Piştî serhildanên gelan a 2011’an rewşa jinan

Jin li gelek welatên Rojhilata Navîn piştî serhildanên 2011’an serî hildan, mafên xwe xwestin û li dijî hemû cureyên tundûtujiyê rawestîn û di deh salên borî de gelek deskeftî bidestxistin.

RAFÎF ESLEEM

Xeza – Serhildanên jinan a ku di salên borî de çêbûne, rastî gelek êrîşan hatin ji bo vîn û destkeftiyên wan bê têkbirin, mafên jinên Tûnisê û nûnertiya wan di parlamantoyê de bi paş ket. Hejmareke kêm ji jinên Lubnanê bûn namzedên hilbijartinan. Her wiha rewşa jinên Filistînê û êrîşên li dijî jinan û gelan ên dewleta Îranê, bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ veguherî serihildanên ku ber bi şoreşa jinan ve diçe. Lêkolîner Donia Îsmaîl a Rêvebera Komeleya Jinên Afrîner piştî serhildanên 2021’an a li gelek welatên Rojhilata Navîn hat jiyîn  rewşa jinan, êrişên ku li dijî jinan tê bişpêşxistin nirxand.

Li welatên Ereban li ser jinan bandorên serhildanên gelan

Donia Îsmaîl destnîşan kir ku rewşa jinan bi awayekî normal ji bûyerên siyasî û aborî bi bandor dibe û wiha domand: “Serhildanên gelan guhertinên mezin di rewşa jinên Misrê de çêkiriye yên ku hebûna xwe bi xurtî tê de teqez kirin. Jinên Urdunê jî hin guhertin di zagonan de pêk anîn. Şoreşa zihnî, hişyarî para jinên Filistînê bû, ji ber ku ew parçeyek ji civaka Ereb in û girêdana wan bi mijarên cîranan re hebû. Wan sûd ji guhertinan û fikra tevgerên azadîxwaz ên jinan di civakan de girtin. Di navbera xwe, Urdun û Misrê de toreyên têkiliyan çêkirin. Jinên Filistînê daxwazên jinan di wan şoreşan de di pêşxistina stratejiyên xwe de bikaranîn.”

Destkeftiyên jinên Filistînî

Donia Îsmaîl da payîn ku serhildanên gelan ji bo jinên Filistînî derfetek bû ji bo lêgerîna têkoşîna rizgariya Filistînî bi pêş bixin, daxwazên xwe di bilindkirina rêjeya kotayê ango nûnertiya siyasî de jî ragihandin da ku rola xwe di rûniştinên lihevkirina Filistînê ku bi salan jin tê de nebûn teqez bike û mafên xwe di warê tendirustî û xizmetguzariyên giştî de pêk bîne.

Donia Îsmal wiha domand: “Jinên Filistînê êdî dikarin mijarên nû pêşkêş bikin, weke dadweriya jîngehî, sektora avê, çûnhatina azad û di çarçoveyek niştmanî Erebî de ji nû ve nasnameya jinên Filistînê ava bike. Wisa ew dikaribûn li hemberî fikrên paşverû û bîrdoziyên siyasî ku rola jinan bi sînor dike raweste.”

Piştî serhildanê êrişên li dijî jinan

Donia Îsmaîl li gel destkeftiyên ku bi serhildanên gelan re jin bidest xistin, bal kişan êrişên li dijî destkeftiyên jinan û ji bo vê êrişê di hilbijartinên Tûnisê de daxistina kotaya jinan weke mînak nîşan da. Donia Îsmaîl wiha got: “Tûnis di mijara zagonan û mafên jinan de nimûneya herî pêşketî bû, tevî pevçûnên welat ên di navbera aliyên demokratîk laîk û aliyê radîkal de û hewldanên şikandina jinan lê ew dikaribûn zagonên dadwer ferz bikin. Jinên Tûnisî dikaribûn şert û mercên xwe daynin her wiha nêrînên pêşerojê û bîrdoziyên hebûna xwe firkrî nava her rêxistinekê de ferz bike. Daxwazên jinan wek hev û yên cuda jî hebûn, wan partiyan li ser mafên jinan ên bingehîn li hev kirin û gelek tişt bi dest xistin lê rewşa siyasî bi tevahî li welat li paş ma.”

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilat û Îranê

Der barê şoreşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hat de Donia Ismail wiha got: “Nûçeya kuştina jina ciwan Jîna Emînî weke birûskê bû. Mirina wê jiyan da gelek jinan, di nava şev û rojekê de Jîna bû qurbaniya guhertinên siyasî di welatê wê de. Yekemîn şoreşên jinan ji Îranê dest pê kirin, gelek tezên fikrî der barê têkoşîn û xebata wan jinan de tomar kirin. Jinan berdêlên pir giran dan da ku bikaribin nêrîna wan kêm dibîne biguherînin lê ew hê karê xwe berdewam dikin û nimûneyên xurt û dîrokê diafirînin.”