Tevgera jinan li Urdunê xwedî ked û armancên mezin e
Çalakvanên jin ên Urdunê anîn ziman ku ew bi têkoşîna xwe di gelek waran de beşdarî xebatan bûn, guhertinek erenî çêkirin lê bi destpêka sedsala 21’ê re, tevgera jinan ji ber tunebûna têkoşîna hevpar ket nava aloziyan.
NEDÎN AL-MAYTA
Amman – Jinên Urdunê bi têkoşîna xwe beşdarî jiyana giştî bûn, bi riya xwendinê ketin qada jiyanê, di navbera salên 1919-1920’an de nîqaş kirin ku şandeyek ji rojhilatê Urdunê beşdarî kongreya Sûriyeyê bibe ji bo mafê hilbijartinê bidin jinên xwendekar.
Di sala 1930’yan de, jinên Urdunê beşdarî Kongreya Jinên Rojhilat a yekem bûn ku li paytexta Sûriye Şamê li dar ket. Gelek mijarên civakî weke zewaca bi çend jinan re, mafên jinan di hilbijartina hevjînên xwe de û mafê hevberdanê ji bo herdu zayendan. Di sala 1974’an de, jinên Urdunê mafê xwe di hilbijartin û namzediyê de bi dest xistin. Jinên Urdunê teqez kirin ku tevgera jinên Urdunê di bin serdestiya mêr û paşguhxistina rola jinan û nebûna armanca wan de gelekî li paş maye.
‘Jinên li Urdunê bûn xwedî gelek destkeftiyan’
Daxwaz û armancên tevgera jinan ew bûn ku bigihîjin makzagonên di wan de wekheviya herdu zayendan misoger dike lê hinek xal ne li gorî hêvî û armancên jinên Urdunî bûn. Tevgera jinan ji destpêka xwe de heta vê kêliyê gelek destkeftî bi dest xistin weke guhertina zagonî û peyva Jinên Urdunê di beşa duyem a makezagonê de zêde kirin bi mijara “Mafên Urduniyan û Jinên Urdunê û erkên wan” li şûna peyva Urduniyan tenê.
‘Tevgera jinan di avakirina Urduna nûjen de xwedî hîmek girîng e’
Seroka Yekitiya Jinên Urdunê Amna AL-Zuibî di axaftina xwe ya der barê tevgera jinan li Urdunê de got: “Tevgera jinan li Urdunê ji dema damezrandina xwe ve, mafên jinan û dadmendiya civakî û jiyana bi rûmet û wekheviya derfetan xwest.”
Amna Al-Zuibî xuya kir ku tevgera jinan hîmeke girîng di avakirina dewleta Urduna nûjen de ye li gel hebûna zextê ji bo pêkanîna pêdiviyên nûjenkirin, wekhevî û xurtkirina mafên jinan, bi taybetî mafên jin û zarokan. Tevger di gelek pêvajoyan de bi pêş ket heta gihîşt asta niha lê di pêvajoya dirêj da ew rastî gelek bûyer û guhertinan hat di dawiyê de gelek destkeftî çêbûn.
Li gorî zagonan hemû Urdunî wekhev in
Der barê wekheviyê de jî Amna Al-Zuibî got ku benda şeşem a makzagonê diyar dike ku hemû Urdunî di zagonan de wekhev in dûrî nijad, reng û olan in lê peyva zayend tê de nebû lewma gelek hewldan ji aliyê tevgera jinan ve çêbûn ji bo benda zayendan jî pêk bînin ku perensîba wekheviyê di makzagonê de bi rastî bi cih bibe.
Paşketina çalakiyên tevgera jinan
Jin di hemû waran de bi pêş ketin û xwe îsbat kirin rengekî xwe yê taybet ava kirin û dikaribûn guhertinê çêbikin lê di dema niha de ew li paş mane, sedem jî gelek in û cuda ne lê sedema bingehîn nediyarkirina armanca wan e.
Lêkolînera mafên jinên Urdunê Zhour Gharayba dibêje ku tevgera jinan ji destpêka avakirina mîrnişîna Rojhilatê Urdunê de bi alîkariya xwendin û rojnamegeriyê gelekî rêxistinkirî bû. Di destpêka tevgerê de gelek komele û tevgerên jinan hatin damezirandin daxwaza mafên jinên Urdunî kirin, niha jî kedên mezin hene saziyên sivîl, mafnasî, partî û sandîkayên pîşesazî pê radibin lê ew ked belavbûyî ne ango komek sazî hene li ser armanceke di siya hebûna gelek armancan de kar dikin.
Tevgera jinan li Urdunê hewl dide wêneyek bihêz ê jinên Urdunî ku dikarin rastiyê li gorî çand û zanîna xwe biguherînin derxe hole. Her wiha dûrî qalibên şaş ên li ser jinan hatine ferzkirin dîmenek nû biafirîne.