Rose Al-Masry: Pêwîst e jin di warê siyasî de bi hêz bin û zêdetir beşdar bibin

Femînîst û çalakvana civakê Rose Al-Masry têgeha Encûmena Niştimanî û mekanîzmaya çalakiya wê rave dike û dibêje: "Encûmena Neteweyî ya Filistînê nûneratiya desthilatdariya bilind a gelê Filistînê li hemû cihên hebûna xwe dike û ew polîtîkayên Rêxistina Rizgariya Filistînê û bernameyên wê ji bo bidestxistina armancên gelê Filistînê di çarenûsa xwe de xêz dike.”

NEXEM KARACA
Xeza- Femînîst û çalakvana civakê Rose Al-Masry got ku nebûna jinan di diyalogên lihevhatina Filistînê de encama mantiqî ya nebûna wan ji civîn û diyalogên fraksiyonê ye û teqez kir ku civak bêyî beşdariya jinan nikare pêşketineke berfireh bi dest bixe.
Fikra beşdarbûna jinan di biryargirtin û jiyana siyasî de hê jî mijareke girîng e û yek ji hêmanên herî girîng ên pêvajoya demokratîk a cîhanê ye. Beşdarbûna jinan di Meclisa Neteweyî de û tevlibûna wan di mijarên civakê de, çi taybet û çi giştî, pêşxistina şiyanên wan nîşaneya pêşketin û mezinbûna civakên ku tê de dijîn e. Lê hin zehmetî û kêşe hene ku tevgera wan asteng û sînordar dikin û nahêlin ku ew beşdarî nûneratiya wê ya Encûmena Niştimanî ya Filistînê û Lihevanînê bibin.
“Rola Rêxistina Rizgariya Filistînê çavdêriya rola jinan û beşdarbûna wan a siyasetê ye”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew beşa sereke ya Rêxistina Rizgariya Filistînê ye ku referansa siyasî ya dîrokî ya gelê Filistînê wekî nûnerê yekane yê gel tê hesibandin.
Rose Al-Masry destnîşan kir ku tevî rola Rêxistina Rizgariyê wekî nûnera gelê Filistînê, çavdêrê rola jinan û beşdarbûna wan di tertîbkirina siyasetên rêxistinê de, ji ber nebûna nûnertiya rasteqîn e. Di saziyên rêxistinê de û bi taybetî di Encûmena Niştimanî de ku di sala 1948’an de hat damezirandin û di sala 1964’an de hat nûkirin, bêbandor dibîne.
“Di komîteya navendî de tenê jinek hebû”
Wê sedema vê yekê bi rêjeya hebûna jinan di Encûmena Niştimanî de nirxand û got: "Di sala 1996’an de rêjeya jinan di Encûmena Niştimanî de ji sedî 7.5 bû, di sala 2018’an de jî rêjeya jinan tenê 12 bû. Rêjeya jinan di Encumena Navendî de ji sedî 5 derbas nebû. Di asta sendîkayan de, ji bilî Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî, rêjeya nûnertiya jinan nehat tomarkirin, ji ber ku tu astên serokatiyê negirtine û di Komîteya Navendî de tenê jinek bi navê Henan Eşrawî hebû, wê jî dest ji wezîfeya xwe berda.”
Her wiha diyar kir ku wê bang li saziyên jinan û Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê kir ku rêjeya temsîliyeta jinan di hemû çarçoveyên rêxistinê de bilind bikin, di serî de di Komîteya Rêveber û Konseya Neteweyî û Navendî de. Li ser vê bingehê  Encumena Navendî di rûniştina xwe ya 27’emîn a di sala 2015’an de, xala nehan pejirand ku tê de li ser pêwîstiya bidestxistina wekheviya tam ji bo jinan û zêdekirina beşdariya wan di hemû saziyên dewletê de û rêjeya beşdariya wan ji sedî 30 kêmtir nebe.
Lê tevî qebûlkirina xala nehan jî ew wekî bendeke mirî ma. Encumena Niştimanî heta civîna xwe ya 23’yemîn a sala 2018’an pêk anî, ji ber ku Encûmenê biryar cî bi cî nekir, biryar nehat bicihanîn. Di vê rûniştinê de hiqûqnasan daxwaz kirin ku 23 endamên Yekitiya Jinan di nava Meclisa Navendî de cih bigrin, ji ber ku jin hevparên têkoşîn û biryarê ne. Her çendî biryara tevlibûna 21 jinan di meclisê de hatibe girtin jî heta niha ev biryar nehatiye bicihanîn.
“Ên cara yekem li hemberî zehmetiyan li ber xwe dan jin bûn”
Der barê beşdariya jinan di diyalogên lihevhatina Filistînê de jî dibêje: "Em dibînin ku ên yekem car li hemberî zehmetiyan li ber xwe dan jin bûn û di 8’ê Adara 2011’an de derketin,  berî her tevgerek ji alî û hêzên Filistînî ve, bi eşkere bidawîhatina parçebûnê û daxwaza yekitiya netewî ragihand. Lê ew ji diyalogên lihevhatinê, ji diyalogên di sala 2007’an de dest pê kirin hatin dûrxistin. Bi Peymana Qahîreyê ya di sala 2011’an de derbas dibe û digihîje diyalogên ku di sala 2017’an de li Qahîreyê jî hatin kirin ku tê de beşdariyeke lawaz a jinan hebû. Hejmara beşdaran di wê demê de tenê 4 jin bûn ku nûnertiya fraksiyonên xwe di nava Rêxistina Rizgariya Filistînê de dikirin û di civîna dawî de di Sibata 2021’ê de hat lidarxistin, 6 jin beşdarî danûstandinan bûn.”
Her wiha bal kişand ser ku nebûna jinan di diyalogên lihevhatinê de encameke mentiqî ya nebûna wan ji civîn û diyalogên frakisyonê ye û ev heman nêzîkatiya siyasî ye ku rêveberiya Filistînê û partiyên siyasî dişopînin. 
Der barê astengî û zehmetiyên ku jinên Filistînî di beşdarbûna Encûmena Niştimanî de rû bi rû dimînin de dibêje: "Ji ber ku endamtiya Encûmena Niştimanî ji partî û qada xebata siyasî ya ku bi serdestiya mêr, nûnertiya mêr tê naskirin ji derve ye, vê yekê bandorê li hebûna jinan kir.
“Ger ku roleke aktîf a jinan tune be civak nikare pêşketinek berfireh bi dest bixe”
Der barê tedbîr û prosedurên pêwîst ên ku ji bo zêdekirina beşdariya jinan di biryargirtinê de û nûnertiya wan di Encûmena Niştimanî û Lihevanînê ya Filistînê de jî wiha dibêje: "Divê biryara Encûmena Navendî ya ku di rûniştina xwe ya 27’emîn de pejirand, were sepandin ku beşdarbûna jinan ji sedî 30 di hemû deste û asta rêveberiyê de destnîşan dike û kapasîteyên keç û jinan ên xwedî serkirdayetî û jêhatîbûna pîşeyî ku wan jêhatî dike bikevin astên serokatiyê ava dike.” 
Rose Al-Masry di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê û got: "Civak nikare pêşketineke berfireh bi dest bixe û civakek dadperwer ava bike ger ku roleke aktîf a jinan tunebe. Pêwîst e hebûna jinan di pêvajoya siyasî de were xurtkirin û beşdariya wan di nava partî û tevgerên cuda yên siyasî û civakî de were bipêşxistin. Divê serkirdayetî, partî û aliyên Filistînî hejmara jinan di cihên biryardayînê û komîteyên lihevhatinê de zêde bikin û wan bi tundî li ser nexşeya siyasî bi cih bikin. Ji bo jin bi awayekî aktîf di nava biryardayînê de cih bigrin divê ne tenê hejmara wan esas were girtin.”