Rola jinên Lîbyayê ji bo lehevkirina niştimanî bingehîn e

Tevî hemû nakokiyên di navbera hemû aliyên siyasî de jî jin hewl didin çareyên ji bo pêkanîna lihevkirina niştimanî bibînin da ku rijandina xwînê û dabeşbûnê rawestînin.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî- Di meha Kanûnê de, li paytexta Lîbya Trablûsê, Hevdîtina Jinan ji bo Lihevkirina Niştimanî dest pê kir. Ji bo ku jin beşdarî projeya Lihevkirina Niştimanî ya ji aliyê Meclisa Serokatiyê ve bibin. Lê axaftin li ser vê hevdîtina ku rastî rexne û henekan hat nehatin kirin. Gelo rola jinan tenê amadebûna van hevdîtinên ku bi lez bi dawî dibin e? An roleke wan a kûrtir di Lihevkirina Niştimanî de heye?

Nejwa Elî Mustefa, endama damezrîner a Rêxistina Majîdatên Tevgera Niştimanî ji ajansa me re axivî û got: “Lihevkirina Niştimanî tê wateya ku hemû Lîbyayî li ser maseya guftûguyê kom bibin, ji bo ewlekariya civakî û aramiya siyasî ji bo hemû Lîbyayiyan pêk bê. Piştî şerên ku Lîbyayê dîtin ji şoreşa 17’ê Sibatê ve heta cenga El-Kerame- Rumet e ku gelek qurbanî çêbûn û eşîrên bi giştî ji bajarên xwe derketin. Her wiha gelek dabeşbûn di navbera bajarên Lîbya û eşîran de jî rûdan û derfet ji kesên xirab re çêbû ku xêrûbêrên Lîbyayê kontrol bikin û talan bikin. Wisa qutbûn di navbera aliyên siyasî de xurt bû û Lihevkirina Niştimanî pêk nehat.”

Piştî dabeşbûnê hemû hewldanên ji bo lihevkirinê vala derketin

Nejwa Elî Mustefa wiha didomîne: “Piştî ku dabeşbûn çêbû hemû hewldanên lihevkirina niştimanî bi bin ketin. Komek jinan xwestin rola wan di komkirina Lîbyayiyan di hemû herêmên rojhilat, rojava û başûr de pêk bînin. Wan jinan gelek lêkolînên zanistî pêşkêş kirin bi armanca ku sedemên pevçûnan û cihên wan lêkolîn bikin û diyar bikin. Bi gelek jinan re kom bûn û guhdarî wan kirin ji bo ji nêz ve êşên wan bibînin û bizanibin ka çawa projeya lihevkirina niştimanî bi riya wan pêşkêş bikin. Serdana yekem ji aliyê rêxistina Rêveberiya Giştî ve bû ku di nav de gelek jin hebûn. Em bi hemû eşîrên Lîbyayê re kom bûn û civînên me li ser çawaniya rawestandina xwînrijandina li Lîbyayê bû. Armanca wan ew bû ku bi awayê cidî li ser Lihevkirina Niştimanî kar bikin, ji bo ku yekitiya welat ava bikin û bigihîjin çanda efûkirina hev. Her wiha hevjiyanê, ji çanda serketî û binketî dûr bixin ji ber ku wê çandê bû sedema mirina kesan û welat jê zirarê dît. Piştî civînan jî karê me berdewam kir, me gelek hevdîtin li dar xistin ku têde komek mezin ji jin û ciwanan amade bûn. Bi mîsaqeke ku derkeve diviyabû radestî aliyên taybet bihate kirin ji bo were bicihkirin lê mixabin nehat bicihkirin.”

‘Çareserî bi avakirina desteyek taybet de ye’

Nejwa Elî Mustefa tekez dike ku çareserî di avakirina desteyek taybet de bi Lihevkirina Niştimanî ye tevî ku gelek komîteyên taybet jî hene lê tiştek pêşkêş nekirin. Her wiha gelek hevdîtin hebûn tê de komek jin amade bûn lê encamên rastîn ên van komîteyan nehatin pejirandin.

Nejwa Elî Mustefa balê dikşîne ku hewldanên jinan ji bo Lihevkirina Niştimanî berdewam dikin heta yekitiya Lîbyayê bê avakirin û ewlekarî û aştî belav bibe. Her wiha diyar dike ku heta Lîbya belavbûyî be ewlekarî çênabe û her xêr û bêrên welat dê bên berhewakirin û dibêje: “Em nagihîjin armanca xwe di pêkanîna hilbijartinên ku me hêviyên xwe ji bo Lîbyaya bi aramtir pê ve girê dane.”

‘Jin li Lîbyayê hêmanên bingehîn in’

Endama rêxistina Majîdat Mebrûka El-Ferjanî dibêje: “Jin hêmanên bingehîn ên komkirina Lîbyayê ne. Ger jin cihê xwe tê de negire Lihevkirina Niştimanî pêk nayê. Hemû kesên ku daxwaza Lihevkirinê dikin ger vê rastiyê paşguh bikin dê ev yek tenê li ser kaxezê bimîne.”

‘Vegera koçberan ji bo çareseriyê girîng e’

Mebrûka El-Ferjanî diyar dike ku Lihevkirina Niştmanî xwe dispêre girîngiya parastina tevna civakî ya gelê Lîbyayê û komkirina wan. Ger koçber venegerin çi li hundir bin çi li derve dibin, çete ji Lîbyayê dernekevin, parêzeriya li ser biryarên 70- 73 neyê rakirin û guftûgo di navbera Lîbyayiyan bi xwe nebe, Lihevkirina Niştimanî pêk nayê. Divê hilbijartin di zûtirîn demê de pêk were û wiha pêde çû:“Hewldana paşguhxistina rola eşîrî xala herî mezin di dabeşkirina Lîbyayê de ye. Rola eşîran li Lîbyayê mezin e, pêdiviya me bi rola eşîrê ya rast di lihevkirina niştimanî de heye.”

Mebrûke El-Ferjanî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku siyaset li Lîbyayê yek ji sedemên nelihevkirina gelê Lîbyayê ye, li gel destwerdana biyanî ya her roj zêdetir dabeşbûnê xurtir dike.