'Rewşa Sûriyeyê girîngiya Netewa Demokratîk teqez dike'

Hevseroka Desteya Aborî ya herêma Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Firyaz Berkel, serhildanên ku li gelek bajarên di bin rejîma Sûriyeyê de dest pê kirine nirxand û destnîşan kir ku gelên Sûriyeyê çareseriya demokratîk dixwazin.

BEYDA OSMAN

Kobanê – Raperîna Sûriyeyê di 15'ê Adara 2011'an de di bin dirûşma “Gel dixwaze pergal hilweşe” de dest pê kir. Di Tebaxa 2023'yan de Sûriyeyê şahidiya serhildanên navxweyî kir ku herî zêde bajarê Suweydayê balê kişand ser xwe. Gel û bi taybetî jinên Suweydayê bi rengekî eşkere daxwaza pergala Netewa Demokratîk kirin ku bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Berxwedan Jiyan e”, “Dê giyanê Hevrîn li Suweydayê şîn bibe” û hwd. di van serhildanan de hatin berzkirin. 

Hevseroka Desteya Aborî ya herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Firyaz Berkel serhildanên li Sûriyeyê nirxand û bal kişand ku  

'Rejîma Baasê li şûna alternatîfê bibîne aloziyê kûr kir'

Firyaz Berkel bal kişand serhildanên gelan ên di sala 2011’an de destpê kir û got, “Di destpêka aloziya ku di  sala 2011'an de pêkhateyên Ereb jê re gotin bihara Ereban li Tûnis, Misir, Yemen û Sûriyeyê hat destpêkirin. Daxwazên di çalakgeran yek bûn, dixwestin sîstemeke nû were avakirin lê ew sîstemên ku hatin avakirin nebûn bersîv ji dixwazên gel re. Firyaz berkel got ku li Sûriyeyê di 2011'an de gelê Kurd xeta seyemîn û ya parastinê ji xwe re hilbijart ê ku ne bi rejîma Sûriyeyê re ne jî li dîjî wî weke projeyeke nû ku li gorî daxwazên gel hat avakirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Li tevahî Sûriyeyê cihên dest rejîm, Opozîsyona Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de ku mirov bi çav bibînê û dikeve wê ferqê. Ji ber ku dema me got divê rejîm biçe lê divê pergaleke nû dewsa wî were, 2011'an û niha jî dawiya 2023'yan ne Opozîsyona Sûriyeyê projeyeke nû ava kir ne jî rejîma Sûriyeyê projeyekî xweguhartinê derxist holê ya ku li tevahî dinyayê hat belavkirin pergala Neteweya Demokratîk bû."

Erişên li dijî pergala Rêveberiya Xweser

Firyaz Berkel di berdewamiya axaftina xwe da bal kişand ser êrişên li ser pergala Rêveberiya Xweser  û wiha berdewam kir: "Em wek gelê Kurd tenê ji bo xwe behsa Neteweya Demokratîk nekir. Ji ber ku ev projeya Rêber Apo pêşengiya wê kir bi awayekî serkeftî ye her dem tê hedefgirtin hem ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hem jî dewleta tirk ve û dewletên ku xwe di bin siya çeteyan de vedişêrin. Ji her kesê re gotin wê sîstem û projeya Neteweya Demokratîk ji holê rabe û were hilweşandin lê berovajî vê, me zêdetir kar û xebat da meşandin her herêmek xwe rêve dibe û biryarên xwe di nava civakê de digre, projeya ku ji fikir û felsefeyê were tu kes nikare li dijî derkeve."

'Daxwazên gelê Suweydayê berbiçav in'

Firyaz Berkel anî ziman ku serhildanên li Suweydayê pêş dikevin bi daxwaza Netewa Demokratîk e û wiha got: “Li Suweydaya ku heya niha di bin serweriya rejîmê de ye çalakiyên tên kirin, piştî serhildana ku li Suweydayê me dît ku çawa çareke din rejîma Sûriyeyê, dewleta tirk û Îranê li dijî Rêveberiya Xweser bi awayekî veşartî kar bi hev re didin meşandin. Lê civakek ku bi fikir û felsefeyê hatibe perwerdekirin û baweriya xwe bi vê sîstemê anîbe tu carî hilnaweşe, ji ber ku di vê paradîgmaya Netewa Demokratîk de her pêkhate weke Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkez di hundirê xwe de dihewîne."

'Ji Kobanê heta Suweydayê silav'

Firyaz Berkel a serhildanên li Suweydayê û pêşengiya jinan a ji serhildanê re silav kir axaftina xwe wiha bidawî kir: “Weke jineke Kurd berxwedana li Suweydayê û dirûşmên me li wir tên gotin silav dikin û weke jin tu sînor di navbera me de nîn e, azadiya hemû jinan azadiya jinên Kurd e û dirûşma jin, jiyan, azadî li tevahî dunyayê were belavkirin."