Remziya Mihemed: Dewleta tirk planekê ji bo Rojhilata Navîn bi tevahî amade dike

Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed têkildarî êrîşên li ser rêxistina jinan nirxandin kir û ev tişt got: “Hişmendiya desthilatdar rê neda jinan ku bi rengekî rehet xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bidin meşandin."

ROJ HOZAN

Qamişlo-Şoreşa Rojavayê Kurdistanê mîrasê têkoşîna jinan e û xwedî destkeftiyên herî bi nirx e. Di nava van 10 salên şoreşê de her dem rêxistina jinan rastî êrîşên dijminan hatiye ji ber ew rêxistina herî xurt e ku dikaribû di tevahî cîhanê de hiqûq û azadiya jinan bi dest bixe. Dewleta tirk a dagirker her bi kiryarên xwe yên hovana dixwaze derbeyek li vê rêxistinê bixe û baweriyên jinan bi avakirine jiyana bi ewle û azad têk bibe. Bi dehan jin bûne hedefa êrîşên balafirên dewleta tirk û bi sedan jin jî niha di herêmên dagirkirî de rastî kiryarên hovane tên. Têkildarî mijarê Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed nirxandin kir kir.

“Hişmendiya desthilatdar rê nedida jin xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bi rehetî bidin meşandin”

Remziya behsa têkoşîna jinan di qada şoreşê de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di şoreşa jinan de bi pêşengiya jinên bi rêxistinkirî hemû qadên civakê veguherîn qadên têkoşînê. Hişmendiya desthilatdar rê nedabû jinan ku bi rengekî rehet xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bidin meşandin. Jinên ku di civaka Rojavayê Kurdistanê de bi hemû pêkhateyên xwe dijîn bi hezkirin û hêzeke mezin li dijî hemû rengên êrîşan li ber xwe dan, van jinên pêşeng dîroka desthilatdariyê parçe kirin û mohra xwe li dîroka azadiya jinan xistin ji ber wê her dem ew ji aliyê desthilatdaran ve tên hedefgirtin. Hedefgirtina dewleta tirk a jinan vê tîne ziman ku wê her nehêlin jin bi wê azadiya xwe şa bibin û bibin xwedî destkeftî. Jinên şoreşger li hemberî hovîtiya dewleta tirk têkoşîna xwe her dem domandin û li derdora rêxistina xwe kom bûne da ku bikaribin bi vîneke xurt hemû rengên êrîşên dagirkeriyê têk bibin.”

“Li ku derê berjewendiyên desthilatdaran hebin wê li hev bikin”

Remziya Mihemed bal kişand ser tifaqên dewleta tirk bi dewleta Sûriyeyê re û wiha domand: “tifaqên di navbera dewleta tirk û hikûmeta Sûriyeyê de salên demdirêj e hene. Dibe ku hinek caran tên rawestandin lê her behra siyasete fireh e û li ku derê berjewendiyên wan bigihîjin hev wê li dijî vîna civakan lihev bi kin. Beriya şoreşa Sûriyeyê jî rejîma Beasê gelek cihên dîrokî firotin dewleta tirk ji wê demê ve dewleta tirk armanc û xeyalên xwe li ser axa Sûriyeyê mayinde kir û bi destpêkirina şerê li Sûriyeyê jê re bû firest ku herêmên din ên stratejîk li Sûriyeyê dagir bike. Li aliyê din tîfaqa Edena dewleta tirk û Sûriyeyê îmze kirine, dewleta tirk dixwaze berî bi dawî bibe ev itfaq qezencan jê bigre û herêmên ku dikevin ser xeta sînor bi giştî dagir bike. Bêdengiya hikûmeta Sûriyeyê li hember êrîşên dewleta tirk û bersivnedayîna wê ji êrîşan re dagirkeriya dewleta tirk rewa dike. Dewleta tirk îro sînoran derbas dike û mirovên Sûriyeyê bê sûc qetil dike bê ku tu kes jê re bibêje çima wisa dike ev hemû dide diyarkirin ku tifaqên di bin maseyê de hene û hikûmeta Sûriyeyê bi xwe jî di nav de ye. Piştî dewleta tirk hevdîtinên xwe bi derve re bi dawî kir niha dixwaze bi Şamê re tifaqan çêbike tenê ji bo êrîşî gelê aram li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ne tenê li Sûriyeyê dewleta tirk planekji bo Rojhilata Navîn bi tevahî amade dike ku bikaribe bi riya wê destdirêjiyê li hemû dewletên ku şer lê diqewimin bike û cihê xwe lê mayinde bike. “

“Ger ku îradeya jinan xurt be dê dijmin nikaribin destdirêjiyê li ser nirxên wan bikin”

Remziya Mihemed bang li tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî êrîşan vîna xwe xurt bikin û wiha bi dawî kir: “Em weke gelê herêmê dema hêza xwe bikin yek ev plan çiqas navdewletî jî bin em ê vala derbixin. Banga me ji bo tevahî sazî û rêxistinên siyasî heye ku xwedî li xweseriya xwe ya jinan û pêşengiya xwe ya şoreşê derbikevin da em bikaribin planên li ser me tên çêkirin vala derbixin. Her çiqas îradeya jinan xurt be wê dijmin nikaribin destdirêjiyê li ser nirxên wan bikin.”