Tevgera çarşema spî û têkoşîna jinên Îranî ya li dijî nixumandinê

Tê zanîn têkoşîn jinên Îranî li hember nixunandinê di navbera qedexekirin û neçariyê de derketiye hole. Nixumandina ku li ser jinan hat ferzkirin, weke mafek rewa dan nîşandan. Ji sedsala 18’an heya niha mijara nixumandina jinan bi awayek tind berdewam dike.

 
Navenda Nûçeyan - Tê zanîn têkoşîna jinên îranî li hemberî nixunandin, qedexekirin û bêçaretiyê derketiye holê. Nixumandina jinan hatiye ferzkirin, ev yek jî weke yek ji mafên jinan ên herî girîng di dawiya sedsala 18’an de dan rûniştandin û heya roja me ya îro berdewam dike. Îran yek ji dewletên herî zêde li ser nixumandina jinan disekine û vê yekê, li ser jinên ne misilman jî ferz dike. Têkoşîna jinan a bin navê tevgera çarşema spî meşandine, li tevahî bajarên Îranê belav bûye û sûcên herî mezin li ser jinên misilman didin sepandin.
Çirûska têkoşîna jinan a di nîvê sedsala 18’an de
Çalakvana bi navê Tahîre Qere Eleyîn yek ji endama tevgera Albabiye ya ku di sedsala 19’an de derketiye û li pêşberî hemûyan egalê ji serê xwe avêtibû. Di sala 1848’an de çirûska têkoşîna li hemberî nixumandinê vêketiye. Tevgera Elbebiye sedsala 19’an ango sala 1786’an di serdema malbeta Elquçar Turkmanî ku rêveberiya wê Muhemed Rida Elşîrazî yê bi navê Albab tê nasîn dikir de derketiye holê. Wekî kevneşopî edetên şîatiya navîn berpirsyarî di navbera xwe û weliyê pîroz ji pêxember de ye.
Fatime Albaraxanî helbestvan, wêjevan û parêzvana mafên jinên Îranê ye. Fatime di cîhana wêje û hunerê de bi navê Tahîre Qere Eleyîn û Zêrîn Tac tê nasîn. Di sala 1843’an de ji bo xwendinê tevî hevjînê xwe diçe bajarê Kerbelayê. Di wê pêvajoyê de gelek ji nirînên oldar Şêx Ehmed Elihsaî bi bandor dibe lê bi hevjînê xwe re ji wê jî diçe bajarê Qezwînê yê Îranê. Rêbazên sofîzmê û baweriya Şêx Ehmed Alihseî li ser jiyana wê bandor kiriye. Ligel van ji baweriya alkşfiyan a bi nêrîna Kazim Alrûştî jî bi bandor bûye lê belê hevjînê wê li dijî vê rêbaza hişmendiyê bû. Ev lêgerîn û bawermendiya wê dibe sedem ku ew û hevjînê xwe dest ji hev berdin. Dema dest ji hevjînê xwe berdide careke din berê xwe dide Kerbelayê lê vê carê rastî mirina Ahmed Alrûştî tê û bi vê mirina ne di dema wê de şaş dimîne. Fatime li cihê wî li pişt perdeyê waneyan dide. Li gorî lêkolînan hatiye dîtin ku Fatima şerê nixumandinê û zewaca pirjinî dike. Ew yekmîn jin e li Îranê laçika xwe ya nixumandinê avêtiye pêşiya hezaran kesî. Ev bûye vejîna Fatime Elzehrai ya ku li Îranê weke sembola azadiya jinan tê binavkirin. Bi sûcê avakirina rêxistinê û xîtaba xwe ya ku welatiyan li dijî îslamê radike tê darizandin û cezayê şewitandinê jê re tê dayîn. Li gorî jêderek jî deshilatî biryarê dide ku rêveberiya zindanê berî şewitandinê wê bifetisîne. 
 Nixumandina neçarî di sedsalên 20’an de
Di destpêka sedsala 20’an de jinên îranî cilên reş (tişador) li xwe dikirin. Tişador bi xwe cilek reş e, bedena jinê ji serî heya ber piyên wê digire lê çalakvanên jin sala 1906’an ji bilî nixumandina neçariyê, biryara vekirina dibistanên xweser didin. Mixabin ji ber vê biryarê, bi zordarî û xedarbûnek tund bi ser çalakvanên jin û dibistanên keçan ve çûn. Di sala1907’an de rojname û kovarên xweser  hatine çapkirin. Di van rojname û kovaran de pirsgirêkên jinan û nixumandina ji neçarî hatine radigihandin. Jinên paytexta Îran Tahranê derdikevin kolanan û xwepêşandanekê li dijî biryarên olî ku mafên jinan binpê dikin li dar dixin. Rejîma Îranê êrîşî xwepêşandanan dike û gelek jinan bi hinceta li hemberî olê rabûne digirin, davêjin zindanê.
Cezayê ji bo rexnevanên nixumandinê
 
Berdewamiya têkoşîna jinan li hemberî rejîma Îranê û zagonên olî, bi çalakvaniya Sedîqe Dewlet Ebadî di sala 1919’an de berdewam kiriye. Parêzvana mafên mirovan Sedîqe yek ji sazmûniya kovara ‘jin ji bo ziman’ tê nasîn. Ji ber ku bi şêwayeke aşkere rexne li rêbaza nixumandinê kiribû rastî gefa kuştinê hatiye. Tê gotin ku kovara ‘nameya xaniman’ a bi serkêşiya rojnemavan Şehnaz Azad a yek ji pêşengên tevgera jinên Îranê bûye dihat derxistin jî di wê pêvajoyê de tê rawestandin. Sedema rawestandina kovarê jî ji ber hevoka “nixumandin baweriya çewt, serab e û kevneperestiyeke gerdişî ye, xitimandina asoyê ye li hember nêrîna jin û mêran, li vî welatî” bû. Di sala 1923’an de Şehnaz Azad bi hevjînê xwe bavê Qasim re li hemberî nixumandina neçarî komeleya ‘rakirina nixumandinê’ ava kir lê piştî demek kurt komele tê rawestandin û bavê Qasim jî tê girtin. Mala rojnamevan û rêvebera kovara “Cîhana jin” Fexr Afaq Barsa jî rastî erîşa hêzên dewletê hat.
Nixumandin di serdema şah Riza Pehlewî
Tê gotin ku di dema desthilatdriya Şah Riza Pehlewî de nixumandina jinan tê qedexekirin. Riza ji serokê Tirkiyeyê Mistefa Kemal ê piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn hatibû ser desthilatdariyê bi bandor dibe û êdî laçikên serê jinan qedexe dike. Şah Riza di sala 1934’an de diçe serdana Tirkiyeyê û di vegerê de fermanê derdixe. Di sala 1936’an de jî wekî roja azadiya jinan binav dike û vê awayê rakirina nixumandina jinan wekî pêşxistina mafê jinan didin nîşandan. Ne tenê nixumandina jinan di vê zagonê de hinek made ji bo cilên mêran jî hene. Li gorî belgeyên dezgeha lêkolînên dîroka Îranê ya hemdem, ew fermana Şah ji aliyê mele û oldaran ve rastî nerazîbûnan hatiye. Lê Şah ji ya xwe nehatiye xwarê û diyar kiriye ku yên li hemberî fermana wî derkevin dê bên cezakirin. Di nava welatiyan û bawermendan de ev vê fermanê bi xwe re gengeşeyên mezin anîbû.
 Felata fermanê ya rakirina nixumandinê
Ji bo pêkanîna fermanê rakirina nixumandinê, desthilatdarên Îranê ferman dan polîsan ku şalê li ser serê jinan biqetînin, ev biryar bû sedem ku jinên Îranê rastî gefên polîsan werin û şalên wan bi darê zorê ji wan bikin. Her wiha tê diyarkirin ku polîs derbasî malan dibûn, ger şal an şador bidîtina diçirandin an jî dişewitandin. Li gorî jêderan tê gotin ku fermaneke din hatiye tomarkirin ku jinên nixumandî derbasî nivîsgeha dewletê nebin, li rex vê jî polîsan parastina jinên ne nixumandî dikirin. Ev pirsgirêka hanê di nava civaka Îranê de bû cihê nerazîbûnê. Jin ji bo rastî êrîşa polîsan neyên li malên xwe diman. Di sala 1929’an de 6 jinên mamoste li bajarê Şîrazê rastî êrîşa bi keviran hatin. Ji  aliyê rikberan ve, ji ber ku şadorên rengîn li xwe kiribûn wekî nîşana helwesteke li dijî rakirina nixumandina neçartî … Lê belê alîgirên jinan ên ku nixumandinê dipejirînin di sala 1931’an de babeta nixumandinê, di kovara cîhana jinan de gengeş kirin û nêrînên alîgiran tê de hat weşandin. Ev fermana ku hatiye tomarkirin rakirina nixumandinê helwestên oldaran û nerazîbûna wan derketibû asteke herî jor, herî zêde ev jî dema çalakiya jinên dibistaneke li bajarê Şîrazê gur bûbû.  Dema ku çend keçik govendê digirin bê nixumandin, narazîbûna kesên li wê derê bû sedem ku tevliheviyek rû bide. Ji wan oldaran (Ayet Ellah abo Qasim Kaşanî û Abo Alhesen Talqanî) yên ku gelek caran cezayê zindanê dîtibûn hebûn.
Hilweşîna serweriya şah Rid û rakirina fermana nixumandinê..
Wekî ku hatiye ragihandin, piştî bidawîkirina serweriya şah Rid ji hêla neteweyên yekbûyî û metirsîna wan ku alîgiriya Adolf Hîtler bike di şerê cîhanê yê duyemîn de Îran ji hêla hêzên yekbûyî ve tê dagirkirin. Her wiha hat diyarkirin ku şah Riza ji ser hikumdariyê bê dûrxistin û di 25’ê tebaxa 1941’ê de kurê wî Mehemed Riza Pehlewî dibe serokê hikumetê û zagona ku bavê wî dabû tomarkirin (rakirina nixumandinê) hat betalkirin. 
Nixumandin bû yek ji fermana bingehîn a şoreşa Îslamî...
Li gorî jêderên dîroka Îranê, piştî ku serweriya dewletê, ji pedîşahiyê derbasî komarê dibe, Komara Îranê ya Îslamî di sala 1979’an de tê damezirandin û fermana nixumandina jinan li tevahiya bajarên Îranê tê tomarkirin. Li ser vê fermana ku hatiye tomarkirin 15 hezar jinên îranî di 8’ê Adara 1980’ê de derdikevin qadan li pêşiya avahiya wezaretê bi cilên reş şermezar dikin. Lê belê li gorî zêdebûna xwepêşandanan ev çalakî hat têkbirin ango tu ancam neket dest û nixumandin li ser hemû jinên ku li Îranê dijîn hat ferzkirin. Tê teqezkirin ku Îran yek ji welatên biryara nixumandinê li ser hemû jinên Îslamî û ne Îslamî daye ferzkirin. Tê zanîn ku her jina vê biryarê pêk nayne binçav dikirin û işkence lê dihate kirin. Her wiha rêxistina opozisyona Îranî û mafên cîhanî, da xuyakirin ku gelek jin tên binçavkirin û jiyana xwe jî ji dest didin. Herî zêde li zindana Îvîn rastî îşkenceyan tên. 
Tê ragihandin ku li gorî zextên dewletê, jinên ku bi nûjentî, pêşketin û guhertina hişmendiyê re eleqedar dibin li dijî van biryaran derdikevin û cilên li gorî daxwaza xwe li xwe dikin lê belê ev yek jî rastî nerazîbûnan tê û wekî tecawizkirina kevneşopiya wan didin diyarkirin. Yek ji van jinan bijîşka zarokan e û li dijî vê yekê bertek nîşan dide.
Homa Dirabî li gorî lêkolînan tê tesbîtkirin ku di sala1993’an de ku Homa li dijî biryara nixumandina neçarî daxuyaneke dide û egala serê xwe datîne, dû re li qada (TECRÎŞ) li Tahranê canê xwe dide ber agir û jiyana xwe ji dest dide. Di bîranîna salvegera wê de xwişka wê Yarvîn li Dewletên Yekbûyî nexweşgehekê vedike, li ser jiyana Homa berhemek bi navê “Xezeba li dijî nixumandinê” dinivîse û tê çapkirin . 
Çarşema Spî ji kolanan ber bi malperên civakî ve...
Tê xuyakirin ku berxwedana jinan ji qadan derbasî malperên civakî bûye. Di sala 2004’an de çavdêrî û lêkolîn li ser odeya Hesen Alruhanî çêbûn. Diyar bû ku ji %49, 8 ji îranî li dijî biryara nixumandina neçarî ya ku li ser jinan hatiye ferzkirin in. Her wiha gelek kampanyayên der barê vê biryarê de derketin. “Azadiya min a hatiye dizîn” û “Çarşema Spî” ji van kampanyayan in.
Ev çalakiyên li ser malperên înternêtê di nav civak û kolanên Îranê de deng veda û kampanya zêdetir bûn. Tê teqezkirin ku rêxistina HIYOMN RAYTIS, di rapora xwe de binpêkirina dewleta Îranê bi navê, (Îran, tepisandina ji mafan re serbest dike) ragihande. Tê destnîşankirin piştî destpêkirina her du kampanyayan (Azadiya min a hatiye dizîn û Çarşema spî) tevlibûneke mezin rû da, bi riya ragihandina zindî li ser malperan, laçikên spî dan serê xwe wekî şermezarkirinê ji biryara nixumandinê re dan diyarkirin. Belê disa tê aşkerakirin ku di sala 2017’an de jina bi navê Weyde Mûwehed ku li ser sindoqa elektrîkê disekine bê nixumandin û çalakiya xwe bi bêdengiyê didomîne lê mixabin ji hêla çavdêrên Îranê ve tê girtin. 
Gel dîsa berê xwe dide qada çalakiyê û daxwaz dike ku biryara nixumandinê divê ne mecbûrî be. Çalakvan Weyde bi kefaletê serbest tê berdan û navê keçika kolana şoreşê lê tê kirin. Ji ber ku yekemîn jinên Îranî bê nixumandin derdikevin her wiha weke nobeta çalakiyê û berdewamiya kampanyayê her roja çarşemê jin û mêr li ser dika ku Weyde lê çalakî kiriye nobet digirin, desmalên spî di destên wan de li ba dikin û nameyek ji bo berpirsyarên kesên ku zagonên mafên jinan û azadiya wan binpê dikin derdixînin dişînin. Tê hewldan ku ev kampanya li gelek deverên Tehranê belav dibe û çalakî hîn mezintir dibe. Polîsên Tehranê çalakgerên ku li dijî nixumandinê serî hildidin bandora her du kampanya li wan kiriye, wan tewanber dike. Li aliyê din piştevaniya çapemeniya Amerîkî ya Îranî, pêşkêşvana nûçeyên farisî ya dengê Amrîkayê û endama saziya tevgera azadiya minî a veşartî, Mesiye Alîncad heştaxeke, bi navê çarşema spî di 24 gulana 2017’an da radigihîne. Ew piştevaniya xwe bi nameyekê ji jinên Îranê yê ku li dijî nixumandina mecbûrî derdikevin û helwesta xwe her çarşem bi derketina derve nîşandidin re dişîne û ji wan daxwaz dike ku desmalên spî bidin serê xwe, piştre li ba bikin û şermezar bikin. Tê diyarkirin ku kampanyayê li ser malperan gelek deng vedaye. Îsbat bûye ku jinan wêneyên xwe li ser malperan belav kirine û rojnameya brîtanî (Alandbnd. Net) bi riya parvekirina wêneyên hevjînên xwe piştevaniya çalekiyê kiriye û daye nîşandan ku divê zilamên Îranî xwe binixumînin. 
Weke tê zanîn kampanyaya Alîncad gelek belavbû û bin navên cuda hat parvekirin. Yek ji van “Kamera çeka min e” di navbera kanûna 2017’an û çileya 2018’an de gelek jin şador (cilên reş fereh in) li xwe kiribûn û derdiketin qada çarşema spî, lê dîsa rastî êrîşên dewletê hatibûn û gelek ji wan hatibûn binçavkirin. Li gorî jêder û lêkolînvanan tê diyarkirin ku ji %70 jin li hemberî fermana nixumandinê derketine û helwestên xwe dane nîşandan. Ev biryar bûye yek ji kevneşopî û zagonên Îranê yên bingehîn li gorî şerîetê. Di 2’ê sibata 2018’an de navenda (CISSM) ya lêkolînên navneteweyî û ewlehiyê ragihandê ku piraniya hemwelatiyên îranî daxwaza guherîna pergala Îranê dikin an jî daxwaz dikin ku siyaset ji şerîetê cuda bibe.
Zagonên cezayê îslamî…
Li gorî jêder û zagonên Îranê, jinên bê nixumandin derkevin an jî li dijî wê bertek nîşan bidin cezayê mehek an jî deh û 50,000 heya 500,000 bacê digirin. Li gorî benda ji 638 ji zagonên cezayan, her wiha benda 639 jî li kesên muxalif cezayê ji salekê heya deh salan tê birîn. Ev zagon tê gotin ku ji bo kesên bi bêexlaqiyê re mijûl dibin e lê tişta herî balkêş di zagonê de benda 21 radigihîne divê hikumet mafê jinan biparêze.
Binçavkirin û bertekên hundirîn….
Tê ragihandin ku zextên dewlata Îranê li ser nerazîbûnên gel û xwepêşandanên wan di demên dawî de gihîştine asta xwe ya herî zehmet. Piştî binçavkirina 35 jinan ku wan bi cezayê 10 salan ditirsandin lê ev yek bû sedem ku helwestên jinan bi avêtina egal û laçikê li kolanan û soza berdewamiya çalakiya  Weydeyê berdewam bike û girtina 29 jinên din li ser melperên ragihandinê bên parvekirin. Di dawiya sala 2017’an de rêveberê polîsên Tehranê Hisên Rehîmî ragihand ku dê perwerdeyên nirxên mirovî bide destpêkirin û her wiha kesên li gorî wê tevnegerin, dê veguhezin dadgehên mirovî.  
Çalakvana mafên mirovan Nesrîn Sitûde lêkolîneke li ser çalakiya Weydeyê û keçeke ya pêre hatibû binçavkirin ku heya niha nayê zanîn navê wê çi ye. Piştî serbestberdana Weydeyê di 28’ê çileya 2018’an de, keça bi navê Nêrgiz Husênî ya 23 salî û sê jinên din di xwepêşandana çarşema spî de tên binçavkirin. Li gorî Nesrînê daye diyarkirin keça bi navê Nêrgiz ji ber ku nedikarî (135,000) bac dolarên Emerîkayê lê hatibû birîn bida, deh sal cezayê zindanê lê hatiye birîn. Li aliyê din keça ciwan Medîha Hicêrî ku li ser hesabê xwe yê înstîgramê muzîka ku ber direqise weşandibû û 600,000 şopdarên wê hebûn gelek deng û gengeşî di nava civakê de rû dide. Bi vê şêwaza ragihandinê heştax û pervekirina kampanyaya keçikên kolana şoreşê li ser mealperan rû dide. 
Polîsên Îranê bi peyamek ragihandibûn ku destpêkirina binçavkirina kesên ku çirûska tevliheviya ewlehiya civakê têk dibin, vêdixin, dest pê dike. Di havîna 2018’an de parêzvana mafên mirovan Nesrîn Sitûde tê girtin, 33 sal û 148 qurbac ceza lê tê birîn. Her wiha bi sûcê rêxistinkirina komploya li dijî ewlehiya neteweyî, ragihandina li dijî pergalê û îstîxbaratî tê tewanbarkirin û cezayê qurbacê ku lê hatiye kirin derketina wê li hemberî dadgehê bê nixumandin. Ev yek jî di destûra dewletê de sûc e. Dozgerê dadgehê Mihemed Cefer Mûntezar di 31’ê çileya 2018’an de diyar kir ku tevgera jinan bi destên dewletên derve ango Ewropayê çêdibe û nixumandin ne mecbûrî ye. Di 4’ê sibata 2018’an de berdevka dadgeha Îranê Xulem Mihsênî Îceî dazanîn ku polîsan dermanê hişbir û nîkotînê bi jinên girtibûn re dîtibû, divê cezayê herî giran li wan bê birîn. Her wiha Hesen Rohanî jî daye xuyakirin ku li gorî benda 59’an a destûrê, divê referandûm bê kirin. Mihdî Aleleme Altabatabî destnîşan kir ku mecbûriya nixumandinê li dijî şerîeta îslamî ye û wê bertekên dijber bên nîşandan lê mixabin polîsên Îranê teqez kirin ku nixumandin, zagona bingehîn a dewletê ye û cezayê deh sal zindanê li gorî benda 639’an ji destûrê tê birîn. 
Polîsên exlaqî û komîsyona pêşvebirinê
Hatiye diyarkirin ku polîsên Îranê yên exlaqî ji bo kampanyaya çavdêriyê derketibûn nav bajêr, jinên ne nixumandî û xortên ku cilên jênz û qusandina porê wan balkêş bûn di girtin. Di 2016’an de hijmara polîsên ku hatibûn belavkirin li kolanan gihîştibû 7000 bi navê dewriyeya pêşvebirinê. Her wiha, di 23 yê çileya 2017’an de 230 kes di şahiya xortên yelda de hatin girtin. Li rex saziya exlaqî saziyeke bi navê pêşvebirinê di 1993’an de xwe bi xwe bi rêxistin kiribûn, wekî alîkariya polîsên exlaqî derketin. Rojnameya Deylî Tiligraf ragihandibû ku serweriya Îranê 2000 polîsên jin weke endamên polîsên exlaqî erkdarkirin e. Ev gavavêtin dibe sedem ku şîdet û zextên li ser pêkanîna zagona nixumandina jinan dijwartir dike û fermana binçavkirina jin û mêran bi şêwazeke bêmafî û exlaqî dide meşedin. Li gorî lêkolîna kamerayên ku li kolanan hatibûn daliqandin, ji bo şopandina jinên ku erebeyan dajon û cilên wan bûn…
Berteka îraniyan a li derveyî welêt
Tê raghandin ku rêxistina Amnesty ya Navneteweyî û Navenda Navneteweyî ya Mafê Mirovan  biryara serbestberdana Şeyma Babaî ya ku di sibata 2018’an de hatibû girtin û şeş jinên di xwepêşandanan de hatibûn girtin dane. Her wiha berdevka dewletên yekbûyî Hîzir Noyîrt gotibû ku dewletên yekbûyî binçavkirin û tepisandina mafên jinan û çalakvanan şermezar dike û vê yekê li dijî zagonên mirovî dibîne. Ji ber dîmen û parvekirina wêneyên ku têde zilamên olperest êrîş dikin bertekên jinan zêdetir dibin. Rêveberiya Rojhilata Navîn a ku di rêxistina Hîyomn Raytis Wtş ji devê hikumeta Îranê ragihandibû ku hemû cezayê der heqê girtiyan de bên betalkirin. Li  kêleka wê jî 45 endamên parlamenterên Ewropayê di sala 2018’an de bi telefonê bi berpirsyara siyasî ya yekitiya Ewropayê Federîka Mogîrînî ku piştgiriya jinên îranî dike re axivûbûn û xwestibûn ku li hemberî fermana nixumandinê helwest bide nîşandan. 
Rûxmî binçavkirin û girtina jinan û zextên polîsan, helwest û bertekdayîna jinên Îranê li hemberî nixumandina neçarî hê jî berdewam dikin û jin hê jî li kolanan laçikên xwe davêjin.