Siyasetmedara Tûnisî: Di parlementoyê de dengê jinan nîn e

Hilbijartinên parlamantoya Tunisê nakokiyên di rêjeya kêm a beşdarbûna jinan de derdixe pêş. Siyasetmedar û û çalakvana siyasî Safaa Dl-Madaynî anî ziman ku di ‘parlementoya mêr’ a heyî de dengê jinan nîn e û li dijî vê banga têkoşînê kir.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Gelê Tûnisê li benda avakirina parlamentoya di Adarê de ye. Beşdarbûna hilbijartinên zagonî ku di du tûrên ne zelal de pêk hatiye lawaz bû. Bangewaziyên siyasî û hiqûqî ji bo ku vegerin rêgeha beriya 25’ê Tîrmeha 2021’an a darbeyê hene, ji ber ku ew tekane rêgeha rewa ye.

Jinên Femînîst bang li serok Qeys Seîd dikin ku bi awayê cidî lawazbûna beşdariyê bibîne ji ber ku xelkê Tûnisê rêgeha heyî ya ku nûneriya wan nake red dike û teqez dike ku êdî Tûnisî baweriyê bi tu saziyek makzagonî naynin. Ev jî cihê fikar û metirsiyên hiqûqî û siyasî ye xuya dike ku dê rewş di pêşerojê de berdewam bike.

Siyasetmedar û çalakvana siyasî Safaa Dl-Madaynî di hevpeyvîna ji ajansa me re diyar kir ku rewş ne zelal e, daxwaza xurtkirina têkoşînê kir ji bo welat ji krîzên ku dijî rizgar bibe ji ber ku encam li ser pêşeroja Tûnisê wê nebaş bin.

*Bandora xetimandina siyasî ya ku Tûnis dijî çi ye?

Tûnis di nava krîzek siyasî aborî de maye. Piştî derbeya 25’ê Tîrmeha 2021’ê ev krîz kûrtir bû, astengî di hemû waran de bûn duqat. Ji ber ku serok wek takekesî hemû desthilatdariyê bi dest xist rewş xirab bû, parlamentoya ku Tûnisiyan bi hilbijartinên demokratîk ava kirin vala derxist. Bi derbeyek li dijî demokrasiyê, rêgeha şoreşê û destkeftiyên ku bi salan bû hatibûn bidestxistin vala derketin.

‘Hewl didin destkeftiyên jinan ji holê rabikin’

Rast e, di salên beriya ku parlamento were girtin de, pêşketin hêdî hêdî bû ji ber gelek faktoran lê ew nimûneya azadiyê û xurtkirina demokrasiyê bû. Beşadarbûna jinan di warê siyasî de xurt kir û piştgiriyê da wan ku li navendên biryargirtinê pêşeng bin. Lê niha serokê parlementoyê hewl dide wan destkeftiyên pêvajoya girîng di dîroka Tûnisê de ji holê rake. Dixwaze partî nemînin û civaka sivîl jî ji holê rake, ji bo rola jinan nemîne. Ev yek Tûnisê, saziyên hikumetê û parlamentoya ku bi awayê rewa hatiye hilbijartin hedef digre.

Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 8 derbas nekir

Der barê hilbijartinan de jî bersiva Tûnisiyan hişk bû. Bi taybetî piştî boykotkirina giştî ya hilbijartinên zagonî ku dema dawî li dar ketine. Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 8 derbas nekir. Gel ev rêgeh red kir û eşkere kir ku desthilatdariya heyî nikare dewletê bi rê ve bibe ne jî guhertinan têde çêbike. Ew beşdarbûna lawaz bi nezelaliyê dagirtîbû, dabeşkirina dengan nehat belavkirin ku tê de rêjeyên rastîn xuya dibin.

*Hûn amadebûna jinan di hilbijartinên zagonî de çawa dinirxînin. Şîroveya we ji bo beşdarbûna kêm a jinan weke namzed û hilbijêr çi ye?

Dîroka têkoşîna jinên Tûnisî dûr û dirêj e. Di hebûna zagonên pêşketî û balkêş de diyar dibe ku wan ked dane heta cihê xwe misoger bikin. Di makezagona 2014’an de bi awayekî çalak jin beşdarî nivîsandina wî bûn. Mafên jinan tê de hene ku girîngî dane pêkanîna wekheviyê û rola jinan di hemû waran de diyar kirine. Lê belê em dibînin ku destkeftiyên me bi zagonan bi dest xistine. Weke zagona têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinan ku bi xwe di warê parastina mafên jinan de şoreşek bû. Li pêş çavên me di rêgeha 25’ê Tîrmehê de winda dibin. Ev rêgeh jinan napejirîne, zagona hilbijartinê ji bo projeya desthilatdariya heyî der barê jinan de ‘şermeke navneteweyî ye’, beşdarbûna jinan ji %5 derbas nekir.

‘Parlementoya mêran: Dengê jinan nîn e’

Ev rêje nîşaneya boykota jinan a mezin e. Ev beşa civakê ku her dem di têkoşînê de di rêzên yekem de bû, rêjeya jinên dê dikevin parlamentoyê ji sedî 10 jin li hemberî ji sedî 90 mêran, dîmenek dramatîk a parlemantoya mêran e. Tê de deng û mijarên jinan nîn e, di parlamantoya berê de hejmara me ji sedî 25 bû û em endamên komîteyên hundirîn bûn, cîgira serokê parlamantoyê bi xwe jî jin bû, Semîra El-Şwaşî. Me destkeftiyên xwe winda kirin, bûn xewnên em dixwazin vegerin. Ev projeya paşketî hemû destkeftî rûxandin û li hebûna jinan da di warê siyasî de. Zagona dûrxistinê ku serok li ser sîstema hilbijartina kesan pêk aniye ew tenê astengî dan pêşiya jinan di civakeke mêr rojhilatî de dengê xwe nadin jinan lê dengên jinan ji bo xwe dixwazin, ev nakokiyek ecêb e. Li gel astengiyên darayî yên li pêş namzediya jinan dema fona xebatên hilbijartinê rawestand, baş dizanibû ku rewşa jinan a aborî ji ya mêran nebaştir e. Lîsteyên hilbijartinê yên serbixwe piştgiriya civakî ji namzedên jin re nîşan dide li gel piştgiriya partiyan jî ji jinan re, niha jin ji zagona nû ya hilbijartinan bêpar mane.

Beriya 25’ê Tirmehê jin di jiyana siyasî de çalaktir bûn

Dixwazim destnîşan bikim ku jin di hilbijartinên beriya 25’ê Tîrmehê de aktîf beşdarî jiyana siyasî dibûn, prensîba hevsengiyê jî derfet da jin bi ser bikevin û lîsteyên hilbijartinan birêve bibin. Diviyabû ew prensîb bihatana parastin û pêşve bibirana. Em xemgîn in dema em dibînin serdema şoreşa jinan aktîf rêveber bi rêgeha heyî re diçin êdî em jinên weke serokên komîteyan di parlamantoyê de nabînin, rola wan ne li gor cihê wan ê rast e. Divê civaka sivîl û femenîst van kiryaran şermezar bike tu xêr di desthilatdarî û welatên  ku rêzê ji jinan re nagirin de tune ye.

*Li ser paşveçûna rêjeya beşa ciwanan ji bo hilbijartinan ku ji %4 derbas nekir tu dixwazî çi bibêjî?

Rast e beşa ciwanan serok Qeys Seîd gihîştand desthilatdariyê lê ew ji bo wê beşê ne dilsoz bû. Ciwanan bi hişmendî û hişyariya xwe hilbijartinên ku wan bêhêvî û pêşeroj dihêlin boykot kirin. Salek û nîv ciwanan guhdarî axaftinên serok dikirin bêyî ku çare ji pirsgirêkên welat  ên heyî re bibînin. Ciwan bêhêvî man û berê xwe dan keştiyên mirinê. Beşa ciwanan daxwaza derfetên kar dike, têkoşîna li dijî gendeliyê, jiyana bi rûmet û demokratîk lê wan xwe li xelekek tarî girt, bê asoyên rastîn de dîtin.

‘Em ê têkoşînê xurtir bikin’

Em bang li hemû ciwanan dikin ku beşdarî karên siyasî bibin û bêdeng nemînin. Divê vegerin çalakiyên xwe yên komeleyatî û partiyê û tevli însiyatîfên civakî bibin ji bo welat û pêşeroja jinan û ciwanan rizgar bikin. Bi taybetî piştî nezelalbûna rewşa heyî, rewşa aborî û civakî ya nebaş di encama siyasetên şaş tekekesî de hat divê em têkoşînê ji bo welatê xwe xurt bikin.

*Riyên ku gelê Tûnisê ji krîza heyî rizgar bikin çi ne?

Di serî de divê em astengiyên heyî ku serok bi derbeya xwe re daniye pêş me rakin û vegerin rêgeha rewa ya berê ku encama hilbijartinên demokratîk zelal bû. Ev jî bi diyaloga niştimanî di nava hemû partiyên aktîf û rêxistinên civaka sivîl û jinan de dikare pêk bê ji bo nêrînek aborî hevbeş û zelal welat ji vê krîzê derxe ava bikin, çareseriyên pratîk bi lez ragihînin.

Rewşa jinan îro li Tûnisê gelekî xirab e diviyabû li ber çavan bihata girtin. Ji ber ku jin herî zêde zirarê ji hemû krîzan dibînin. Welat bi hemû pêkhatiyên xwe yên siyasî re divê bibe yek  ji bo nêrînek hevpar hebe û krîza ku xewn, hêvî, azadî wekhevî û destkeftiyên Tûnisiyan tune kiriye çareser bibe.

*Di dawiyê de hûn rewşa jinan di pêvajoya li pêş de çawa dibînin?

Tevî tarîtiya rewşa niha, ez hêviyê di jinên Tûnisî de dibînim. Ji ber ku dîroka wan tijî destkeftî ne. Tevî siyaseta li ser dûrxistin û paşguhxistina jinan jî divê beşdarî jiyana siyasî bibin, li dijî derbeya serok rabin ji bo sîstema demokratîk encama şoreşê vegerînin. Ez ji jinan re dibêjim ji bilî têkoşînê tiştek li pêş me nemaye. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin û mafên xwe û prensîbên şoreşa xwe vegerînin têkoşîn pêwîst e. Divê bi hevgirtina me jinan bi hev re em rola xwe ya pêşeng bilîzin û vegerînin, bibin hêza pêşniyaran. Bi xurtî li dijî hemû şêwazên ku me ji jiyanê dûr dixin rawestin.