Têkoşîna femînîst a li Cezayîrê û qanûna rewşa kesane

Di sala 2005’an de, Qanûna Malbatê ya ku di sala 1984’an de hat derxistin, hat guherandin ji bo xala ku zilam berpirsê malbatê ye ji holê rake. Di heman demê de gelek guhertin jî hatine kirin da ku ji şîroveyên hişktir ên qanûnên îslamî yên welat dişopîne veqetîne.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Têkoşîna femînîst di rêza yekem de dozeke siyasî ye û Cezayîr di nav wan welatan de ye ku gavên li pêş avêtine. Heke em nebêjin ku ew ji bo îsbatkirina tevgera xwe û îqnakirina hejmareke mezin ji pseudo-demokrat an dijberên mafên jinan li Cezayîrê têk çûne jî.
Têkoşîna femînîstan a li Cezayîrê ji destpêkê ve şahidê pêşketin û bextewariyek mezin e, bi çalakvanan re komek mafên binpêkirî yên wekî mafên xwendin, dermankirin û xebatê û serkeftina jinan di ketina qada siyasî de û wergirtina postên serokatiya parlamentoyê, bi riya derxistina zagona hilbijartinê ya nû ku li ser bingeha pergala kotaya jinan di sala 2012’an de hatibû pejirandin.
Lê tevî ketina jinan a nava cîhana siyasetê û ezmûna wan jî hin jin ji temsîliyeta jinan a li meclisê ne bawer bûn.
“Ji ber tunebûna mekanîzmayên rast jin neçar dibin dest ji mafên xwe berdin”
Parêzer Aisha Zammit ji ajansa me re wiha got: "Jinên ku di meclisê de cih girtin ne xwedî roleke bi bandor bûn û li Cezayîrê mafê me yê guhertina rewşa mafên jinan tunebû. Mînak, Qanûna Rewşa Kesane bi encaman re eleqedar dibe û sedeman paşguh dike û piraniya dozên li dadgehan jin in, ji ber tundiyê jin mêrên xwe gilî dikin. Ji ber nebûna mekanîzmayên rast û aktîfkirina wan di madeyên têkildarî tundî, dirav û telaqê de, valahî hene ku jinan neçar dikin dev ji mafên xwe berdin. Ji bo betalkirina mafê gilîkirinê û hem jî dev ji diravê ku ji bo dabînkirina jiyana baş û bi îstîqrar ji bo jinên hevberdayî pereyê kêm tê hesibandin.”
Parêzer Nasima Roueniya ev yek piştrast kir: "Nêzî ji sedî 80 ji zagona statuya kesane di zagona malbatê ya Cezayîrê de ji qanûnên îslamî tê peydakirin û dem hatiye ku valahiya di navbera qanûn û sepandina wê de ji nû ve li ber çavan were girtin. Di xala 66'an a zagona malbatê de neheqiyeke mezin di ware mafên jinan de di bidestxistina danîngeha zarokên xwe de heye ger ku ew careke din bizewice. Lê dema ku mêr zewicî be yan jî careke din bizewice jî mafê danîngehê jê re tê dayîn û ev tişt e ku em di dadgeh û danişînên hevberdanê de tomar dikin. Piraniya pirsgirêkên ku tên pêşkêşkirin ên jinên teleqdayî ne ku dixwazin di jiyana xwe de bi cî bibin lê bêfêde ye ji ber zext û jêgirtina zarokê/a wê piştî hevser fam bike ku dê ew careke din bizewice. Li aliyê din em dibînin ku mêr ji berpirsyariyên xwe yên li ser nefeqe û dabînkirina maleke ewle ji bo hevjîna xwe ya berê û zarokên xwe direve.”
“Divê Zagona Rewşa Kesane ji ber xeletiyên ku dihewîne were vekolîn û sererastkirin”
Lê belê rêxistinên mafên mirovan dibînin ku qanûn bi jinên Cezayîrî wekî "temen biçûk" danûstandinê dike û li dijî destûrê ye, ji ber vê yekê di sala 2015'an de careke din hat guherandin û piştî şeş salan ji guhertina qanûna malbatê, çalakvanên mafên mirovan daxwazên nû ragihandin, ji bo ku qanûn ji nû ve li ber çavan were girtin. Bi taybetî piştî zêdebûna hejmara dozên hevberdanê ku salane ji 68 hezar dozî derbas dibe.
Der barê binpêkirin û valahiyên ku ketine nav Qanûna Rewşa Kesane û encamên wê yên neyînî li ser jinan, parêzer Fatiha Ben Abou dibêje: "Zagona Rewşa Kesane ji ber xeletiyên ku dihewîne, pêdivî heye ku were vekolîn û sererastkirin. Nemaze çûyîna zêde ya ji bo telaqê û her wiha bi lez û bez derxistina biryarên telaqê ku bi demê re dibin sedema jihevketina pergala malbatê.” 
Fatiha Ben Aboy wiha domand: "Mafê hemû welatan heye ku peymanên navneteweyî bihêlin heke ew li gorî adet û baweriyan tevnegerin. Derxistina şertê welî ku bûye sedema derketina zewaca demkî, xwedîkirina jinan, mîras û pirzewacî, zêdebarî Sindoqa Telaqan ku zêdetirî 30 hezar dozên nefeqeyê di asta dadmendiyê de betal kir, bi riya heqaretê li jin, xizmetî berjewendiyên jinên teleqdayî nake.” 
“Dîroka Cezayîrê jêder û qanûnên xwe ji qanûnên îslamî digre”
Guherandinên ku di zagonê de hatin kirin gelek aliyan vedihewand, di nav de guheztina temenê zewacê yê qanûnî ji bo 18 salî, di heman demê de xala 8’an a Qanûna Malbatê ya têkildarî pirjiniyê destnîşan dike ku destûra pirjinî heye ew jî li gorî tiştê ku şerîeta Îslamê destnîşan kir ku divê di navbera jinan de rewa û edalet hebe.
Li aliyê din parêzer û çalakvan Nadiya Ayt Zai got: "Dîroka zagona Cezayîrê jêder û qanûnên xwe ji qanûnên îslamî digre di warê telaq, mîras, zewac û rewşa medenî de lê hevdem ligel dagirkeriya Fransayê jî qanûndanerên Fransayê hewl dan ku li gorî qanûnên xwe vê qanûnê bi pêş bixin. Qanûna Cezayîrê ji sala 1959’an heya 1984’an di gelek guhertinan re derbas bû, ango piştî ku parlamenter Laila Aslaoui pirsgirêkên cuda zêde pêşkêş kir û got ku ji bo mafê jinan ê danîngehê, gelek têgîn û termînolojî hatin guhertin û ev e ya ku dadweran hewl da qanûnek malbatê ku rewşa kesane ya kesan eleqedar dike ava bikin.”
Ji ber serdestiya civaka baviksalar tevî madeyên nû yên qanûnê jî mercên jinan nebaş in
Nadiya Ayt Zai got jî ku divê qanûndanerên Cezayîrê hemû xalên zagonî yên girêdayî rewşa kesane ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û wiha domand: "Pêdivî bi pêdaçûna benda 66’an a zagona malbatê û dabînkirina mafên jinan ji bo jinûveavakirina jiyana xwe ligel liberçavgirtina berjewendiyên zarok heye.” 
Tevî ku welat di sala 2015'an de hin madeyên nû erê kirin, hinekên din sererast kirin û qanûnên ku tundiya li ser jinan sûcdar dike lê zêde kir jî; ji ber serdestiya civaka baviksalarî û zîhniyeta jinperest a ku hê jî jin ji ber şert û mercên nebaş ên aborî, civakî û siyasî di nav de ne, jin bi hêzek mezin vegeriyan. Bi destpêkirina tevgera gelêrî di sala 2019’an de dema ku çalakvan piştî zêdetirî 20 salan derketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin û Qanûna Malbatê wekî qanûneke "şermê" ya ku mafên wan ji wan girtiye bi nav kirin. 
Di nava daxwazên herî girîng ên hiqûqnasan de, rakirina xala 66’an a Qanûna Malbatê heye ku wan ew wekî nehiştina mafên jinekê ji bo xwedîkirina zarokên xwe ger ku ew ji nû ve bizewice, hesibandin. Wan gotin ku ji bo vê xalê ne naverok û ne jî danasînek heye. 
Aktivîstên jin û parêzvanên mafên jinan nifş bi nifş doza jinan û mafên wan diparêzin
Parêzer Nadiya Ayt Zai, parlamentera berê Nafisa Harch, seroka Komeleya Cezayîra Me Şerîfa Keddar, Fatima Seddik û Hayat Ait Aba, pêşnûmeya qanûnê ya ku rûmeta jinan dixe bin temînatê û wan ji her cure tundî, tacîz û tecawizê diparêze, pêşniyar kirin.
Çalakvan Somaya Salihî jî piştgiriya xwe ji bo rakirina xala 66’a zagona malbatê ya niha, ya mafên jinan binpê dike, nîşan. Di dawiya axaftina xwe de teqezî li ser derxistina zagon û rêkarên ku malbatê diparêze û rûmeta jinan diparêze li gorî zagonên medenî ku xizmeta berjewendiyên hemûyan dike, kir.
Nifş bi nifş, aktîvîstên jin û parêzvanên mafên mirovan hê jî doza jinan û mafên wan diparêzin, bi riya daxwazên ku ji zû ve di peyman, qanûn û peymanên navneteweyî de hatine dubarekirin, ên ku temînata mafê wekheviya zayendî di kar, mûçe û jiyana minasib de dikin.