Pervîn Bûldan: Gel di Newrozê de peyama xwe da

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiyê de axivî û got: "Wêneyê Newrozê wêneyê paşerojê nîşan da. Yên ku dixwazin li ser paşeroja Tirkiyeyê biaxivin divê careke din bala xwe bidin ser Newrozê. "

Enqere - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de rojev nirxand. Pervîn Bûldan îşaret bi heyîbeta Newroz kir û got: "Ji Colemêrgê heta Edîrneyê, ji Amedê heta Îzmîrê, ji Cizîrê heta Hatayê, ji Şirnexê heta Bûrsayê, ji Wanê heta Aydinê, ji Mêrdînê heta Stenbolê li her devera Tirkiyeyê li 76 navendan bi milyonan kes daketin qadan û îradeya xwe nîşan dan."

 “Eger zilm hebe, berxwedan jî heye”

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiya gelê Kurd ji sînorên welêt jî bihurîn û wiha domand: "Ji Frankfûrtê heta Parîs û Londonê bi milyonan mirov li navendên Ewropayê mîtîngên bêhempa yên Newrozê li dar xistin. Bi milyonan kes li dijî faşîzm û tarîtiyê bi coşa dîrokî li qadên Newrozê bûn yekwicûd, gotin 'Eger zilm hebe, berxwedan jî heye' û bawerî û wêrekî li her qadê mezin kirin. Di serî de jin û ciwan, bi milyonan mirovî aştî û azadî qîriyan, careke din li qadan nîşan dan ku îradeya gel têk naçe. Hêzên çep, sosyalîst, şoreşger, demokrasî, kedê, jin, ciwan, karker, kedkarên Tirkiyeyê li qadên Newrozê piştevaniya gelan, yekîtiya hêzê ya demokratîk mezintir kirin û ji bo demokrasî, aştî, azadî, edalet û kedê îradeyeke xurt ji aliyê hevkariya têkoşînê û paşeroja hevpar. Berxwedana bi heybet û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd li qadên Newrozê nîşan da, desthilatdarî aciz kir ku hewl dan li Newroza Amedê pêşî li gel bigirin, ji jinan heta bi zarokan êşkenceya lêgerînê li her kesî kirin. Lê belê nekarîn li pêşiya herikîna gel a li qada newrozê bibin asteng. Armanca wan ew bû ku qadên Newrozê vala bihêlin. Xeyaleke bi vî rengî çêkiribûn. Lê belê xeyala wan têk çû. Gel astengî nas nekir. Medyayê careke din sansur kir û hewl da ku bi milyonan mirovî ji nedîtî ve bê. Lê belê nekarîn vê jî bi ser bixînin. Dengê Amedê gihîşt Stenbolê, dengê Serhedê gihîşt Egeyê. Dengê gelan, gotia gelan li her derê deng vedan."

 “Dem dema serketinê ye”

Pervîn Bûldan, anî ziman ku bi berxwedaneke bi heybet bersiv ji zext û astengiyan re hate dayin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Careke din ji vê kursiyê soza mezinkirina siyaseta demokratîk, biryardarî û baweriya bi vê yekê parve dikim. Hûn pêşengên têkoşîna bi rûmet a vî welatî ne. Coş jî serketina li Newrozê jî ya we ye. We hemûyan yek bi yek ji dil pîroz dikim. Newroza ku bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' hate lidarxistin veguherî referandûmê. Peyamên dîrokî ku bi milyonan mirovî di Newrozê de dan divê ji aliyê her kesî ve bi taybetî jî ji aliyê Enqereyê ve baş bên fêhmkirin. Newroz li dijî tarîtiya ku hewl dide welêt dorpêç bike, bû mizgîniya paşeroja ronî. Li dijî reşbîniyê bû hêviya mezin. Li dijî tirsê bû wêrekî. Belê; di Newrozê de gelê me, gelên me israr û biryardariya xwe ya di aştî, demokrasî û azadiyê de bi rengê herî xurt ji cîhanê re ragihand. Li dijî şerên ku bûne belayê serê tevahiya gelên cîhanê, hem li hundir hem jî li derve xeta herî xurt a aştiyê destnîşan kir."

 “Daxwaza ji bo vekirina deriyên diyalogê bi Îmraliyê re ye”

Pervînê Bûldan diyar kir ku gelê Kurd nîşan da, ku siyaseta dîlgirtinê, desteserkirina îradeyê, darbe wê ti carî nikaribe pêşî li îradeya gel bigire û axivî: "Bi milyonan mirov li dora HDP'ê bi xurtî li hev civiyan û ispat kirin ku bi dozên girtinê û kûmpasê ti carî siyaseta demokratîk nikare bê astengkirin, wê destûra vê yekê nedin. Newrozê nîşan da ku pirsgirêka Kurd ne bi tecrîdê, ne bi dijminatiya li Kurdan, ne bi înkar û tunekirinê, lê belê bi diyalogê û danûstandinan, bi polîtîkaya aştiyê dikare bê çareserkirin. Bi milyonan mirovî careke din nîşan dan ku ew li pişt nameya çareseriyê ya 2013'yan e, li pişt Mutabaqata Dolmabahçeyê ya sala 2015'an e. Daxwaza ji bo vekirina deriyên diyalogê yên bi Îmraliyê re di Newrozê de anî ziman. Gelê Kurd xwest ku di serî de qedexe û zexta li ser perwerdeya bi zimanê dayikê, hemû zextên li ser zimanê dayikê, asîmîlasyon tavilê bi dawî bibin. Got, 'Zimanê min ê dayikê rûmeta min e, nasnameya min e, ez ê heta dawiyê xwedî li rûmeta xwe derkevim'.”

“Jinan ruhê 8'ê Adarê gihandin qadên Newrozê”

Pervîn Bûldan ji bo pêşengiya jinan jî ev tişt got: “Jinan ruhê 8'ê Adarê gihandin qadên Newrozê û azadiya jinê careke din bi xurtî anîn ser ziman. Nîşan dan ku welat wê bi jinê azad bibe. Newrozê nîşan da ku paşeroja azad û guhertin wê bi îrade û têkoşîna ciwanan bi ser bikeve. Newroz ji bo gelên me yên xizan û kedkar bû hêviyeke mezin. Rêya paşerojeke wekhev a hevpar vekir. Nîşan da ku bi têkoşîna hevpar, bi tifaqa aştî û demokrasiyê guhertinên mezin dikarin bêne kirin."

Pervîn Bûldan, destnîşan kir ku gel peyameke gelekî zelal da desthilatdariyê û siyaseta ku di mijara çareseriya mayinde de bi newêrekî tevdigere û rêya çareseriyê nîşan da û got: "Newrozê raxist pêş çavan ku siyaseta Rêya Sêyemîn a HDP'ê rêya herî xurt e ku paşeroja hevpar û wekhev ava bike. Em ê di vê rêya gelê xwe de tevî gelê xwe, hêzên demokrasiyê, alîgirên aştî û jiyana bi h ev re, tifaqa demokrasiyê hîn mezintir bikin û bimeşin. Ev rê bêguman wê me bi ser bixîne. Ev rê wê Tirkiyeyê bigihîne demokrasî, aştî, edalet û azadiyê. Wêneyê Newrozê wêneyê paşerojê nîşan da. Yên ku dixwazin li ser paşeroja Tirkiyeyê biaxivin divê careke din bala xwe bidin ser Newrozê. Ji ber ku îradeya ku paşerojê biafirîne û guhertinên mezin bike li wir e. Heta ku ev îrade li ber çavan neyê girtin divê her kes zanibe ku paşeroj wê ava nebe."

Pervîn Bûldan, careke din Newroz li Gelê Kurd, gelan, hevrê û dostên xwe pîroz kir û wiha axivî: "Em careke din ji vê derê soz didin gelê xwe ku mil bi mil em ê têkoşînê dewam bikin, Rêya Sêyemîn mezin bikin û soza serketinê didin."