"Rêveberên Iraqê li cihê xizmetê ji welatê xwe re bikin rê ji dagirkeriya Tirk re vedikin"

Berjewendiyên partî û desthilatdariya herêma Kurdistan û Iraqê derî ji dagirkeran re vekiriye. Ji ber wê ye ku dewleta Tirk sînoran derbas kiriye, li hemberî van êrîşan û hewldanên dagirkeriyê tenê gel berxwedanê raber dike û xaka xwe diparêze.

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî- Di 17’ê Nîsanê de dewleta Tirk êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê herêmên Şêladiz, Amedî, Dêralok û çiyayê Kurejaro kir û heta niha jî ev êrîş berdewam dikin. Dewleta tirk bi armanca dagirkirinê van êrîşan pêk tîne lê nikare bigihîje encamê. Ji ber êrîşên dewleta Tirk gelek gund wêran bûn, gundî şehîd bûn lê belê heta niha li tevî van êrîşan hikumeta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê tu helwest nîşan nedaye û bêdeng e.

Siyaseta partiyan di bin siya berjewendiyan de bûye sedema hevkariya bi dewleta dagirker re û rojane rê li ber dagirkeran vedike da ku xaka Başûrê Kurdistanê were dagirkirin. Endama parlamentoya berê ya herêma Kurdistanê û çalakvan Geşe Dara der barê rewşa niha ya herêma Kurdistanê û bêdengiya hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û got: “Iraq ne di fikara berjewendiyên hemwelatiyên xwe de ye, ketiye bin bandora berjewendiyên dewletên din.”

Geşe Dara da diyarkirin ku her welatek xwedî serweriya xwe ye û dema ku li Iraqê ev serwerî tê binpêkirin divê bêdeng neminin û wiha got: “Niha Iraq weke dewletek divê serweriya xaka xwe biparêze lê belê serokomar ku parêzerê destûrê û nûnertiya serweriya Iraqê dike, li hemberî dagirkeriya serweriya Iraqê bêdeng dimîne û bi heman awayî hikumet û parlamento jî bêdeng in. Ev bêdengî diyar dike ku Iraq berjewendiyên hemwelatiyên xwe nafikire, di bin berjewendiyên dewletên din de ye. Sedemên sereke yên van gendeliyên li Iraqê ji ber berjewendiyên dewletên din e.”

“Nêrînên serbixwe di nava partiyên hikumeta herêmê de lewaz bûne”

Geşe dara da zanîn ku ji derveyî hikumeta Iraqê, hikumeta herêmê jî lewaziya xwe ya li hemberî van dewletan nîşan daye û sedemên sereke jî berjewendiyê binemale, kes û partiyane û wiha domand: “Li gorî fikra min tu partî li herêma Kurdistanê nîn e, yêm heyî jî hinek kes in ku ji ber berjewendiyên xwe siyasetê li gel dewletên din dikin. Ew jî li ser bingeha berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin. Diviyabû hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê siyasetek hevbeş li dijî dagirkeriyê û dewletên din bidana meşandin lê dijberî wê hereket dikin.”

“Desteya serokê parlamentoyê bûye sedema lewazbûna parlamentoya Kurdistanê”

Geşe Dara bi bîr xist ku parlamento gelek pirsgirêkên weke dagirkerî, kuştina jinan û nebûna mûçe û pirsgirêkên hemwelatiyan dijî, ev du meh in li hev kom nebûye û got: “Parlamento lawaz bûye, ew kesên ku lawaz kirine kesên rêveber û serokê parlamentoyê ne. Her çendî em bi xwe jî parlamenter bûn her dem rexne hebûn lê belê ji niha baştir bû, parlamentoyê wê demê zêdetir çavdêrî li ser hikumet, desthilatdarî û raya giştî dikir. Niha parlamento raya giştî dirust nake û ketiye bin bandora berjewendiyên kesên di nava partiyan de. Tu partî li Kurdistanê nîn e ku civaka xwe hîs bike û dengê xwe bilind bike û li hemberî kêmûkurtiyan hişyar be, pêşî li kêmasiyan bigre. Divê hemahengiyek temam di navbera fikrên cuda yên ku ji vê desthilatdariyê bêzar bûne hebe. Divê zextan bikin da ku guherîn çêbibe.”