"Têkoşîna jinan a li dijî berjewendiyên welatên kapîtalîst wan dike hedef"

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Civakî ya Rêveberiya sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Zahîde Îshaq di hevpeyvînek ji ajansa me re ev yek piştrast kir: “Hedefgirtina Sakîne Cansiz û herdu rêhevalên wê, di kesayeta wan de têkoşîna jinan hedef girtiye. Tevî ku Fransa hemû delîl di destên wê de hebûn jî komkujiya Parîsê veşart."

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- di 9'ê çileya 2022'an de nehemîn salvegera komkujiya Parîsê ye ku tê de 3'ê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, tevî ku 9 sal di ser vê bûyera ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê qewimî, derbas bû jî civaka navneteweyî hesabê vê komkujiyê ji dewleta Tirkiyeyê nexwestiye tevî ku hemû lêkolîn û dîrasat tesbît dikin ku dewleta tirkiyê berpirsiyarê vê komkojiyê ye jî. Hevseroka Komîteya Têkiliyên Civakî a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Zehîde Îshaq di hevpeyvînekê de bi ajansa me re, sedemên ku hiştiye dewleta tirk vê komkojiyê pêk bîne û rola Fransayê di vê yekê de nirxand û teqez kir ku pêwîst e tekoşîn were domandin heya azadiyê.
Di hemû lêpirsîn û lêkolînan de hat îsbatkirin ku destên dewleta tirk di komkujiya Parîsê de heye, Tirkiyeyê xwest çi derbê li tekoşîna jinan bixe bi riya pêkanîna vê komkojiyê?
Armanca dewleta tirk ne ax û kesên diyar in bîrdoziya dagirkeriya tirkiyeyê ew e ku her kesên ku xwedî fikrên dijberî berjewendiyên wê be hedef digre her wiha Tirkiye weke dewleteke nijadperest tê nasîn. Hersê şehîdên komkojiyê ji bo ku fikrên xwe di cîhanê de belav bikin û doza xwe bidin zanîn kar dikirin û ev yek ji bo berjewendiyên dewleta tirk ne erênî bû lewma ew hedef girtin.
Peyama ku Tirkiyeyê da jina sînordarkirina berxwedan û têkoşîna wan e ji ber ku ew dizane bi têkoşîna û azadiya jinan civak azad dibe û ev jî li dijî berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê ye.
Çi metirsiyên têkoşîna jinan li ser rejîma dewleta tirk û dewletê kapîtalîst hene ku fikir û doza wan dikin hedef?
Komplo eşkere ye, hevkarî û nixumandina Fransayê jî di vê komkojiyê de heye, ji ber ku di lêpirsîn û lêkolînên Fransayê de, derket holê ku destê Tirkiyeyê di vê mijarê de heye, tevî vê zelalkirinê jî lê Fransayê ev yek veşartiye û ji Tirkiyeyê hesab nehatiye pirsîn.
Bi jinan wekhevî, edalet û azadî pêk tê û bi vî awayî azadiya civakê pêk tê û ev yek bi berjewendiya dewleta tirk û heya welatên kapîtalîst re jî ne lihevhatî bû.
Tevî hemû delîl û îsbatên ku diyar dike destên dewlet tirk di sûcên li dijî femînîstan de heye çima hesab jê nayê xwestin?
Tirkiyeyê gelek jin hedef girtine û di binpêkirina xwe ya dawî de li Kobanê bi balafireke bê mirov sê jinên ciwan bûn armanca wan her wiha şehîd Hevrîn Xelef jî kesên girêdayî dewleta tirk ew şehîd xistin û dayika Eqîde bi destên dewleta tirk şehîd bû, rûpelên dîrokê bi sûcên ku dewleta tirk li dijî sivîl û jinan pêk tîne dagirtî ne, ji lewma şehîdên me di dirêjahiya dîrokê de nemir in.
Tevî hemû sûcên ku dewleta tirk pêk anîne û di nav de jî komkojiya Parîsê lê hesab jê nayê xwestin ji ber muhasebekirina dewleta tirk bandorê li berjewendiyên dewletên kapîtalîst jî dike, heger em li dîrokê mêze bikin, ji serdema sumeriyan ve jin ji zîhniyeta baviksalarî û nêrînên dogmatîk êş û zehmetiyan dikşînin lê jin bêdeng û bêçare neman. Çi di ronesansa Ewropayê de û çi jî di şoreşa Fransayê de şoreş pêk anîne û têkoşîna tevgera femînîst ranewestiya heya roja îro. Her wiha projeya neteweya demokratîk jî ji bo bidestxistina azadiya jinan ev têkoşîn nû kiriye û ji ber ku li ser heqîqetê ye tu tişt nikare pêşiya tekoşîna jinan bibe asteng.
 Bersiva jinan ji bo van binpêkirinan çi ye?
Jin ji binpêkirinên ku jinan dikin hedef netirsiyane û natirsin jî lê îrade û îsrara me bêtir dike û me erka  temamkirina riya rêhevalên xwe yên şehîd girtiye ser milên xwe. Divê jin teslîm nebin û li hemberî tiştê ku li pêşiya tekoşîna wan dibe asteng ranewestin, her wiha pêwîst e deng û tekoşîna jinan her tim bilind be heya ku li hemberî binpêkirin û komkujiyan bi ser bikevin