Sema Begdaş: Li hemberî herêma me planeke siyasî û aborî tê kirin

Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk Sema Begdaş têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê rû didin nirxandin kir û wiha got: “Mixabin ev ne cara yekemîn e sînorê Sêmalka tê girtin her dem di bin hinek bihaneyan de hikûmeta herêma Kurdistanê derî digre, mijar berjewendiyên siyasî ne. Girtina sînorê Sêmalka û Pêşxabûr xizmeta doza Kurd nake. Li hemberî herêma me planeke siyasî û aborî tê kirin û êrîşên dewleta tirk ên herî dawî li ser Zirganê mînakên herî berbiçav in.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Di vê dema dawiyê de li ser Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê planên vekirî hatin pêkanîn. Li aliyekî PDK’ê bi hin bihaneyên biçûk sînorê Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Pêşxabûr ê Başûrê Kurdistanê de girtiye, li aliyê din jî dewleta tirk navçe û gundewarên Til Temirê yên girêdayî Kantona Hesekê bi dijwarî topbaran dike û hejmarek ji sivîlan şehîd ketin û birîndar bûn. Her wiha rejîma Sûriyeyê jî deriyên tîcaretê yên Tebqa û Minbicê li ser herêmê girtine. Ev planên eşkere jiyana mirovên herêmê dixin nava xeteriyê, hemû bûyer di hemen demê de didin diyarkirin ku dîsa lihevkirinên qirêj li ser vîna vî gelî hene. Têkildarî van mijaran Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş nirxandin kir. 
“Girtina sînorê Sêmalka bi armanca berjewendiyên siyasî ye” 
Sema armancên girtina sînorê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de nirxand û wiha anî ziman: “Di serî de çalakiya malbatên şehîdan a ku ket meha sêyemîn, tevî hemû saziyên civaka sivîl ji bo wergirtina cenazeyên pakrewanên azadiyê em pîroz dikin. Em dibînin ev çalakiyek rewa ye û pêwîst e cenazeyên van şehîdên ku di şerê li hemberî dagirkerên Kurdistanê de şehîd ketine teslîmî malbatên wan bên kirin. Sînorê Sêmalka deriyekî mirovî ye di sala 2013’an de di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji bo derbaskirina alîkarî û pêdiviyên mirovî ji herêmê re hatiye vekirin. Mixabin ev ne cara yekemîn e derî tê girtin ji ber ku her dem di bin hinek bihaneyan de hikûmeta herêma Kurdistanê derî digre. Herî dawî jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê hin prosedurên hişk ji bo derbasbûna welatiyan ji Başûrê Kurdistanê danîn. Welatiyên nexweş li Rojavayê Kurdistanê hemû derî ji wan re ne vekirîne biçin bajarên weke şam an jî cihekî din tedawiya xwe bibînin, ji bo wê ev derî riya derçûnê ya herî bi ewle bû. Niha hikûmeta Başûrê Kurdistanê gelek belgeyan ji welatiyan dixwaze heya bikaribin derbas bibin vê yekê gelek astengî û zehmetî dide çêkirin. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 milyon mirov dijîn û girtina sînor pir ziraran ji bo welatiyan bi xwe re tîne. Em dizanin girtina sînor ne  di bin banê van bihaneyên biçûk de ye lê belê mijar berjewendiyên siyasî ne. Li hemberî herêma me planek tê kirin, ji hemû aliyan ve sînor hatine girtin ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve deriyê Tebqa û Minbicê, li aliyê Bakurê Kurdistanê ji demên dirêj ve sînor girtîne û herî dawî jî Başûrê Kurdistanê derî girt. Li ser herêmê ambargoyên aborî û siyaseta birçîhiştina welatiyan tên meşandin.”
“Siyaseta PDK’ê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê ji êrîşên dewleta tirk ne dûr e”
Sema di berdewamiya nirxandina xwe de bal kişand ser encamên girtina sînorê Sêmalka ku dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta tirk û wiha got: “Girtine sînorê Sêmalka xizmeta doza Kurd nake, ev dikeve nava qezenc û destkeftiyên dijmin li dijî ax û gelê me. Ger îro em ji welatê xwe hez dikin û bi êşa gelê xwe hîs dikin pêwîst e em hemû derfetên jiyanê ji wan re biafirînin û hemû nakokiyên hene em dikarin bi riya diyalogan çareser bikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî di bin tehdîdan de ye û rojane herêmên me tên topbarankirin. Siyaseta PDK’ê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê ji êrîşên dewleta tirk ne dûr e. Dewleta tirk a dagirker bi qirkirineke çandî, siyasî û aborî êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike. Ji meha Nîsanê ve dewleta tirk bênabver êrîşî çiyayên azad û Kurdistanê dike, bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê li hemberî van êrîşan bi vî rengî nabe. Em dizanin dibe ku her herêmek taybetmendiyên wê hebin lê tiştên hene girêdayî prensîbên kurdayetiyê ne. Ger em dibêjin doza Kurd yek e pêwîst e li gorî wê tevgera me di xizmeta civaka me de be. Îro em dibînin mirovên me li ser xaka xwe bi destên dijminan tên şehîdxistin her wiha bi dehan baregehên dewleta tirk di xaka Kurdistanê de hene. Kurdistan bi giştî di rewşeke awarte re derbas dibe hemû dewlet dijminatiya gelê Kurd dikin ji bo ku Kurd bê statû bimînin û bibin qurbaniyên şeran. Pêwîst e Kurd li hemberî van siyasetan hişyar bin, hemû plan zelal in û dijminên gelê Kurd li ber çavan e. Bi hezaran mirovên me di zindanên dijminan de ne, dewleta tirk dixwaze Kurdan xwe bi xwe bi hev bide kuştin û hewldanên şerê navxweyî li başûrê Kurdistanê dike. Pêwîst e hikûmeta Başûrê Kurdistanê nebe destek ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta tirk û hemû dijminên Kurdistanê, pêwîst e em hemû bi rihê berpirsyariyê tevbigerin.”
“Her ku em gavek ber bi azadiyê ve davêjin êrîşên dewleta tirk zêde dibin”
Sema êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Til Temir û gundewarên wê nirxand û wiha pêde çû: “Dema em tên destpêka avakirina dewleta osmanî û heya roja îro em dibînin li ser esasê îmhakirin û qirkirina gelê Kurd her wiha rijandina xwînê ava bûye. Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve heya roja îro êrîşên dewleta tirk nerawestiyane, her cara ku li Rojavayê Kurdistanê qezencek çêdibe dewleta tirk êrîş dike. Di destpêkê de bi riya DAIş û çeteyan planên xwe bi cih anîn lê piştî şikandina çeteyan yekser dewleta tirk daket meydanê û rû bi rû êrîşî Kurdan dike. Dagirkirina herêmên me weke Efrîn, Serêkaniyê û şehba mînakên wê yên herî sereke ne. Her gavek ber bi azadiyê ve em davêjin êrîşên dewleta tirk zêde dibin. Tevî van hemû planan gelê me têkoşîneke mezin dide meşandin û doza me di tevahî cîhanê de hatiye naskirin. Îro bi pêşengiya gelê Kurd projeyek demokratîk li Sûriye û tevahî Rojhilata Navîn tê meşandin . Êrîşên herî dawî li ser navçeya Zirganê ya girêdayî Til Temirê ku di encamê de çend sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan êrîşn nerewa ne û armanc ew e jy dîsa gelê me bi koçberiyê re rû bi rû bimîne û ewlehiya herêmê hedef bigre. Em li ser xaka xwe dijîn û me êrîşî tu kesê nekiriye lê ger şerek li ser herêma me çêbibe em ê xwe biparêzin. Di sala 2019’an de du îtîfaq di navbera dewleta tirk û Rûsyayê de her wiha di navbera dewleta tirk û Amerîkayê de ku pêwîst e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbest çêbibe hat îmzekirin, tevî wê dewleta tirk bi sedan car hemû pîvanên navneteweyî û mirovî binpê dike û herêma me topbaran dike. Dewleta tirk dixwaze tevliheviyan di navbera mirovên civaka me de çêbike. Berî çend rojan jî dîsa civîna astana hat lidarxistin di encama wê de dewleta tirk herêmên me hedef girt, ev dide diyarkirin ku dewleta tirk li ser tunekirina gelê me di nav lihevkirin û hewldanan de ye.”
“Pîvan û prensîbên me ji bo guhertinên nû hene”
Sema wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Ji destpêka şoreşê ve heya niha perspektîfên ku vî gelî xwe li ser birêxistin kirine û şoreş gihandin vê astê di bingehê de hatin destgirtin. Gelê me li ser esasê şerê gelê şoreşgerî xwedî li şoreşa xwe derket. Berxwedana gelê me balkêş bû, weke destanên dîrokî tê pênasekirin û nîqaşkirin. Berxwedan azadî û demokrasiyê bi xwe re tîne. Pîvan û prensîbên me ji bo guhertinên nû hene û em ê her destkeftiyên xwe bi berxwedanê biparêzin.”