Stêrk Gulo: Jêkirina por îsyanek li hember pergalê ye

Rojnameger Stêrk Gulo qetilkirina Jîna Emînî û serhildana ku pêk hatiye wiha dinirxîne: “Bi qetilkirina Jîna Emînî re serhildana jinan û gelan dest pê kir, em dikarin vê serhildanê, weke serhildana jinên Rojhilata Navîn bi nav bikin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Jîna Emînî ku di 13’ê Îlonê de bi malbata xwe re ji parêzgeha Saqizê ya yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye hatibû Tehranê, bi hinceta ku wê hîcab baş li xwe nekiribû ji aliyê polîsên exlaq ve hat girtin. Piştî girtina wê, ji ber lêdana polîsan ket komayê, li nexweşxaneyê krîza mêjî derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina Jîna Emînî nerazîbûn û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin û xwepêşandan du hefte ye didomin. Her wiha gel li hemberî zilma rejîma Îranê sêrî hilda û pêşengiya vê xwepêşandanê jin dikin. Li her derê bi qîrîna “Jin jiyan azadî” xwedî li Jîna Emînî derketin. Bandora vê yekê li tevahî jinên cîhanê kir ku jinan bi jêkirina porê xwe peyam dan zilm û dîktatoriya dewlet û mêr ku ew nêrazîbûnên xwe nîşan didin. Têkildarî qetilkirina Jîna Emînî û serhildana gel, Rojnameger Stêrk Gulo nêrîna xwe anî ziman.

“Serhildana li Îranê bangawaziyek ji bo serhildana jinan bû”

Stêrk Gulo serhildana gel wiha dinirxîne: “Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî re li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir, felsefeyeke ji bo azadiya jinan di nava civakê de derxist holê. Di heman demê de ev yek bangawaziyek ji bo serhildana jinan bû. Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî jinan wê weke şehîd penase kirin lê di heqîqetê de li hember rejîma Îranê ya baviksalarî, îsyaneke û dengê wê pir bilind e. Di vê pêvajoyê de pergala baviksalarî di Rojhilatê Navîn de, qeyranek mezin dijî ku ji wan yek jî rejîma Îranê ye. Rejîma Îranê ne tenê li hemberî jinan, li hemberî tevahî gel û Îranê xwedî ezmûnek mezin a polîtîk e lê em mêze dikin demokratîkbûn di pêkanîna wê de nîn e û pergala heyî pêşî li demokrasiyê girtiye. Giraniya vê pirsgirikê jî jin dijîn. Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî derket, peyamek bû ku pergala baviksalarî di hundirê Îranê de xwe dispêre nîzamê Melalî, di rastiyê de bi ser nakeve.”

“Jin pêşengên serhildanê ne”

Stêrk Gulo îsyana jinan wiha tîne ziman: “Îro jinên Kurd û gelê Kurd li her aliyên Kurdistan û cîhanê, neteweyek bindest e û li azadiya xwe digere. Jinên Kurd ji bo avakirina demokrasiyê dixwazin bibin pêşeng û têkoşer. Li Îranê çima hêrsa jinan wiha bilind bû divê em wek jin jî ji xwe re weke peyamek bigrin. Pergala rejîma Îranê xwe li ser bingeha tunekirina jinan û meşrûkirina koletiya wan ava kiriye, ji ber ku xwe li ser van xisûsan ava kiriye, di bingehê de qels û lewaz e, ji lewre nikare hîmê demokrasiyê ava bike. Li Rojhilatê Kurdistan heta li Îranê jin ji pîvana azadiyê bêpar têm hiştin. Îro mafên jinan nayê dayîn, berovajî tê standin. Loma serhildanêm ku çêdibin jin pêşengiya wan dikin û ev yek bi jinên Kurd re sînordar nemaye, jinên Azerî, Belûcî, Ereb ku bajarek mîna Îranê, bi nîzama Melalî tê naskirin, rabûn ser piyan, ev yek ji bo jinan gavek pir mezin e. Mirov dikare bibêje ku ev serhildan peyamek ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn e. Dengê jinan ne tenê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê sînordar ma, li hemû aliyên Kurdistanê bilind bû. Îro jin pêşengiya xeta “Jin jiyan azadî” dikin. Jin dixwazin bi vê felsefeyê serkeftinê misoger bikin. Her wiha peyamek wiha bû, nîşan da ku ger pergalên baviksalarî di Rojhilata Navîn de xwe neguherînin, wê ber bi xitimandinek mezin ve biçin. Lêkolîner qeyrana cîhanî weke qeyrana aboriyê bi nav dikin lê di rastiyê de qeyrana zîhnî ye û nehatiye guhertin.”

“Sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e”

Stêrk Gulo destnîşan kir ku jin dê bikaribin di vê pêvajoyê de xwe ji nû ve ava bikin û got: “Em niha di sedsala 21’ê de ne û Rêber Apo ji bo vê yekê dibêje sedsala 21’an sedsala azadiya jinan e. Jin dê bikaribin di vê pêvajoyê de xwe ji nû ve ava bikin û civakek xwezayî bidin çêkirin. Em hemû di wê baweriyê de ne ku avakirina civaka xwezayî û demokrasî yek jî derfeta herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê ye. Çawa ku pergala faşîst a Erdogan li hemberî têkoşîna jinan, bêçare maye dê faşîzma AKP-MHP bi destên Kurdan têk biçe, di heman demê de dê pergala Îranê jî bi destên jinên azadîxwaz, niştimanperwer û jinên ku bikaribin dengê xwe bi milyonan jinan re bikin yek re, têk biçe.”

“Qêrîna serhildana jinan”

Stêrk Gulo bal kişand ser jêkirina por û wiha domand: “Di dîroka gelê herêman de jin weke çand dema ku di nava civakê de porê xwe jêdikin, tişteke pir mûqades e ku ev yek nîşaneya îsyanek li hember pergalê ye û jinan vê yekê îsbat kirine. Jêkirina por kevneşopiyek pir kevin e lê nîşaneya îsyanek li hemberî pergala heyî ye û bi rastî jî piştî ku tevahî jin rabûn û qêrîn kirin, ev yek qêrîna serhildanê bû, vexwandina hemû jinan ji bo têkoşînê bû. Qetilkirina Jîna Emînî ji bo me tevan jî wek vexwendina têkoşînek bû. Em di wê baweriyê de ne ku dê têkoşîna jinan her dem bidome. Pergala heyî ger niha meşrûyet dide bêmafiya jinan û xwe li ser wan bi rêxistin kiriye, teqez dê di sedsala 21’ê de bê guhertin û karekterê serdemê vê yekê dixwaze. Porê wê kêmek xuya kiriye û hatiye qetilkirin, ev yek destnîşan dike ku jin bi zincîrê hatine girêdan. Serhildana gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev bû du hefte didome û ev serhildan ji bo têkoşînê bangawazî bû.”

“Serhildana jinên Rojhilata Navîn e”

Stêrk Gulo qetilkirina jinan wiha şîrove dike: “Dema me qetilkirina Jîna Emînî bihîst, em pir êşiyan lê ne agahiya yekem bû ku jin bi vî rengî tên qetilkirin. Ne tenê Rojhilatê Kurdistanê li gelek aliyên Kurdistanê jin tên qetilkirin û bûyerek nû nîn e. Ger pergala baviksalarî berdewam bike dê qetilkirina jinan jî bidome lê tişta balkêş ew e ku jinan cara dawî deng vedan û vê yekê qebûl nekirin. Heta niha jî serhildana gel bi azweriyek mezin berdewam dike. Em dikarin bibêjin ku ev serhildan, serhildana jinên Rojhilata Navîn e. Rejîma Îranê xwe li ser bingeha têkbirina jinan bi rêxistin kiriye, ji her alî ve mafên wan ji destê wan hatiye girtin mîna xwendin, mîras, zewac, ji ber hin tişt bûne zagon loma di nava nîzamê Melalî de her tiştî bi olê ve didin girêdan ku tu eleqeya wê bi olê re jî nîn e, berovajî li dijî exlaqê Îslamê ye. Îslam nabêje jinek bikuje û helal bike.”

“Hêzên navdewletî li hember vê serhildanê bêdeng in”

Stêrk Gulo bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî û wiha domand: “Hemû jinan îro bi yek dengî bang kirin û ev serhildan bi awayekî xwezayî pêk hat û qêrîna wan bilind bû. Li hember vê qêrînê bêdengiya hêzên navdewletî heye. Hemû hêz û herêmên navdewletî li hember vê îsyanê bêdeng in û tu çareseriyê bi pêş naxin. Heta niha ji bilî kesên azadîxwaz û demokratîk tu deng bilind nebûye. Partiya Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek pir girîng da peyama ku Jîna Emînî ji bo jinan hat dayîn, vexwendinek ji bo têkoşînê ye û em ê vê têkoşînê berdewam bikin. Em hemû jin divê ji xwe re dirûşma “Jin jiyan azadî” esas bigirin û em karibin vê têkoşînê bilind bikin. Di bingeha jin jiyan azadî de civaka azad heye. Paradîgmaya ku Rêber Apo ji bo tevahî jinan daniye ku hemû jin li ser jin jiyan azadî bimeşin heye. Ev dirûşma Jin jiyan azadî bi zimanê Kurdî û Farsî dema bilind dibû, kelecan da hemû jinan. Peyama Jîna Emînî ji bo tevahî jinan vexwendin e ku ji bo azadiya xwe têbikoşin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

“Bi saya rojnamevanan ev xwepêşandan tê dîtin”

Stêrk Gulo rojnamevanên ku serhildana gel dişopînin wiha anî ziman: “Hevalên me yên rojnamevan ên ku vê serhildana gel dişopînin û yên ku xwestin vê rastiyê bigihîjînin cîhanê, di bin şert û mercên zehmet de kar dikin. Îro em bi saya wan rojnamevanan agahî digrin û xwepêşandanan dişopînin. Zehmetî heye lê berxwedanek mezin jî heye. Ew rojnamevan canê xwe datînin holê da ku hemû cîhan serhildana wan jinan û gelan bibîne. Her wiha dixwazin zehmetî û zilma li ser jin û civakê bibînin.”

“Jin pêşengên serhildanê ne”  

Stêrk Gulo pêşengiya jinan di serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê de wiha parve dike: “Piştî ku serhildan mezin bû, me tevlibûna gelek mêran jî dît ku ev jî peyam e ev pirsgirêk ne tenê ya jinan e, ya hemû civakê ye ferqkirin. Îro jin pêşengiya vê serhildanê dikin û dixwazin bi têkoşînek mezin bigihîjin astek mezintir. Em dibînin ji ber kevirên bin hêzên polîtîk dihêje, naxwazin vê rastiya serhildanê bînin ziman. Bêdengiya hemû hêzên navxweyî cihê mixabiniyê ye û cihê rexneyê ye. Ji kuştina jinan re çav û guh tên girtin û zimanê xwe lal dikin. Bêdengiya heyî ji bo me hemûyan peyamek din e. Divê têkoşîna jinan di her warî de, bilind bibe. Serhildan heta niha jî bi awayekî çalak didome û em bi hêvî ne ku heta bi encam bibe jî bidome.”

“Bi serhildanê wê heyfa tevahî jinan bê girtin”

Stêrk Gulo herî dawî diyar kir ku divê tola Jîna Emînî bê girtin û wiha bi dawî kir: “Weke jinên Kurd divê em xwedî li jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê derkevin. Ev ne tenê pirsgirêka jinên Rojhilata Navîn e, ev pirsgirêk me hemûyan eleqedar dike. Jin li ku derê bin heman pirsgirêkê dijîn. Pêşengiya vê serhildanê jinên Rojhilatê Kurdistanê kirin û ji bo tevahî jinan pêşengiyek pir mezin û watedar e. Heta ku tevahî jin mafên xwe bi dest bixin divê ev serhildan neyê sekinandin. Bavê Jîna Emînî li ser tirba keça xwe axivî û got ku qetilkirina Jîna Emînî, veguheriye serhildanek mezin û ev yek ji bo wan cihê şanaziyê ye. Em bi vê wesîleyê gotinên bavê Jîna Emînî ji bo xwe bangawaziyek dibînin ku hemû jin divê heyfa Jîna Emînî bistînin. Rêbaza qetilkirina Jîna Emînî pir bêexlaqî bû, em ê bi vê serhildanê heyfa wê û hemû jinên ku hatine qetilkirin bistînin. Daxuyanî ji aliyên Îranê hat ku dibêjin em ê van serhildanan vemirînin, ev jî dikarin bi zor û tundiyê vemirînin û wê mirovan zêdetir bikujin. Pêşî li ragihandinê girtin, kes nizane li wir çidibe lê ev tevahî feyde nake tenê bi demkî ji bo polîtîkaya rejîma îranê feyde dike. Pîvana demokratbûna Îranê bi nêzîkahiya li hemberî jinan ve girêdayî ye.”