Rûken Nexede: Tenê bi yekîtiya jinan guherînên mezin çêdibin
Endema desteya Rêveberiya KJAR’ê Rûken Nexede got ku Platforma Jîna li ser bingeha cudahiya azad ava bûye û destê alîkariyê dirêjî hemû jinan dike da zanîn ku platform berhema têkoşîna hevbeş e.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Ger em dîrok û berxwedana jinan bikolin, em ê bibînin ku hişyariya jinên Kurd gihîştiye asteke bilind. Ezmûna ku li Kurdistanê çêbûye, ne tenê ji bo jinên Kurd e, weke mînakek ji bo jinên cîhanê û hemû Îranê ye. Di vê çarçoveyê de xebatên ku ji bo jin di bin sîwanek hevbeş de xizmetê bikin û konfederalîzma jinan bi pêş ve bibin dike da ku fikir û hêza wan ji bo pirsgirêkên roja me ya îro bibe bersiv.
Xebatên jinên Rojhilat xwedî dîroka dirêj e, niha bi riya platformeke taybet dibe deng û rengê rast ê têkoşînê. Platforma Jîna ku encama hişyariya çendîn salan a jinan e, balê dikşîne ku jin ne tenê weke kesayetak cuda di rêzên pêş ên têkoşînê de ne divê di hemû qadên leşkerî, dîplomasî, nivîs û hunerî de di cihên biryardayînê de bin.
‘Divê jin bi awayekî cuda bixebitin’
Endama Desteya Rêveberiya Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede ji ajansa me re axivî û got: “Xebatên jinan divê bi awayekî cuda bidomin û heta jin nasname û hêza xwe diyar nekin, nikarin bigihîjin encama dawî. Hişyariya jinan gihîştiye asteke wisa ku dikare gav bi gav xizmetê ji bo jinên cîhanê bike û weke sîwaneke havbeş ji bo hemûyan kar bikin. Jinan destên xwe dane hev, fikrên xwe hepar kirine û komek bi hêz ava kirine. Li gorî ezmûna jinên Kurdistanê divê vê ji bo hemû jinên cîhanê bike mînakek. Kar û xebat li ser bîra yekgirtina jinan ava bûye. Ji ber li Rojhilatê Kurdistanê xebatên jinan gelek bi hêz in û gelek rêxistin hene li ser hewldana kes û kolektîf dixebitin. Lê belê tenê hêzek dikare rê li ber guherînên mezin veke, ew jî yekîtiya jinan e.”
‘Ev platforme li ser bingehên cudahiya fikir û neteweyî ava bûye’
Rûken Nexede têkildarî damezrandina Platforma Jîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê wiha got: “Ji ber wê divê li Rojhilatê Kurdistanê platformek bi vî awayî hebe ku tê de her jin xwedî prensîb, bîra taybet û azadiya xwe bin. Ev platform li ser bingehên cudahiya azad ava bûye û destên alîkariyê dirêjî hemû jinan dike. Lê divê yekrengiyek hebe ku bi riya kûmbûna hemû rêxistin û guherînên cuda ji bo pira pêwendî û têgihîştinê ava bibe. Di encam de, ev platforme dibe berhema xebatên hevbeş ji bo jinan.”
‘Siyaset tenê ne ya desthilatdarî û hikûmetê ye’
Rûken Nexede da zanîn ku her çendî fikrên cuda zêde ne û guftûgo li ser werin kirin jî ev yek rengîniya wê nîşa dide û got: “Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê, rast e li ser xaka Kurdistanê hatiye avakirin lê belê ne tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo tevahî jinên Îranê bê cudahî ji bo Fars, Ereb û Belûcan e û jinên Kurd pêşengên wê ne ji platformê re pêşengiyê dikin. Niha 5 rêxistinên taybet ên Kurdan hene û di pêşerojê de egera zêdebûnê heye. Ev platform zemînek guncaw ji bo siyasetê pêşkêş dike, ji ber ku siyaset tenê ne desthilatdarî û hikûmet e, diyarkirina çarenûsa xwe ya siyasî ye.”
‘Dîrokê îsbat kiriye ku jin dikarin biguherînin’
Rûken Nexede wiha domand: “Ev tevger dibe sedema avabûna guherînên li Îranê ku bi destên gel çêbûn. Dîrokê îsbat kiriye ku tenê bi destên jinan û gel guherîn çêdibin. Niha şerekî piralî yê berjewendîparêz, derûnî, dîplomasî û medyayî heye ku di çarçoveya serwerbûna hêzê de ye. Pergala serdest, ev çend sal in dagirkeriyê dike û bi taybetî alîgirên wan li dijî azadîxwaz û ciwanan disekinin û wan dixin girtîgehan û darve dikin. Di serhildanê de, zêdeyî 40 hezar kes hatin qetilkirin ku tenê daxwaza azadiyê dikirin. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gav bi gav her dem ji bo bidestxistina mafan û hişyarkirina civakê ye.”
‘Hêza jin û gelan kilîta guherîna bingehîn e’
Rûken Nexede destnîşan kir ku ne êrîşên welatên derve, hêza gel rejîmê hejandiye, ji ber rejîm dahata gel dibe û dengê azadiyê bêdeng dike û wiha got: “Îran dixwaze herêm di bin kontrola wan de be û di bingeha pirsgirêkên li gel hêzên dinyayê dijî ev heye. Di navxweyî de pergala ‘Sîxe’ û desthilatdariya mola kiriye bingeh. Ên ku difikirin dê rejîm bi kuştina kesan re ji holê rdibe xelet in. Ji ber ku rejîm tenê ji bo berjewendî û hêza xwe kar dikin. Tenê jin dikarin rejîmê biguherînin. Ji ber wê divê jin hişyar bin û yekîtiya neteweyî ya gel ava bikin.”
‘Divê rejîm were guhertin’
Rûken Nexede di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê pirsgirêka siyasî û aborî were çareserkirin. Bi taybetî civaka di bin barê şer de nikare pêwîstiyan pêk bîne. Divê jin ji hêza xwe bawer bikin, bizanibin ku dikarin rejîmê biguherînin û dewletê lawaz bikin. Em nikarin daxwaz ji rejîmê bikin ku azadiya me bide me, ji ber ku rejîm jixwe ji bo têkbirina gel dixebite. Platforma jinan divê behsa pêşeroja Îran bike bibêje ku cudabûnan çawa bi pêş dixe. Divê jin di siyasetê de rola sereke bilîzin, di hemû qadên leşkerî, siyasî û aborî de pêwîstî bi reforman heye. Gel hewl hewl dide pêşengiyê bike. Ji ber ku dizane şerê wan tenê ji bo desthilatdariyê ye. Niha rewş hestiyar e û di navbera man û nemanê de ye. Divê rejîm bi awayekî were guhertin, jin û ciwan bibin pêşeng û bi fikreke yekgirtî welat ber bi pêşve bibin.”