“Sedema herî mezin a qirkirina zayendî netewperestî û zayendperestî ye”

Kampanyaya bi navê “Qirkirina zayendî” ku Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê li dijî qetilkirina jinan daye destpêkirin berdewam dike. Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Halîde Turkoglu got ku sedema herî mezin a qetilkirina jinan gotinên rêveberên hikûmetê û polîtîkaya bêcezabûnê ye. Halîde Turkoglu bang li jinan kir ku ji bo pêşî li qetilkirinan were girtin, li her qadê li dijî faşîzma mêr rawestin.

 
Amed- Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ku nêzî 300 rêxistinên jinan de nav de ne li dijî qetilkirina jinan ku li welat her diçe zêdetir dibe, di 22 Çileyê de kampanyaya bi navê “Qirkirina zayendî” da destpêkirin. Kampanyaya ku daxwaz dike meclis ji ber qetilkirina jinan kom bibe; ji aliyê gelek nûnerên rêxistinên jinan, nivîskar û kesên navdar ve piştgirî dît û ji bo daxwaz pêk werin dest bi tevgerê kir 
Di vê dema ku xebatên jinan ên ji bo kampanyayê li her derê didomin de li ser qetilkirina jinan û sedemên wê, em bi Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Halîde Turkoglu re axivîn. Turkoglu got ku qetilkirina jinan ku bûye wekî qirkirina zayendî, her roja diçe zêde dibe, ji ber têgehên zayendperest û neteweperest hatiye vê astê.
Qirkirina zayendî çi ye? 
Em wiha bibêjin. Dema ku em dibêjin qirkirina zayendî em behsa hinek zîhniyetên ku di civakê de li ser cudakariyê yan jî bi gotinên nefretê li dijî zayenda din dibêjin dikin. Dibe ku ev tunekirine fizîkî, aborî yan jî çandî be. Em dibînin ku aliyek, di ser rolên zayendî yên civakî de li dijî aliyê din bi rolên zayendperest bi awayên cuda bi şîdet hereket dike. Dema em dibêjin tunekirina zayendî, em behsa newekheviya jin û mêr dikin lewre li cihê ku wehkevî tune be şîdet çêdibe û halê herî dawî yê şîdetê jî tunekirina fizîkî ye. Ev jî mafê jiyanê nahêle. Cîhana em lê dijîn, jixwe di bin desthilatdariya mêr de ye. Dema em ji aliyê saziyan ve, ji aliyê jiyana rojane û têkiliyên malbatê de lê dinêrin dikarin bibêjin ku şer heye û li dijî vî şerê jî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê heye. Li aliyekî cîhana mêrê ku dixwaze îtaet bide kirin heye, li aliyê din jî têkoşîna ku dibêje cîhanek din mumkum e heye. 
Li vî welatî sedema zêdebûna qetilkirina jinan û rola desthilatdariyê ya di vê xalê de çi ye? 
Li Tirkiyeyê her roj hema bêje sê jin tên qetilkirin. Hinek caran hejmar dibe pênc jî. Qirkirina zayendî tê wateya ku mafê we yê jiyanê ji aliyê hinekan ve ji we hatiye girtin. Ji aliyê din ve jî yek di nava civakê de nayê dîtin. Bi desteserkirina destkeftiyên ku bi ked, maf û têkoşîna me çêbûbûn, paşveçûn çêbûye. Li dijî şîdetê têkoşîn heye, em ji vê re dibêjin tevgera jinan. Li aliyekî jî em behsa mekanîzmayek dewletê ya ku civakê desteser kiriye dikin. Ew dibêjin em ê bi saziyên xwe, newekheviyên di civakê de ji holê rakin lê ya dikin çi ye? Em baş dibînin.
Dema em li Tirkiyeyê li bûyerên qetilkirina jinan dinêrin, dibînin ku bi taybetî bi hikûmeta AKP’ê re li dijî jinan hem di warê çandî hem jî mafên bingehîn de nêrîneke zayendperest ku destkeftiyan qels dike heye. Dema ku em li gotinên zayendperest ên hikûmetê binêrin, em ê bibînin ku çawa sîrayetê nava civakê dikin. Ên daxwaza wekheviyê dikin, ji ber van gotinên zayendperest bûne hedef. Mijara ku em jê re dibêjin şîdeta nava malê jî ji ber polîtîkaya hikûmetê her wiha peywira xwe bi cih nayne û di ser de jî bi gotinên zayendperest pêşî li vê yekê vedike.
Îro hemû saziyên dewletê, di bûyera şîdeta li dijî jinan de, bi mantiqa parastina malbatê jinan ji nedîtîve tên û bi wê ferasetê hereket dikin lê em baş dizanin ku jin îtaet bikin jî dê ew rehet nebin. Mêr wisa hêza şîdetê bi xwe re dibînin ku piştî demek jixwe jin vê bibêjin jî dibin hedefa şîdetê. Şîdet carek, du car, sê car didome û herî dawî jî mêr jinê qetil dike. Çima lewre vê yekê mafê xwe dibîne, dewlet li pêş zagonan bi awayê eşkere vî mafê dide mêr.  
Di  pêvajoya pandemiyê de qirkirina zayendî çawa bû jin rojane zoriyên çawa jiyan?
 
Bi taybetî piştî salên 2000’î, rojeva esasî ya tevgera jinan, têkoşîna bi qetilkirina jinan re bû. Bi pêvajoya pandemiyê re hat dîtin ku mafên esasî yên jinan di xeterê de ne, ger hikûmet tedbîran negrin dê newekhevî zêdetir bibe. Hikûmetê bi vê pêvajoyê re vê yekê ji xwe re firset dît. Wisa anî xalek ku Peymana Stenbolê anî rojevê û bi xwe li ba şîdetê pozîsyona xwe çêkir. Di vê pêvajoyê de giştînameyên ku saziyan dişandin û mekanîzmayên ku di rewşên şîdetê de jinan serî li wan didan hatin rawestandin. Wisa bû ku dema şîdet pêk were jin û zarok nizanin biçin ku û bigihîjin kê? Reweşeke nediyar derket holê. Di vê xalê de me jinan li dijî şîdetê têkoşîneke cidî meşand.
Di sala 2021’ê de jî mixabin dê heman pêvajo bidome. Gotinên rejîma AKP’ê di warê jiyanê de newekheviyê diafirînin. Bedela vê newekheviyê jî dibe şîdet û li dijî me pêk tê. Ev jî hem bi awayê şîdeta dewletê hem jî şîdeta mêr a hatiye tehrîkkirin çêdibe.
Li Tirkiyeyê faktora herî mezin a qirkirina zayendî niha çi ye? 
Dewletê jixwe di vê xalê de aliyê xwe diyar kir. Mijarên peywira malbatê û zanîngehên jinan di pêvajoya pandemiyê de ketin rojevê. Jinan jixwe di warê aborî de zehmetiyan dikişandin lê bi vê pêvajoyê re wan şandin malên wan. Dewletê bi aqilê xwe yê tehekumkar xwest jiyana rojane ji nû ve bixe bin kontrola xwe. Li dijî vê yekê tevgerên jinan jî tenê bi xwe bawer bûn. Ji van mijaran xaleke ku dewlet pê baş bibe tune ye, dijberî wê dê pêvajoyê zortir bike. Çima lewre her tişt bi netewperestiyê tê birêvebirin. Dema ku em li mêrên kujerên jinan dinêrin dibînin ku qada xwe dispêrinê, netewperestî ye. Di vê pêvajoyê de ji ber ku netewperestî û zayendperestî bi hev re ne qetilkirina jinan bê ceza dimîne. Ên ku di ser netewperestiyê de poz didin bi tu awayî beşdarî pêvajoyên dozan nabin. Ev jî bi civakê re feraseta; mêr dikarin jinan bikujin çêdike. Desthilatdariyê ji xwe re alîgirên mêr ava kir û ev mêr mixabin qatil in. Li cihê ku tecawiz û qetilkirina jinan zêde dibin sekinîne. Ji ber wê bendewariyek me jinan ji hikûmet an jî dewletê tune ye. Pergal bi serê xwe yê heyî dê hewl bide hebûna xwe bidomîne. Desthilatdarî dê bi kaos û krîza mêrîtiyê, hewl bide bikeve jiyana me.  
Jin li ku dera vê pêvajoyê ne? 
Di vê pêvajoyê de ji bo me jinan berpirsyariyên cidî hene. Ger em nikaribin xwe biparêzin, em ê bibin perçeyek vê qirkirinê û neçar bimînin wisa bijîn lê hemin jiyana me di xeterê de ye, em hemû li ku bin divê têkoşîna me bidome. Di vê xalê e divê em bi hev re hereket bikin, pêşî li faşîzmê bigrin. Ger em bikaribin vê bikin, em ê li dijî qetilkirina jinan jî rawestin.