Tûnis ber bi hilbijartinan ve diçe: Jin ji bo guhertinê dixebitin (1-2)

Tunus di 17’ê Kanûnê de ber bi hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê ve diçe. Lê rojeva sereke ya van hilbijartinan bêparkirina jinan ji namzediyê û ji mafê dengdayînê ye. Sana Ghenima bi gotina, “Jin guhertinê dikin” balê dikşîne ser hêza jinan.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Serokê Tûnisê Kays Saîd, di 25'ê Tîrmeha 2021'ê de xebatên meclisê rawestand û parêzbendiya parlamenteran rakir, di 22'ê Îlona 2021'ê de jî bi biryarnameyên nû rayeyên xwe berfireh kir û desteya rêvebirinê temamî bi xwe ve da girêdan. Kays Saîd, di daxuyaniya xwe ya bi ser navê “Nexşeya derketina ji qeyrana siyasî” amade kir de ragihand ku di 25'ê Tîrmeha 2022'an de referandûma guhertina destûra bingehîn û di 17'ê Kanûna 2022'an de jî hilbijartina giştî ya pêşwext tê kirin û wê parlamento heta wê demê girtî bimîne. Di referandûma qanûna bingehîn a ku ji sedî 30,5’ê hilbijêran deng dayî de qanûna bingehîn a nû bi %94,6 dengên erê hat qebûlkirin.

Hejmara parlamenteran hat kêmkirin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Tûnisê di 3’ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku ji bo hilbijartinên ku ji bo 161 Meclisan bi kursî bê kirin de serlêdanên hezar û 58 namzedan hatine qebûlkirin. Di qanûna nû ya hilbijartinê de ku li şûna li gorî lîsteyan, rêbaza “serlêdana şexsî” hat qebûlkirin, hejmara parlamenteran ji 217'an daxist 161'ê.

Kampanyaya hilbijartinê bi dawî dibe

Ji aliyê din ve di qanûna nû ya ku qadên hilbijartinê teng dike de, namzed divê îmzeya 400 kesên ku li herêma beşdarî hilbijartinan bibin, bi dest bixin. Di qanûna ku di partiyan de xebatên hilbijartinê qedexe dike de, tenê ji bo kampanyayên hilbijartinê yên takekesî yên namzedan destûr tê dayîn. Her wiha qanûna nû ya hilbijartinê şertên nû yên namzediyê jî dihewîne, wek namzedbûna ji herêma ku niştecîhbûyî divê belgeyên îsbat bike ku tu qeyda sabiqeyê û deynê bacê nîn e bê pêşkêşkirin. Gelek partiyên siyasî yên li dijî qanûna nû ya hilbijartinan derketin, ragihandin ku ew ê hilbijartinên giştî boykot bikin. Dewra kampanyayên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê jî ku di 17’ê Kanûnê de tên lidarxistin îro bi dawî dibe.

Pensîba wekheviyê hat terikandin’

Em bi Seroka Komeleya Jin û Rêbertiyê (Association Femmes Leadership), femînîst-aktîvîst Sana Ghenima re li ser pêvajoya hilbijartinê ya ku ev demeke dirêj e li welat di rojevê de ye axivîn. Sana Ghenima destnîşan kir ku di zagona hilbijartinê de rêgeza wekheviyê hatiye terikandin û got ku Tûnis di serdemeke ku destkeftî û mafên jinan tên tehdîdkirin re derbas dibe. Sana Gênîma bang kir ku divê polîtîkayên giştî, ji bo temînkirin û parastina mafên jinan di ber çavan re bêm derbaskirin.

*Beriya her tiştî, ji sala 1956'an û vir ve di warê mafên jinan de çi guhertin çêbûne? Hûn ê li ser qanûna hilbijartinê ya ku ji bo pêşîgirtina beşdarbûna jinan di hilbijartinan de hatiye diyarkirin çi bibêjin?

Piştî ku di 13'ê Tebaxa 1956'an de Qanûna Statûya Şexsî hat derxistin, cara yekem e ku di warê mafên jinan de rewşeke awarte heye. Di destkeftiyên jinan de kêmbûn heye. Di hilbijartinên sala 2018’an de em weke jin di meclisên şaredariyan de gihîştin rêjeya ji sedî 47’an. Armanca me gihîştina ji sedî 50 bû. Lê belê destûra bingehîn a Serokkomar Kays Saîd ku îsal hat weşandin, hema bêje ji bo têkoşîna jinan hat. Ev destûra bingehîn ne ya gelê Tûnisê ye, destûra bingehîn a serokkomar e. Tu nîqaş û mudaxeleyên Tûnisiyan ji bo destûra bingehîn çênebû. Hat îdiakirin ku destûra bingehîn wê destkeftiyên jinan biparêze. Lê belê di pêkanîna yekem a ku di Zagona Hilbijartinê ya bi hejmara 55'an de tê temsîlkirin de, prensîba wekheviyê hat xerakirin. Di hilbijartinên parlamentoya welat de ya ku roja şemiyê 17’ê Kanûna 2022’an tê lidarxistin, rêjeya jinan kêm e. Ez parlamentoyek a mêr dibînim ku tê de gel û jin nayên temsîlkirin.

‘Tirsên me yên mezin hene’

*Tirsa we di hilbijartinên parlamentoyê de ji bo jinan çi ye?

Em girîngî didin derxistina qanûnên adil û taybet ji bo jin, ciwan û kesên xwedî pêdiviyên taybet. Li aliyê din em nûnertiya jinan girîng dibînin. Dema ku jinên gundî di Meclisa Nûnerên Gel de hebin, wê êşa xwe û ya jinên gundî baştir bînin ziman. Em hemû dizanin ku ewlehiya xwarinê ji aliyê jinên Tûnisê ve tê mîsogerkirin. Ji ber ku ji sedî 80 karkerên di sektora çandiniyê de jin in. Lê belê tu kes ji şert û mercên wê yên dijwar û trajîk nizane. Em dizanin ku di warê dayîna mafan de nûnertiya jinan girîng e. Di parlamentoya li pêş de, bi taybetî di warê destkeftiyên jinan ên di bin gefan de tirsên me yên mezin hene. Dikarin êrîşî destkeftiyên jinan bikin û bi statuya xwe vegerînin serdema navîn. Hewl dan êrîşî nûnertiyên jinan bikin lê hatin şikandin. Em qebûl nakin ku ew me bi paşve bixin.

'Divê polîtîkayên giştî di ber çavan re werin derbaskirin’

*Li Tûnisê qanûna bi hejmara 58'an a têkoşîna li dijî tundiyê ku femînîst, di qada parastina mafên jinan de weke pêşeng dihesibînin heye. Lê belê bi vê qanûnê re hevdem rêjeya tundiyê du qat zêde dibe. Divê hikûmet bi vê rewşê re çawa têbikoşe?

Her hefte jinek di encama tundiya di nava zewacê de tê qetilkirin, yek tê şewitandin, yek bi amûra birînê tê qetilkirin û yek jî ji cihekî bilind tê avêtin. Pêkan e ku bê gotin cînayetên jinan di vê wateyê de zêde bûne. Îro di xebatên hilbijartinê de namzedên jin ên ku em piştgiriyê didin di hejmarek kêm de ne. Rastî tacîz, îftira, heqaret û zextan tên. Gelek cureyên tundiyê hene. Jin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tên astengkirin. Rastî zextên derûnî, civakî û aborî tên. Em trajediyên ku tundiya aborî û şewba koronayê li ser jinan hiştiye jî ji bîr nakin. Di mijara ji bo jin vegerin ser karê xwe û başkirina wan derfetên mezintir biafirînin de, plansaziyek zelal tune ye. Ji polîtîkayên bêhevseng ên hikûmetê herî zêde jin mexdûr dibin. Ji ber ku li welatê me rêjeya tundiyê du qat zêde bûye divê li dijî tundiya li ser jinan polîtîkayên kamûyê bi kûrahî, di ber çavan re bên derbaskirin. Ji ber ku em tu bandorek polîtîkaya hikûmetê ya tundiya li dijî jinan digre dest, nabînin.

‘Divê jinên karkerên çandiniyê bên parastin’

*Der barê dosyayên karkerên jin ên çandiniyê de ku rastî tehdîd û tundiyê tên de, bersivek ku hikûmeta Tûnisê dabe heye?

Sala borî, Komeleya Jin û Hewldanan li ser giliya jinên ciwan ên ji parêgehek, der barê tundiya ku rastî tên û taybetî jî tundiya têkildarî tundiya aborî lêkolînek amade kir. Di vê çarçoveyê de em gihîştin encama ku jinên li daristanê dixebitin bi gelek gefan re rû bi rû ne. Me ferq kir ku jinên gundî di nava şert û mercên nebaş ên weke ku di kamyonên mirinê de rêwîtî kirin û rastî tundiyê hatine re dixebitin. Çûyina daristanan a jinan a ji bo xebatê asayî dibîne. Xebitina wan qanûnî ye. Ji Wezareta Çandiniyê destûrên fermî distînin. Ev jî mecbûrî ye. Di vê ji bo tiştên jinên ku ji bo piştgirîdayîna malbata xwe dixebitin dijîn re, çareserî bê dîtin. Her wiha, ev kom di bin zextek mezin, rêjeyêk bilind xizanî, tundi û pirsgirêkên tenduristiyê yên bi fikar re dijî, ji ber vê yekê divê ji wan re piştgirî û derfetên kar bên misogerkirin. Ev pêşnûme me pêşkêşî wezaretê kir û hêviya me sererastkirina rewşa wan jinan e.

'Jin bi qeyranan tên mexdûrkirin’

*Jin tirsa windakirina destkeftiyên ku bi dest xistine dijîn. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Civaka Tûnisê di mijara parastina destkeftiyên jinan de têra xwe xwedî hişmendî ye. Lê belê gef hene. Ev jî ji polîtîkayên giştî yên ku ne li gorî mewzûatê ne çavkaniya xwe digrin. Dema em li qanûnên ku ji bo berjewendiyên jinan li Tûnisê hatine derxistin dinêrin, ew me birûmet dike. Jinên Tûnisî di warê mewzûatê de di asta pêşketi de ne lê fikara berovajî cîbicîkirina qanûnê paşve zivirandin û rakirina qanûnan heye. Ev fikar dide jiyîn. Jinan di pêvajoyek qeyranê ku wek mîna qeyrana siyasî ya roja me ya îroyîn, rastî hin pêkanînên ku nayên qebûlkirin ên wekî cihêkariyê tên. Tevî ku li Tûnisê qanûna mûçeyê ji bo her du zayendan jî wekhev e, kardêr ji jinan, ji mêran kêmtir mûçe didin.

'Temsîla jinan a di qada giştî de kêm dibe’

*Baş e, hûn di mijara destûra zayînê de çi difikirin? Jin di wê pêvajoyê de zehmetiyan bi çi awayî re rû bi rû dimînin?

Tevî destûra dema welidînê jî wek destûra nexweşî tê hesibandin. Pêwîst e ev qanûn di ber çavan re bê derbaskirin. Divê ev mijar ji bo berjewendiya her du zayendan jî bi lez û bez di ber çavan re bê derbaskirin. Bi taybetî jî di demên qeyranê de li ser jinan pir zêde zext pêk têm. Ev yek jî jinan di mijara derketina qada giştî û tevlibûna jiyana civakî de ber bi nexwestinê ve dibe. Bi vî awayî di pozîsyonên biryargirtinê de ku em hewl didin bilind bikin de temsîla jinan kêm dibe. Divê polîtîkayên giştî yên hestiyariya zayendiya civakî di ber çavan re bên derbaskirin û hemû tiştên ku destkeftiyên jinan ji holê radikin, wan ji pozîsyona biryardayînê dûr dixin, bandorê li wan û siberoja wan dikin bên çareserkirin. Em dixwazin zarokên keç ku mewcûdiyeta wan a li zanîngehan ji sedî 65 derbas dike, di çarçoveya planên pêşketin de bên piştgirîkirin.

'Jin guhertinê pêk tînin'

*Peyama we ji bo namzedên jin ên ku di hilbijartinên parlamentoyê de tevî tundiyê jî vê ezmûn û têkoşînê jiyanê hildibijêrin re çi ye?

Beriya her tiştî em di hilbijrtinê de piştgiriyê didin namzedên jin û em tevî hemû zext, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wan tên dayîn jî ji bo domandina rê, wan teşwîq dikin. Em hewl didin di asta derfetên xwe de ji bo berdewamkirina wan a kampanyayê piştgirî bidin. Tevî vederkirinê jî divê xeyalên xwe hembêz bikin, ji ber ku di meclisê de temsîliyeta jinan girîng e. Ji ber ku wêrekbûn ketin vê riyê. Jin guherînê pêk tînin. Guherîn bi jinan pêk tê. Ji bo derbaskirina pêvajoya dijwar a ku welatê me tê de derbas dibe divê qanûnên ku maf didin jinan bên derxistin.