Radhia Jerbi: Rewşa jinên Tûnisî ji hêviyan dûr e

Seroka Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê Radhia Jerbî got ku serokwezîra bere Najlaa Boudin, jinek wêrek bû ji ber ku di heyamek dijwar de serokwezîriyê kiriye.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis- Serokatiya Tunisê nişkêve roja 2’yê Tebaxê seroka hikumetê Naclaa Boudin Ramadan a doktora jeolojiyê ye piştî du salan ku di heyameke dijwar a welat de serokwezîrî kir ji peywirê girt.

Der barê bidawîkirina karê serokwezîra berê Naclaa Boudin de, seroka Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê Radhia Jerbî ji ajansa me re axivî û got: “Naclaa Boudin jineke wêrek bû ku di heyameke dijwar a welat de serokwezîrî kir rastî hemû astengiyên aborî, civakî û gelek koçberiya bi dizî û zêdebûna hejmara penaberan hat. Radhia Jerbî diyar dike ku Naclaa Boudin berpirsyarî girtiye ser milên xwe, yekem jin bû ku hikumetê li welat birêve dibir, ev jî ji bo jinên Tûnisê yên xwedî vîn cihê şanaziyê ye.

Der barê Yekitiya Jinên Tûnisî de Radhia Jebri destnîşan dike ku hikumet navendên rêxistinê ji hev dike ji bo bikeve xizmeta ajandeyên hizbî û got: “Hêmanên metirsîdar ên girêdayî rêxistinên terorîstî ji navendên me hatin cudakirin û kesek alîkariya me nekir, saziyên girêdayî dewleta Tûnisê hinek navendên me paqij kirin.”

‘Me gelek ked da’

Radhia Jerbî di berdewamiya axaftina xwe de got:“Tevî hemû keda me, bi hikumetên berê re encam tunebû. Barê ku yekitiya me girtiye ser milên xwe di encama kiryar û biryarên hikumetên berê de nikaribûn zordariya li ser gel rakirana. Di hevdîtina dawî ya Radhia Jerbî bi serokê hikumeta berê Naclaa Boudin berê re behsa vê mijarê kirin û teqez kiri bû ku ji bo sererastkirina rewşa yekitiyê ew ê dosyaya yekitiyê bixe serê ajandeyên karê ofîsa xwe.”

Rewşa siyasî ya jinên Tûnisê li gorî nêrîna Radhia Jerbî ne di asta hêvî û statuya jinan û destkeftiyên pêk anîne de ye û ne li gorî girîngiya jinên Tûnisê daye kar û barên giştî û siyasî ku ji destpêka şoreşa Tûnisê ve dengê xwe di hemû waran de derxistiye. Îro kes nikare beşdariya jinan di rizgariya welat de înkar bike ku rê li pêşiya hemû astengiyên di warê siyasî de girt.

‘Em bi hêvî ne ku piştgiriya nûnertiya jinan were kirin’

Radhia Jerbi dipirse: “Gelo me rewşê neguherand? Bêguman na ji ber ku hebûna jinan sînordar maye di siya hikumeteke ku tê de 8 jin hene û bi serokatiya jinekê bû lê di asta nûnertiya parlamantoyê de hejmara jinan gelekî kêm e. Em bi hêvî ne ku piştgiriya wê nûnertiyê di asta hilbijartinên şaredariyê û bernameyên nû yên heyî de bê kirin. Ev tişt bi zagonan tenê pêk nayê lê bi vîneke siyasî pêkan e.”

Ji bo statuya layiqê jinan dive biryarên dadwer hebin

Divê biryareke dadwer ji bo jinan hebe ku statuya layiqê jinan bide. Jinên Tûnisî îsbat kirin ew dikarin di hemû waran de birêve bibin

Radhia Jerbî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro pêdiviya Tûnisê bi sûdgirtina ji karînên jinan û serkeftinên di asta akademîk û zanistî de heye. Ji ber ku jinên bi pileyên pêşketî ji zanîngehan derçûn di warê lêkolînên zanistî û teknelojîk de divê saziyên darayî, aborî û yên din birêve bibin ji bo zanista wan bikin xizmeta avakirina welat.”