Rêzan Hamîdî: 2022 dê bibe sala rêxistinkirina yekîtî, wêrektî û hêza jinan

Endama Komîteya Komeleya Jinan a Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê Rêzan Hamîdî, bûyerên li Îran û Rojhelata Kurdistanê tên jiyîn nirxand. Rêzan Hamîdî destnîşan kir ku jin li Îranê ji çalakiyên parêzvaniya mafên bigire heta tevgerên kedkaran di rêzên herî pêş de cih digrin û di sala 2022'an de dê hem li rêzên herî pêş hem jî di pozîsyona rêxistinkirinê de cih bigrin.

 
ŞAHLA MOHAMMADİ
Navenda Nûçeyan – Komara Îslamî ya Îranê yek ji wan welatên Rojhilata Navîn e ku rasterast mafê jinan asteng dike ye. Jinên Îranî yên ji jiyana aborî bigire heta jiyana civakî û perwerdehiyê di bin zextên rejîmê de dijîn, hewl didin bi awayekî rêxistinbûyî bersivê bidin zîhniyeta baviksalarî. Me bi endama Komîteya Komeleya Jinan a Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê ku di sala 1969’an de hatiye damezrandin, Rêzan Hamîdî re li ser pêkanînên li Îranê yên li ser jinan, xebatên birêxistinkirina wan û li Rojhilatê Kurdistanê awayê beşdarbûna wan di jiyana aborî û siyasî de axivîn.
Rêzan Hamîdî destpêkê behsa wekî jin çawaniya birêxistinkirina wan di nava rejîmê û dijberê rejîmê de kir û da zanîn ku berevajî yasayên dijî jinan ên Îranê, wan çalakiyên siyasî li gelek deveran ji gund heta bajarok, ji beldan heta parêzgehan dikin û got li gel hemû zextan jî dê berdewam bikin. Rêzan Hamîdî ya ku da zanîn ji roja damezrandina Komale heta niha jin di nava wê de cih girtine, diyar kir ku jin di hemû astên leşkerî, siyasî û navendî de aktîf in.
“Rejîma Îranê hin zêdetir êrîşkar bû” 
Rêzan Hamîdî destnîşan kir ku ew weke Komîteya Jinê bi salan e xebatên rêxistinî dimeşînin ku jinan bi rêxistin bikin, hişyar bikin û karibin parastina xwe bikin, lê di kêleka wê de her ku diçe zext zêde dibin. 
Rêzan Hamîdî têkildarî avakirina Komîteya Jinan a Komale ya Rêxistina Kurdistanê ya Komunîst a Îranê, wiha got: “Em di rastiyeke civakî de dijîn ku pirsgirêkên jinan hem beriya damezrandina rêxistina me hem jî piştî damezrandina me bi kûrahî tên jiyîn. Ji xwe di rejîmê de hertim tirs û xofa ku li dijî rêxistina me dibînin heye. Em dikarin bibêjin ku ev fikara komîteya me ya jinan û rejîma Îranê bi rastî jî kûrtir bûye û hîn zêdetir êrîşkartir bû.”
Rêzan Hemîdî ya ku da zanîn bingeha rêxistinên jinan bilindkirina hişmendiyê, zêdekirina tevlêbûna jinan di jiyana civakî de ye û di çareseriya pirsgirêkên jin, malbat û civakî de jin di navenda hêza çareseriyê de cih digirin, wiha got: “Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan ên civakî, çandî û aborî hatin avakirin. Em dixwazin jinan beşdarî şoreşê bikin, hunera wan zêde bikin û hişmendiya wan bilind bikin.”
Girîngiya xizanî û feqîr hiştin 
Rêzan Hamîdî behsa deverên gundewarî yên welat û bi taybetî parêzgehên Kurdistanê bi qestî tên xizankirin kir.
“Kurdistan bi xwezaya xwe ya xira nebûye, çavkaniyên dewlemend ên ser erd û binê erdê ve, erdnîgariyeke gelek dewlemend e, lê nifûsa welatê herî feqîr li vir dijîn, ev siyasetek bi zanebûn e. Li Kurdistanê ne taybet û ne jî dewlet piştgiriyeke binesaziyê nadin û ji bo kûrkirina xizaniyê û zêdekirina bêkariyê pêşbikeve, bi hemû hêza xwe hewl dide çi ji destê we te dike. Mînaka Kolberan holê ye, ji bo gepêk nan mirovan li ser sînoran tên qetilkirin.” 
Rêzan Hamîdî ya ku da zanîn polîtîkayên rejîmê di warê parastin û piştgirîkirina jinan de gelek yasayan paşxist û civak ber bi xwekuştinê ve tê kişandin, wiha got: “Ger jinek xwedî hişmendî, wêrekî û xwebawer be, di hêza ku dest pê kê xwe, malbat û civaka ku tê de ye biguherîne de ye, lê rejîm dixwaze rê li ber vê yekê bigire."
Jin platformên hevpar birêxistin dikin
Rêzan Hamîdî da zanîn ku ew ne tenê li Îranê û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, bi gelek rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn û cîhanê re xebatên hevpar dimeşînin, diyar kir ku dîplomasiya jinan gelekî girîng e û wiha axivî: “Bi rastî pandemiya koronayê astengî li pêşiya gelek xebatên me kir, lê em weke komîteya jinan neçar man ku bê navber xebatên xwe bidomînin. Tevî şert û mercên tenduristiyê, girtin, astengiyên siyasî, zext û astengiyan jî komîteya me xebatên xwe domand. Em di pêvajoya ragihandinê de ne û niha em bi faktorên wekî medyaya civakî û înternetê re çareseriyên hevpar ji bo pirsgirêkên hevpar re pêş bixin nîqaşan dikin. Em platformên hevpar birêxistin dikin.”
Rêzan Hamîdî ya ku diyar kir li Îranê qedexeyên înternetê hene, lê ew hewl didin bi qasî ku ji destê wan tê li ser înternetê xwe bigihînin jinan, destnîşan kir ku înternet qadeke diyarker e ku ji bo hişyarkirina mafên jinan bi kar tînin û got: "Bi rastî em gelek tecrubeyên rêxistinan ji vir şopand, hevditînên me, weke mekanîzmaya berdewam kirina hevgirtina jina nirxand. Me hem xebatên xwe agahdarbûn hem jî yên agahdarkirinê kir.”
“Tirsa rejîmê ji yekitiya jinan...”
Rêzan Hamîdî bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan ku di pêvajoya dawîn a desthilatdariya Îranê de bûye sedemek zêdekirina qedexeyan û got: “Jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê û qanûnên wê yên paşverû û antî feminist/jin di hemû qadên kar û jiyanê de serî hildane û lez (ivme) dane vê têkoşînê. Wan bi hev re ev lez afirandin. Sedemeke din a ku rejîma Îranê jinê ji bo hebûna xwe xeteriyeke mezin dibîne, hewldana jinan a ji bo têkoşîna hevpar e. Em di rejîma Îranê de tirsa ji hêza jinê bi awayekî zelal dibînin” 
Rêxistinvanên sala 2022’an dê jin bin
Rêzan Hamîdî ya ku diyar kir jin dê di sala 2022'an de ji çalakiyên jinan heta daxwazên kedkar û ekolojîk di nava protesto û çalakiyên kedkaran de cih bigirin û di sala 2022'an de çalakiyên xwe bikin yek, wiha axivî: “Di sala 2021’an de jin li pêşiya van çalakiyan cih girtin, di sala 2022’an de wê hem li pêş bin hem jî bibin rêxistinvanên çalakiyan û bangawaziya çalakiyan bikin.”