Seroka Komeleya Jîn Buşra Elî: Emê jin bi hev re hemû astengiyan derbas bikin
Seroka komeleya Jîn a Lûbnanê di derbarê karê kemeleya xwe ya salekê de nirxandin kir û got: “Hewildanên me hemû ji bo ezmûn û nênînên jinan gihandina heve. Herî zêde jî di mijara li dij derketina dagirkerî û kuştinên jinan wan xebat daye meşandin.”
CAROLİNE BAZZİ
Beyrût - Komeleya Jîn ku navê wê tê wateya “Jin jiyan û esl e” bi navgîniya tifaqa bi jinên cûrbecûr ji welatên Erebî û herêmî hewl dide ku hişmendiya perspektîfa jinê bide avakirin, çanda diyalogê û pevguhertina ezmûnan pêşve bixe. Tevî ku Jîn hêj sala xwe ya yekem derbas nekiriye jî karibûye bi çalakiyên xwe yên cûrbecûr gelek semîner, danişînên hişyarkirinê û du înîsiyatîfên herêmî saz bike.
Seroka komeleyê, Buşra Elî, li ser Jîn ji ajansa me re ev nirxandin kir: "Komeleya Jîn komeleyek sivîl e ku bi karûbarên jinan re eleqedar dibe û armanc dike ku jinan bi hêz bike û wan fêrî bihevrebûn û ji hev hêzgirtinê bike. Di nav armancên wê yên herî girîng de tora di nav jinan de pêşvebirina diyaloga hevbeş û pevguhertina ezmûnan e. Di heman awayî em dixwazin tifaqên jinan berfireh bikin.”
“Hewceye jin ezmûnên xwe bi hev re par bikin”
Buşra Elî li ser têgînên ku navê komeleyê digire nav xwe jî ev tişt got: "Navê Jîn wateyek sembolîk digire, ji ber ku peyva Jîn di zimanê Kurdî de ji yekê zêdetir wateyên xwe hene, wateya jin û jiyanê dide, lê di heman demê de wateyek wê di zimanê erebî de jî heye û yekjimara peyva gen an mîrat e. Em li ser vê şêweyê dixebitin jib o îsbat bikin ku jinek azad û hişmendiya wê bi nêrîna jinê ye, jinek xwedan kesayetiyek bihêz û hay ji xwe heye. Ji pirsgirêkên heyî re fikarên wê hene û di heman demê de ji bo awayên çareserkirina wan dê bibe koka çareseriya jiyanê.”
Buşra li dijî gotina ku "jin nîvê civakê ne" disekine û bilêv dike ku jin lingê bingehîn ê civakê ye, lê ev nayê wateya rakirina cinsê dijber û wiha domomîne: "Ez ji helwesta dualîzma ku hevûdu temam dike diaxivim û jin wekî hebûnek serbixwe ye.”
“Bi nasnama xwe ya jinbûnê ketina nava siyasetê”
Buşra sedema vekirina komeleyê û asta ku di salekê de gihayê wiha pênase kir: "Komeleya Jîn di 30’ê Hezîrana 2020’an de hat vekirin, yanî em niha damezrandina wê ya salekê pîroz dikin. Çalakiyên Komeleyê cûrbecûr in û di hemû waran de mijûl dibin, lê hemî di çarçova bihêzkirin, tore, diyalog û damezrandina çalakiyek hevpar e. Ji danişînên haydarbûnê ku em tê de li ser dozên jinan disekinin destpê dike wekî têkiliya jinan bi siyasetê re û wateya rastîn a siyasetê, her wiha têkiliya bi aboriyê re, zêdebarî dozên civakî û hiqûqî.”
“Dîroka jinan yek ji şaxên danişînên hişyarkirina pêşerojê ye"
Buşra Eli xalên bingehîn ên pêwîst dîtine û li ser rawestane wiha anî ziman: "Me ji bo danişînên hişyarkirinê çarçove û xet diyar kir û em ê li gorî wê bimeşin. Di pêşerojek nêz de, em ê di nav van danişînan de dîroka jinan nîqaş bikin, dîroka jinan çi ye? Ji xwe ev mijarek e ku tu kes pê nepeyiviye. Jin xwedî têkoşîn berxwedanî ye, em bi van beşan hewl didin ku ji ezmûnên têkoşînê yên heyî sûd werbigirin, çi li Libnanê, çi li welatên din ên Erebî û herêmî. Em kesayetên jinan ên ku li welatên xwe û di tevgerên jinan ên heyî de dixwînin û dibe ku rexne li rewşa têkoşîna jinan a heyî hebin, lê ya rastîn ku em nikarin wê paşguh bikin ev e ku têkoşînên rastîn ên jinan gihaştiye astek ku hêjayî jinûve analîzkirina wê bi awayekî rast bi taybet piştî bûyerên ku herêmê dît ku bi navê "Bihara Erebî" bû, ji ber ku em pêhesîn ku serhildanek berbiçav û hebûnek fireh a tekoşînên jinan heye, ji ber vê yekê piraniya fitîla serhildanên girseyî yên ku jin li pêş bûn vê tevgera girseyî pêxist, heya jin di tevgera Lubnanî de jî pêşeng bû.”
Du destpêşxeriyên ku rêxistin û komeleyên Ereb û herêmî digihînin hev
Buşra sedemên sereke yên rêxistin û komeleyên jinan ên heremî digihîne hev jî wiha pênase kir: “Ev her du destpêşxeriyan komele û kesayetiyên jinan ji zêdeyî heft welatan digihîne hev tevî ku her yek ji wan binyata xwe ya siyasî heye, lê belê em hîn jî di rêgezê rast de ne, ji ber ku em li ser tiştê ku me li hev dicivîne disekinin. Em dizanin ku hûrbûna li ser tiştên hevpar dijwar e, lê em her dem hewl didin ku li ser wê bixebitin. Pirsgirêkên jinan di navbera me de xala hevpar e û em hewl didin li ser pirsgirêkên me li hev dicivîne, sûdwergirtina ji ezmûnan bisekinin evin; ya yekem destpêşxeriya hêza me bi yekbûna me ye. Em li ser pêkanîna konferansa jinan a herêmî di asta Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur de dixebitîn. Diviya di Gulana borî de bihata li dar xistin, lê korona em neçar kirin ku paş bixin, ku ev konferansa duyemîn e piştî ku konferansa yekem li Tirkiyê di 2013’an de hate pêk anîn û ev berdewamiya konferansa yekem e. Komîteya Amadekar a vê konferansê neh komeleyên jin digire nav xwe ku ji heft welatan e, Sûriye, Iraq, Tirkiye, Tûnis, Filistîn û Misr ê. Ji Lubnanê em bi sê komeleyan beşdar dibin ku ew jî Jîn, Civîna Jinên Demokrat ên Lubnanî û Komeleya Çanda Civakî ya Nowroz.”
“Têkoşîna li dijî dagirkeriyê û qirkirina jinan "
Buşra behsa destpêşxeriya duyemîn û mercên zayîna wê kir û got: "Destpêşxeriya duyem destpêşxeriya dijderketina dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehî û aştiyê ye. Di dawiya sala borî de, me digel çend komeleyên jinan ji gelek welatan nîqaş kir ku diyardeya dagirkirinê her ku diçe bêtir belav dibe û bêtir bandor li jinan dike, me ji xwe pirsî ka em ê heya kengî tamaşe bikin? Me bi gelek rêxistinên jinan re ji heft welatanên weke Misir, Lubnan, Filistîn, Iraq, Sûriye, Tûnis û Turkiyê têkilî danî. Me bi wan re nîqaş kir û gelek raman dan pêş ku em tiştek cidî bikin. Me di civîna pêşîn a şêwrê de pêşniyar kir ku em destpêşxeriyek saz bikin û em gihiştin vî navî, li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehî û aramiyê. Ji ber ku dagirkerî û tunekirina jinan bi hev ve girêdayî ye û armanc ji vê yekê gihandina ewlekarî û aramiyê ye. Me ji heft welatan bi 12 rêxistinan dest pê kir û ji deh welatan bû 35 rêxistin û komele. Me daxuyaniyek hevbeş weşand û damezrandina destpêşxerî di 12’ê Çileya 2020’an de ragihand. Ev dîrok wateyek xwe ya girîng heye ku ew jî salvegera şihadeta Sekretera Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrin Xelef e ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetilkirin.”
Di van xebatan de giringiya şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Buşra Elî îşaret bi girîngiya şoreşa jinan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye û wiha dom kir: "Ew şoreşek hêjayî lêkolînê, baldarî û ketina nava hûrguliyên wê ye. Girîng e ku em vê şoreşê bixwînin, ji ber ku gelek ders tê de hene mirov dikare jê sûd bigire. Dibe ku em ji bo destpêşxeriya duyemîn, wekî destpêşxeriyek fermî konferansek damezrîner li dar bixin. Di derbarê mijara dagirkeriyê de, em giraniyê bidin ser dagirkeriya Tirk.”
“Bi hev re em ê bihêz bibin"
Seroka Komeleya Jîn, Buşra Elî, axaftina xwe wiha bi dawî dike: "Di nav salekê de, tevî belavbûna nexweşiya korona û teqîna Beyrûtê di Tebaxa 2020’an de em dihesibînin ya ku me pêk anî baş e. Me gelek çalakî ku piraniya xwe di derbarê daneşînên haydarbûnê de ye organîz kir. Hêza me bi yekîtiya me ye dê ronahiyê zû bibîne ,em hewl didin ku destpêşxeriya li dijî dagirkeriyê û qirkirina jinan pêş bixin. Em hêvî dikn ku rokeleke sereke di têkbirina li hemberî dagirkeriyê de bilîzin. Bi hev re em ê her tiştî derbas bikin û aşîtiyê pêk bînin.”