Pevçûnên navxweyî li ser rewşa jinê Lîbyayê bandor dike
Ji sala 2014’an ve rewşa Lîbyayê ya siyasî ber bi xerabûnê diçe, şerê germ bi dawî dibe lê pevçûnên cuda dest pê dikin, ji wê demê ve cudabûnek di navbera rojhilat û rojavayî welat de çêbûye, Lîbya bê makzagon maye.
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Dabeşbûna welat di navbera rojava û rojhilatê Lîbyayê de gihîşt warê siyasî û zagonî jî. Êdî her aliyek welat zagonên xwe yên taybet hene bi zagonên aliyê din nakin. Her wiha jin jî dikevin wê rewşê, zagon û biryarên jinan li aliyekî ne weke yên din nîn in.
Çalakvan mafên mirovan Caziya Işîtîr ya li bajarê Bingaziyê der bare aloziya li Lîbyayê axîvî wiha got: “Gelek cudahî ji ber sedemên siyasî yên ne zagonî hene, bo mînak; Kongreya Niştimanî Giştî gelek zagon derxistin ji wan guhertina zagona rewşên kesane ya gelekî bi jinan ve girêdayî ye li herêma rojhilatê welat nehat pejirandin ji ber ku ji sala 2014’an ve li wir parlamantoyê zagonan xistiye destên xwe. Li herêma rojhilat gelek biryarên der barê jinan de hatin girtin lê vedenga wan li herêma rojavayî nebû ji ber dabeşbûna saziyên zagonî û cihbicihkar. Mînak fermandarê leşkerî, Derna bin Cewad, biryar da rêwîtiya jinan bê mehrem qedexe ye. Lê ew biryar nedomiya gelek mafnasên jin ew nepejirandin, pişt re hat guhertin û her kesê temenê xwe di navbera 18-45 salî çi jin an mêr dibe nabe bê rêdana ewlekarî derkeve. Dema parlamanto bû tekane desthilatdariya zagonî hemû zagon red kirin. Piştî guhertinên di peymana Sixêrat de çêbûn, bi hebûna hikumeta Yekitiya Niştimanî, desthilatdariya me ya zagonî bû parlamento, encûmena dewletê jî ji bo şêwrê ava bû, her ku hikumet bibin yek biryarên giştî li ser asta Lîbyayê derdikevin jî dibin yek.”
‘Biryara zagonî li herêman wekî hev nayê pejirandin’
Ji aliyê din ve, parêzer û çalakvana mafên mirovan Jamila El-Emîn bin Atîq ji bajarê Tirablûsê dibêje:“Dabeşbûna siyasî û nebûna makzagonê di welat de hişt ku her aliyekî welat, rewşa aliyê din nebîne û biryar û zagonên hev nepejrînin. Zagona bi hejmara.14 a sala 2015’an ji Kongreya Niştimanî derket ji bo guhertina zagona bi hejmar.10 a sala 1984’an a girêdayî zagonên zewacê û hevberdanê di dadgehên rojhilatê welat de ne rewa ne. Her wiha zagona ji parlamantoyê derket der barê rawestandina mala îftayê jî li herêma rojavayî Lîbya nehat pejirandin û mala îfta li wir li gorî zagonan hê jî karê xwe dike. Biryara fermandarê leşkerî li herêma rojhilat der barê sînorkirina rêwîtiya jinên kêmî 60 salî de derket. Pişt re ew biryar guhertin ku her hemwelatiyek jin an mêr ên rêwî divê rêdana hêzên ewlekariya hundirîn bistînin lê li herêma rojavayî ev biryar nayê pejrandin.”
‘Ji ber perçebûna welat gelek rewşên lihevnekirî çêbûn’
Jamila El-Emîn bin Atîq berdevamiya axaftinê xwe de got ku Ji encamên dabeşbûna siyasî de, biryara 902 a sala 2022’yan ji hikumeta Yekitiya Niştimanî derket ji bo xwendin û dermankirina zarokên jinên Libyayî yên bi biyaniyan re zewicîne û wiha gotinê xwe bi dawî dike:”Dema ew jin bixwazin werin Libyayê vîze ji wan neyê xwestin. Lê li hemberî wê, wezîrê xwendina bilind li herêma rojhilat biryar da hemû zagnîngehan ku vê biryarê nepejrînin. Wisa zarokên jinên Libyayî bi biyaniyan re zewicî li herêma rojhilat sûd ji biryara hikumeta Yekitiya Niştimanî negirtin.
Di dema borî de, serokê parlamantoyê biryara zagona avakirina dadgehek makzagonî da. Li gorî wê, dadgeha bilind li Terablûsê civiyan û biryara hej.12 a sala 2022’yan dan ku karê ofîsa makzagonî ya berê berdewam bike. Ev hin encamên dabeşbûna siyasî ne ku em dixwazin bi dawî bibe. Bi riya hilbijartinên zagonî û referandûma makzagonê dê desthilatdar li temamî Lîbya birêxistin bibe.”