Suham Şengalî: Bûyera revandina Axîna 6 salî bûyerek dijmirovî ye

Berdevka Têkiliyên Derva ya TAJÊ’ê Suham Şengalî derbarê zaroka biçuk Axîn ya li kampên Başurê Kurdistanê rastî destdirêjî û kûştinê hat, axivî û got: “Bûyera hat jiyîn dervayê exlaqa mirovî ye û li dijî Êzidiyan nîşaneya berdewamiya zihniyeta DAIŞ’ê ye."

EVÎN ZENDA

Şengal- Di 4’ê Tebaxa 2022’an de li kampên Êzidiyan ya başurê Kurdistanê bûyera revandina bav û zarokê wî ya 6 salî qewimî, pişt çend rojan cenazeya bavê zarok Axîn ya 6 salî hate dîtin. Lê tu agahiyekî ji Axîn ya 6 salî ne hate girtin. Piştî çend rojan dema ku cenazeyê keça biçûk Axîn hat dîtin li ser laşê wê şopên îşkence û destdirêjiyê hatibûn dîtin. Ruxmî kujer û tecawizker li xwe mikûr hatibûn jî, ji bo dadgehkirina wan heya niha tu gavekî ne hatiye avêtin.

Berdevka Têkilyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Suham Şengalî der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî. Suham Şengalî diyar kir ku jiyîna bûyerên dervayê exlaqa mirovî ya li başurê Kurdistanê û li dijî Êzidiyan nîşaneya berdewamiya zihniyeta DAIŞ’ê ye û bang li civaka Êzidî ya li kampan kir ku li hemberî bêexleqiya dijî baweriya Êzdiyatiyê serî netewînin.

“Bûyera hat jiyîn ji siyaseta PDK’ê ne qut e”

Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata Axîn re xwest û wiha axaftina xwe destpêkir: “Em sersaxî ji malbata Axîn re dixwazin. Buyerên bi vê awayê ji bo civaka me weke berdeemiya fermanê ye. 8 sal li ser fermanê re derbasbûye lê siyasetekî gelekî qirêj li ser civaka me ya Êzidî bi taybet yên li kampên başûrê Kurdistanê tê jiyîn. Ev 8 salin gelek caran me bihêst ku li kampan, Êzidî tên revandin, winda kirin û kuştin. Jiyîna bûyerekî wiha ya meha Tebaxê ji bo civaka me mehekî reşe, ji siyasete PDK’ê ya li ser Êzdiyan ne qut e. Ji ber li PDK’ê siyaseta qirkirin û tunekirina çandî û fizîkî dimeşîne.”

“Berpirsyara kuştina Axîn PDK’ê ye”

Suham Şengalî destnîşan kir ku zihniyeta DAIŞ’ê ku dixwest civaka Êzidî tune bike, îro li kampên başurê Kurdistanê de bi piştgiriya PDK’ê berdewam dike û wiha got: “Di warê hiquqa zarok û mafê mirovan de û di aliyê baweriyan de jî sucekî mezine ku zarokekî 6 salî were revandin, destdirêjî kirin û kuştin. Ev bûyer zihniyeta hikûmeta Başurê Kurdistanê nîşan dide. Ji ber ku berê kuştina zarok Axîn û bavê wê, tên revandin, ruxmî ku asayîşên PDK’ê jî vê yekî dizanin tu hewldanekî ji bo peydakirina wan nayê kirin. Niha jî ruxmî ku kujer û tecawizker diyare jî lê ji aliya hikûmeta PDK’ê ve tu gavekî ne hatiya avêtin. Ev nîşaneya yekane tişte ku zihniyeta PDK’ê ji ya DAIŞ’ê ne qut e. Çawa ku PDK’ê Şengal firot DAİŞ’ê, li başûr jî li dijî Êzidiyan ev zihniyet berdewam dike.”

Suham Şengalê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên veşartî yên PDK’ê, dewleta Tirk û DAIŞ’ê û wiha axivî: “Di dîrok û cewhera baweriya Êzidiyatiyê de serî tewandin nîne. Lê li başûrê Kurdistanê civaka me ya Êzidî rastî bi hemû bêexlaqiyê tê û yên ku vê yekî didin meşandin PDK’ê bi xwe ye û pişt wê zihneyta dewleta Tirk a dagirker e. Berê demekî jinekî Êzidî li Tirkiyê bi DAİŞ’ê kî re hate dîtin, ger li başûrê Kurdistanê lekolînên baş bên kirin em ê gelek van mînakan li başûrê jî bibînin. Şaneyên veşartî yên DAİŞ’ê herî zêde li başûrê Kurdistanê di bin parastina PDK’ê de ne.”

“Xwarina ax û kevîrên Şengalê jî mayîna gel xwediyên zihniyeta DAIŞ’ê bi rumettir e”

Suham di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ger civaka Êzidî li kampên başurê Kurdistanê ji buyerên wiha re bêdeng dimînin tê wateya ku ji çanda xwe qutbûye û wiha bilêv kir: “Civaka Êzidî ku li başûrê Kurdistanê jiyan dike ger li hember buyera destdirêjiya zaroka 6 salî bê deng bimîne tê wateya ku dev ji çanda xwe berdaye. Ji ber ku di çanda Êzidiyatiyê de serî tewandin nîne. Ger buyerekî bi vê awayî li Şengalê hatibe jiyan kirin, bê ku li benda hikûmeta bimînin civaka Êzidî wî bi xwe di nav xwe de mehkeme kiriba. Ji ber ku di dîroka civaka me de ger kesekî karekî xirab bike di nav civakê de tê cezakirin. Lê ji ber Êzidiyên li başûrê Kurdistanê ne li ser axa xwe ne nikarin çanda xwe bijîn û bidin jiyîn. Bila civaka Êzidî ya li başûr bên li şengalê kevir û axa Şengalê bixon, her ji mayîna nav PDK’ê ya xwedî zihniyeta DAİŞ’ê bi şereftir e.”

“Tekoşîna me ya dadgehkirina DAIŞ’ê berdewamiya doza Axîn e”

Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tekoşîna wan ya ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê, tekoşîna bi dest xistina mafê zarok Axîn ya 6 Sali ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ku ji bo tolhildana zarok û jinê Êzidî ava bûye, tekoşîna me ya îro bersiva herî xurte. Em weke TAJÊ ‘ê me gelek caran xwest xwe bighînin jinên Êzidî yên li kampên başûrê Kurdistanê de jiyan dikin lê belê ji ber siyaseta PDK’ê gelekî astengî hene. Dibe ku em îro nikarin xwe bighînin jinên Êzdiî yên li kampan, lê belê tekoşîna me ji bo dadgehkirina DAİŞ’ê û tecawizkaran heman demê berdewamiya tekoşîna doza Axîna biçuk e. Em bang civaka xwe dikin ku êdî bêjin bes e ji koletiyê û vegerin cewhera xwe ya Êzidiyatiyê”