Rîhan Loqo: Pêvajo yekîtiyê dixwaze

Berdevka Kongra Starê Rîhan Loqo serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk li rayedarên Herema Kurdistanê nirxand û got, "Pêvajo yekîtiyê dixwaze heye. Divê gelê Kurd li hemberî îxaneta PDK'ê û hevkariya wî ya bi dagirkeran re bertek nîşan bide."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, roja 22'ê Tebaxê li gel berpirsên hikûmeta Îraqê li Bexdayê û Herêma Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê hevdîtin pêk anî. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo serdana Hakan Fîdan û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a di vê pêvajoyê de nirxand.

'Ji bo Şoreşa Jin beravêtî bikin, pêşeng û endeziyarên wê armanc dikin'

Rîhan Loqo di destpêka axaftina xwe de têkoşîna Gelê Kurd a zêdetirî 40 salî ku di Kurdistan, Rojhilata Navîn û giştî cîhanê de dîrokeke têr û tijî derbas kirine wiha anî ziman: "Keç û xortên Gelê Kurd dîrokeke nû li Rojhilata Navîn dinivisînin. Têkoşîna ku bi dirêjahiya dîrokê heta roja îro tê meşandin, armanc jê parastina nasname, hebûn, ziman û erdîngariya Kurdistanê ye. Gelê Kurd li hember gelek hêzên komploger û qirker, dikarîbû hebûna xwe biparêze û heta roja îro were û ji nû ve armancên têkoşîna xwe bi cîhanê bide nasîn. Di 11 salên şoreşê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zarokên 7 salî heta kesên temen mezin hemû, ji bo avakirina jiyaneke wekhev, azad û malbateke demokratîk her kêlî di nav tevgerê de ne. Her çiqas destkeftiyên jinan û hevgirtina wan dorfireh dibe, dewleta tirk a dagirker bi çekên herî modern ku ji NATO yê digre, paradîgmeya Netewa Demokratîk û nasnameya jinan bi rêya hedefgirtina pêşeng û endeziyarên şoreşê xwe dide der. Ji bo ku şoreşa me beravêtî bikin, çi ji destê wan tê dikin."

'Di her civînên sê-çar alî û Astana de komkujiyek li dijî jinên Kurd tê pêkanîn'

Rîhan Loqo da payin ku her ew ber bi konfederalîzmeke demokratîk ve diçin êrîşên hêzên hegemon dijwartir dibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Her şoreş dengvedaneke Kurdistanî çêdike, rêxistin û tevgerên jinan hîn bêtir ber bi hev de tên, di warê yekîtiya jinan de xebatên pir binirx û girîng tên meşandin her wiha her ku jin ber bi avakirina konfederalîzmeke demokratîk a jinan di serdema 21'an de dibin, êrîşên dewleta tirk a dagirker û hêzên pêre hevkar zêdetir dibe. Her ku civînên sêgoşe, çar alî an jî civînên Astana navbera Rûsya, Tirkiyê, Îran û Sûriyê çêdibin, mutleq e di heman rojê de pêşeng û endeziyarên Şoreşa Jin tên qetilkirin. Ji şehadeta Zehra Berkel, Yadê Emîne û Hebûn bigre heta Yûsra Dewrîş, Leyman Şiwêş û herî dawî jî hedefgirtina xebtakarên JIN tv, ku di heman rojê de Wezîrê Karê Derve ê Tirkiyê li Hewlêrê bi hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re civiya bû."

Ne dema hembêzkirina dijmin e!

Rîhan Loqo bal kişand ser pêvajoya ku herêm têre derbas dibe û serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji Başûrê Kurdistanê re û wiha axivî: "Dem ne dema hembêzkirina dijminê gelê me ye, pêvajoya heyî yekîtiyê dixwaze. Di demekê de ku keç û xurtên kurdan dîrokê ji nû ve dinivisînin, mala Berzanî hevdîtinê bi dijmin re dike û dest di destê hev dû de ne. Di wextekî de ku li dijî kurdan hevdîtinên dijber tên kirin, dewleta tirk a dagirker dengê rastiyê hedef digre, nûçegîhanên jin ku şoreş û doza gelê xwe radighînin dikin armanc. Bi hevkariya mala Berzanî êrîşên li dijî herêmên parastina medyayê û giştî Kurdistanê di nav Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dikin. Wê êrîşên li ser rojnamevan, siyasetmedar, perlemanter, nivîskar, rewşenbîr û pêşengan wiha derbas nebe."

'Divê jinên başûr û siyasetên dewleta tirk û PDK'ê a li dijî nasnameya jinan dakevin qadan’

Rîhan Loqo da zanîn ku pêwîste jinên Başûrê Kurdistanê li dijî hevkariya PDK'ê û dewleta Tirk bi helwest bin û wiha pêl da gotina xwe: "Li hember îxaneta PDK'ê ji nasnameya Gelê Kurd û hevkariya wî bi dewleta Tirk a dagirker re, pêwîste helwesta jinên Başûrê Kurdistanê bi hemû tevger, kesayet, rewşenbîr û nivîskarên xwe hebin, divê derkeve holê û bêdengiyê bişkînin. Pêwîste ji herêma Başûrê Kurdistanê îradeya jina azad bide ser pilan û hevkariya bi dijmin re. Ji ber êrîşên îro hebûn û nasnameya jinan armanc dike, pêwîste deng û qêrînên jinan li dijî hêzên komploger bilind bibe û em bikaribin bi hevre erdîngariya xwe biparêzin. Pêwîste hemû jinên Başûr yên dilê wan ji azadiyê re lêdide, dakevin qadan û pilan û hevkariya mala Berzanî bi gel û cîhanê, a ku li dijî nasnameya jinan e bidin eşkerekirin."

'Divê qada hewayî li ber balafirên dagirkeran bigrin'

Rîhan Loqo destnîşanî hevkariya NATO yê kir û wiha pêde çû: "Êrîşên ku bi balafirên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên parastina medya yê dibin, parçeyên wê ji NATO yê digre. Ji lewra êrîşeke wiha tê kirin ku hemû hêzên hegemon ligel Rûsya, Emerîka, Îran û Tirkiyê û NATO jî pêre hevkar e. Bêdengiya cîhanî hevkariyê nîşan dide û gumana vê meseleyê jî tune ye. Pêwîste Emerîka li xwe vegere û dest ji îxaneta ku bi gel û jinên vê herêmê re dike û asîmanan ji balafirên dewleta tirk re vedike bigre. Ne dema berjewendiyan e, dem dema edalet û wekheviyê ye."

Rîhan Loqo bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Her felsefeya "Jin Jiyan Azadî" dorfireh dibe, tevger û rêxistinên jinan nêzî hev dibin û yekîtiyekê di warê nêrînên ji bo pêşeroja jinan ava dikin, bandoreke mezin dide çêkirin. Bandoreke wiha a hevgirtina jinan di Kurdistanê û Rojhilata Navîn de tirsekê di dilê dijmin de dide avakirin. Herî dawî jî konferans û xebatên jinan yên li Beyrût û Başûrê Kurdistanê hatin kirin û encamekî xurt jê derket holê, serdana Hakan Fîdan ji bo herêma Başûr çêbû. Lê em ê derfetê nedin pêkanîna armanc û pilanên wan yê dijber. Heta ku felsefeya "Jin Jiyan Azadî" zindî ye, em ê rê nedin xewnên wan pêk werin û ji bo Kurdistanê em ê hîn bêtir xebatên dewlemend ji bo avakirina jiyaneke aram û wekhev, bi pêşengtiya jinan bê avakirin, bikin. Em ê hemû pilanên ku nasnameya jin û Gelê Kurd hedef digre, bi zanista jinê vala derbixînin."