezaran sala xwe sipartiye dê ji destê me bigrin. Ger beriya fermanê amadekarî ji bo xwe parastinê heba dê ferman di vê astê de nehatiba jiyan kirin. Lê ruxmî vê jî berxwedanî çêbû û pêşiya fermanê hate girtin. Ev ne fermana yekemîne kû Êzidiyan dixapînin û dibêjin emê we biparêzin û em nahêlin tiliya we xwîn bibe. Pêwîst bû em ji dîrokê encam girtiba lê me di fermana 2014’an de ev encam derxist. Êdî çi bibe bila bibe pêwîste Êzîdî xwe bi xwe biparêze. 74 ferman li civaka Êzidî hate jiyîn ê lê civak hebûna xwe didomîne. Siyaseta ku îro li ser Êzidiyan tê meşandin hemû ji bo baweriya Êzidiyatî lewaz bikin tê meşandin. Bi taybet jî ser ciwanên Êzidî û yên di kampên Başurê Kurdistanê de. Lê ji bo Êzidiya mirina ser axa û ola xwe ji durketina baweriya xwe hesantir e.”

“Di fermanê de gelek kes li kêleka HPG/YJA-Star’ê li gorî hêza xwe şer kirin”

Viyan Hebabî di axaftina xwe de balkişand ser mayîna civaka Êzidî li çiyayên Şengalê û bi taybet jî rola Şehîd Saîd ya rêxistinbûna civaka Êzidî ya di fermanê de û got: “Berî fermanê TEVDA’ê hebû kêm be jî civak lê kom dibû û pêşengtiya wê Şehîd Saîd dikir. Gelek ciwan li dora TEVDA’yê xwe perwerde kirin û bi hatina gerîlayên HPG û YJA-Star’ê re li kêleka wan têkoşîn dan. Ji ber ku wê demê PDK’ê li vir û TEVDA di bin zextê PDK’ê de bû. Ji ber ku dizanîbûn Heval Saîd kar û xebat dike û civakê derdora TEVDA kom dike Heval Saîd girtin. Nedihiştin kar û xebat were meşandin. Dema fermanê gelek kes li kêleka HPG/YJA-Star’ê li gorî hêza xwe şer kirin. Şehîd Xeyrî jî yek ji wan e. Mînaka wê jî li Girzerik berxwedaniyek mezin çêbû. Ji bo gel ji çîyayê Şengalê dernekeve Heval Saîd rolekî girîng lîst. Ji ber ku ger civaka Êzidî vê çiyayê berdaba wê bi navê Êzidiyatiyê de tiştek nema ba. Hewildana Heval Saîd ew bû ku gel li çiyayên Şengalê bimîne. Biryara mayina çiyayên Şengalê re Heval Saîd pêşengtî kir.”

“Hatina HPG,YJA-Star ji nû vê rih da civaka Êzîdî”

Viyan Hebabî ya destnîşan kir hatina hêzên Gerîlla bû sedem ku civaka Êzidî ji nû da bêhn bistîne û bi hatina Gerîlayan re jiyanekî nû ji Şengalê re hate xêz kirin, wiha axivî: “Yên ku pêşî li fermanê girtin şagirtên Serok APO yên HPG YJA-Star bû. Kêm zêde naskirina me bi hevala re hebû. Lê wek civak naskirina ni Rêber Apo û PKK’ê re nebû. Bi hatina wan re naskirina me çêbû. Ji ber ku fermanek gelek giran bû li her derê qetilkirin, cenaze û ketina destê DAÎŞ’ê hebû. Dayikên temên mezin nikarîbûn bimeşin, zarok ji tîna difetisiyan. Planek wiha bû ku dixwestin navê Êzidîyatî were ji bîr kirin. Hatina HPG/YJA-Star ji nû vê rih da civaka Êzidî. Di nava gel de hêvî nema bû. Derdorê çiya hemû hatibû girtin. Bi pêşengtiya 12 siwarî ev dorpêç şikest lê baweriya gel zû ava nebû. Berdana Şengalê ji alîye PDK’ê û ne parastina artêşa Iraqê bê bawerî da avakirin. Ji ber wê jî heya gel bi çavê xwe dît ku hêzek ji bo wan hatiye û hemberî DAIŞ’ê şer dike wê demê hêvîyên gel dîsa avabû. Civaka Êzidî nikarîbûn navê PKK’ê jî bêjin lê dizanîbûn ku ji bo wan xelas bikin hatine û navê wan jî Heval in. Em deyndarî wan in, ji bo ns me gelek şehîd jî dan em tu car kedê wan ji bîr nakin. Tiştê ku PKK’ê ji civaka Êzidî re kiriye di dîrokê de ne rêxistinek, ne artêşek, ne kesek jî nekiriye. Ew hatin xwe ji bo na me feda kirin. Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş îspata herî mezine kû HPG/YJA-Star li vir ked dane û pêşiya fermanê girtine.

“Heval Jiyan êşa jinên Êzîdî dît û jî dil hîs kir”

Viyan Hebabî li ser vekirina korîdora mirovahî ya di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de, rola fermandara YPJ’ê Jiyan bi bîr xist û got: “Di korîdora mirovahiyê ya di navbera Şengal û Rojava de hatibû vekirin keda Şehîd Jiyan Tolhildan gelek mezin e. Wek fermandarek di korîdora mirovahî de pêşengtî kir. Şervanên QSD’ê jî ji bo rizgar kirina jinên Êzîdî ji destê DAÎŞ’ê de rola wan gelek girîng lêyîstin. Şehîd Jiyan pêşwazîya bi dehan jinên Êzîdî ku ji destê DAÎŞ’ê de rizgar bûn kir. Keyfxweşiya ku ew jiyan dikirin Şehîd Jiyan jî bi wan ra jiyan dikir. Şehîd Jiyan êşa jinên Êzîdî dît û ji dil hîs kir. Ji ber wê jî em wek YJŞ’ê deyndara Şehîd Jiyan in. Bi saya keda wan niha YJŞ’ê heye. Şehadeta Şehîd Jiyan wek YJŞ’ê ji me ra giran hat, hedef girtina pêşenga me nemerdane bû û tirsa dewleta Tirk nîşan dide. Ji ber ku heya mirovên wisa hebe dijmin naghêje encamekî. Şehîd Jiyan îradebûna jinê derxist holê û ji hemû kesan re da naskirin ku jin ne dara şikestîne û ne bê îrade ne jî.”

“Avabûna YJŞ’ê soza tolhildana jinên Êzîdî ye”

Viyan Hebabî li ser avabûna YJŞ’ê jî nirxandinên girîng kir û diyar ku YJŞ’ê ji bo hêrs û kîna jinên êzidî ya ji DAİŞ’ê û ji bo tolrakirina bi hezaran jinên êzidî  avabûye. Viyan Hebabî axaftina xwe wiha domand: “Di fermanê de cihên pîroz û jin hatin hedef girtin. Ji ber ku cihên pîroz nebe bawerî namîne, jin nebe jiyan nabe. Di hemû fermanan de jinên Êzîdî hatiye hedef girtin. Di nava civakê de jin nezan û bê îrade tê dîtin, nayê hesap kirin û gotina wê nîne. Wek qederek jêra hatiye nivîsandin û mecbûre ku wê jiyan bike. Lê bi hatina YJA-Star’ê re me dît ku ew jî jinin û beramberî dijminekî herî hov şer dikin. Me hêz û îradeya  xwe ji wan girt. Me got pêwîste em jî qedera xwe biguherînin. Avabûna YJŞ’ê soza tolhildana jinên Êzîdî ye. Tekoşîna YJŞ’ê bi Şengalê re sînordar nema. Çûn heya Reqa û Minbicê û li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin. Cara yekemîne arteşek jinan di nava civaka Êzîdî de çêbû. YJŞ’ê dema nû ava bû nebawerkirinek hebû ku jin çawa şer bike, çawa çek rake. Nêzîkatîyek bi vê awayî hebû. Ji bo YJŞ’ê tune bikin û îradeya jinan xelas bikin hewildanên xêrnexwezan çêbû. Pîştî tevlîbûna YJŞ’ê ji hemleyên rizgarkirina Şengalê re, ev meyzekirin guharî û bawerî û hêvîyek avabû. Êdî jinên Êzîdî dizanin ku cihêkî ku berê xwe bidin heye. Bi avabûna YJŞ’ê re gavên mezin hatin avêtin.”

“Ne pejirandina Iraqê ya jenosîdê, ne pejirandina civaka Êzidî bi xwe ye”

Fermandara yekîneyên jinên şengalê YJŞ’e Viyan Hebabî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ne pejirandina jenosîde ya li ser civaka êzidayan neperijandina civaka Êzidî bixwe ye. Viyan hebabî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ne pejirandina Iraqê ya jenosîdê, ne pejirandina civaka Êzidî bi xwe ye. Ger Iraq civaka Êzidî wek gelê xwe dîtiba beriya hemû dewletan jenosîd qebûl kiriba. Di dîroka Iraqê de bi sedan şêhîdên Êzidî heye ku ji ber axa Iraqê de canê xwe dane. Heya niha aliyê dewleta Iraqê tiştek ji bo civaka Êzidî nehatîye kirin. Iraq bi xwe niha ne dewlete, ne hikûmet e. Ne tenê civaka Êzidî gelê Iraqê niha ew wekî hikûmet qebûl nake. Fermana 2014’an fermana herî giran bû, lê Iraq heya niha vê lêpirsîn nekiriye. DAÎŞ’ên ku niha di destê dewleta Iraqê de ye û destê wan nav xwîna Êzidîya de heye ji wan hesab nexwestiye. Ev ne berpirsiyartiya dewleta Iraqê li hemberî civaka Êzidiya ye. Hikûmet niha ber bi tune bûyînê ve diçe. Gel hikûmetê qebûl nake. Em wek civaka Êzîdî ji bo jenosîd were qebûl kirin ked bidin û tekoşîn dikin. Pêwîste yekîtî û tekoşîna me hember vê hebe. Tiştekî zêde ji dewleta Iraqê tê xwestin nîne, em tenê heqê xwe dixwazin, bila me nas bike, baweriya me nas bike, jenosîd nas bike û me wek gelê xwe qebûl bike. Ji bo vê jî civaka Êzidî pêwîste tekoşîna vê bide.”