‘Pêwîst e jin bibin hêza çareseriyê ya aloziya Sûriye’

Endama Komîteya Zagonî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Minbicê Xedîce Şewax destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêwîst e hemû alî beşdar bibin û jin jî bibin alîyekî dîtina çareseriyê.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Mafên siyasî yên jinan, bi taybetî di danûstandinên çareseriya Sûriyeyê de û gihîştina paşerojeke ku hemû Sûriyeyiyan razî bike û wekheviyeke tam di navbera hemû û her du zayendan de pêk bîne, rastî gelek kêşeyan tê.

Endama Komîteya Zagonî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Menbicê Xedîce Şewax destnîşan kir ku nebûna wekheviya zayendî û dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji danûstandinên aştiyê wê Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve nebe û wiha pê de çû: “Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêwîst e hemû alî beşdar bibin û jin jî bibin alîyekî dîtina çareseriyê. Neteweyên Yekbûyî gelek peyman pesend kirine ku perensîba mafê her welatiyek heye beşdarî qada siyasî bibe û dewleta xwe ava bike, wek mafê dengdanê, mafê beşdarbûna hilbijartinan, mafê serokatiyê, karkirina di dezgehên hikûmetê de û wekheviya zayendî di hemû maf û erkan de.”

‘Nebûna demokrasiyê tevlîbûna jinan a qada siyasî sînordar dikin’

Xedîce Şewax anî ziman ku Peymana CEDAW di bendên xwe de destnîşan dike ku divê jin mafên xwe di her warî de bi dest bixin. Prensîba wekheviya zayendî di destûr û qanûnên xwe yên neteweyî de bi cih bikin. Hemû cudakariya li dijî jinan qedexe bikin, parastina qanûnî ya ku mafên jinan diparêze ferz bikin û hemû bendên ku astengî û cudakariya li ser jinan pêk tînin ji holê rakin. Mafê pejirandinê di hemû hilbijartin û referandumên giştî de, beşdarbûna di dariştina siyaseta hikûmetê de û dayîna derfetê ji bo jinan da ku nûnertiya hikûmeta xwe li ser asta navdewletî bike.

Xedîce Şewax bal kişand ku Sûriye ji hin xalên Peymana CEDAW’ê yên ku behsa beşdariya jinan di siyasetê de dikin, nerazî ye û wiha got: “Sûriye ji xala 2’yemîn a ku dibêje divê tu cudakarî li ser jinan bi destûrî û zagonî nebe, nerazî ye û ev êrîşek e li ser mafên jinan û cemidandina îmkanên wan ji bo bi temamî dûrxistina wan ji qada siyasî. Çavkaniyên qanûnî, nebûna demokrasiyê û nebûna azadiya çalakiya siyasî, tevlibûna jinan di jiyana siyasî de sînordar dikin. Ez rexne dikim ku dewlet di erêkirina peymanên navneteweyî de rêzê li erkên xwe nagirin. Tevgerên femînîst ên Ereb bi awayekî cidî li ser mijara tevlibûna jinan a siyasî nasekinin.”

‘Şoreşa me li dijî ramanên paşverû ye’

Der barê dûrxistina jinan ji danûstandinên aştiyê de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê de jî Xedîce Şewax wiha got: “Di danûstandinên aştiyê de dûrxistina jinan diyar e û hebûna jinan jî kêm e. Têkçûna van danûstendinan îsbat dike ku her dûrxistina jinan dûrxistina aştiyê ye. Dûrxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji danûstandinên aştiyê de wê Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve nebe. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêê yek ji herêmên Sûriyeyê ye ku jinan tê de mafên xwe di hemû qadên jiyanê de bi dest xistine û dikaribûn xwe di nava tevgerên jinan de birêxistin bikin û di asta pêwîst de ye ku ji hemû herêmên din zêdetir beşdarî çareseriya aloziya Sûriyê bibe. Ji ber ku dikaribûn di salên borî de heta îro pêşengiya şoreşê bikin. Şoreşa me şoreşa li dijî desthilatdarî û ramanên paşverû ye. Ez daxwaza danîna peymanan dikim ku teqezî li ser tevlibûna herdu zayendan di jiyana siyasî de dikin.”