‘Rêya çareseriyê guftûgo ye navnîşana wê Îmralî ye’

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Meral Daniş Beştaş têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Meclisê daxuyanî da û destnîşan kir ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd guftûgo ye û navnîşana wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Enqere – Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Meral Daniş Beştaş têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Meclisê daxuyanî da. 

Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Rojhilata Navîn weke navenda şerê hêzên hegemon tê bikaranîn û wiha got: “Ji ber ku hêzên derve û dewlet Rojhilata Navîn veguherandine cihê şerên domdar, li Filistin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirov tên kuştin. Di heman demê de meseleya Filistînê weke amûrekî tê bikaranîn.”

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku erdnigariya Kurdistanê veguherandine baregehek şer û wiha got:

“Yek ji navendên şer jî temamiya erdnîgariya Kurdistanê ye. Ev mirin, rewşa şer a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Herêma Federe ya Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. 

Di dîroka cîhanê de Wezîrên Karên Derve tu carî banga şer û operasyonan nekirine. Lê belê Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan banga şer kir. Ev peywir, peywira Wezîrên Parastina Neteweyî û hêzên leşkerî ye. Lê Fîdan, bi sîfetê Wezîrê Parastina Neteweyî yan jî bi sîfetê serokê MÎT’ê ev daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe de dibêje ku wan tespît kirine ku êrişkar ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine lê tiştekî şênber li holê nîne. Jixwe hewcehî jî pê nabînin. Anku dibêjin; ‘ka em çi bibêjin hûn jî jê bawer bikin û hûn nikarin li dij derkevin.’ Lê di demên berê de gelek rewşên berevajî vê jiyan. Êrişa li Kaniya Xezalan mînak e. Bû sedema bidawîkirina pêvajoya çareseriyê. Lê piştre derket holê ku bi temamî derew e. 

‘Di mijara durûtiyê de tu sînorên vê îktîdarê nînin’

Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve, li dijî Konvansiyona Cinevê, statûya NY’ê û hiqûqa şer e. Fîdan ji hemû cîhanê re got; ‘ez dê hemû binesazî û tesîsan hedef bigirim.’ Bi vê gotina xwe dibêje; ‘Ez ê qadên jiyanê tune bikim.’ Anku fermana koçberkirina kurd, ereb, suryan, tirkmen û ermenên herêmê dide. Piştî vê daxuyaniyê, santralên ceyranê, febrîqeyên tuglayan, depoyên genim, tesîsên hilberandina xurekan, bendav, pir û rê hatin bombebarankirin. Ev hefteyeke hûn ji bo şerê li Îsraîlê aştiyê diparêzin. Durûtî û riyakariya we di lûtkeyê de ye. Li rexekî êrişên li dijî Rojava diparêzin lê li rexa din qala aştiyê dikin. Hedefgirtina jîngehan û tesîsan, sûcê şer e. Her wiha banga min ji bo serokkomar e; we ji bo şerê li Îsraîlê got ‘Em tu êrişên li dijî jîngehan qebûl nakin. Exlaqekî şer heye.’ Erê rast e, exlaqekî şer heye. 

‘Li aliyek şaxa zêytûnê dirêj dikin li aliyê din bombe li Kurdan dibarînin’

Nasname û zimanê kesên tên kuştin nîne, tevek jî mirov in. Lê ev îktîdare di mijara cihêkariya di nabera mirovan de pir pispor e. Dema hûn dixwazin, peyva aştiyê ji devê we qet nakeve. Di destekî we de şaxê zeytûnê, di destê din de bombe heye. Hûn şaxê zeytûnê dirêjî Filistînê dikin û dibin kevoka aştiyê. Lê bombeyan li kurdan dibarînin. Di mijara durûtiyê de tu sînorên vê îktîdarê nînin. 

‘NY bi rola xwe ranabe’

Vê durûtiyê ne tenê AKP dike, her wiha cîhan jî dike. Raya giştî ya cîhanê niha bêdeng e. DYA û NY’ê têkildarî Filistînê daxuyanî dan û fikarên xwe anîn ziman. Lê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng inb. NY bi rola xwe ranabe. 

Zîhniyetek heye ku YPG’ê weke ‘rêxistina terorê’ dibîne. Ma çi ferqa we ji Îsraîlê heye? Ew jî dibêje ‘em ê Filistînê bi erdê re rast bikin.’  Ma wehşeteke wiha dibe? Hûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 5 milyonan kesan weke ‘terorîst’ radigihînin. Ji bilî we tenê Qeter weke ‘terorîst’ pênase dike. Dema em li dijî vê derdikevin jî fezlekeyan amade dikin. Ya ku hûn dikin dijminatiya li dijî kurdan e. Weke Partiya Çepên Kesk, dê têkoşîna me ya li dijî şer bidome.  

‘Rêya çareseriyê guftûgo ye’

Weke Partiya Çepên Kesk, em dibêjin ku divê pirsgirêka kurd bi rêya guftûgo û muzakereyên aştiyê bê çareserkirin. Hewce nake hûn pir dûr biçin, herin Girava Îmraliyê. Li wir Abdullah Ocalan heye ku aştiyê dixwaze û xwedî wê hêzê ye. Tecrîdê rakin. Ev meseleye dikare bi rêya guftûgoyê were çareserkirin. Li rexekî ji kurdan re dibêjin bira, li rexa din jî nexweşxaneyên wan û mizgeftên wan bombebaran dikin. Hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê tekane rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, aştî ye û guftûgo ye.”