Pervîn Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew êrişa Stenbolê ji komkujiyên berê nas dikin û bang li hemû kesê kir ku li dijî operasyonên têgihê bibin yek.

Enqere- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de têkildarî rojeva Tirkiyeyê de axivî.

Pervîn Buldan, ewil êrişa li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê ku 6 kes hatibûn qetilkirin şermezar kir û wiha got: “Mejiyê ku hêj di destpêka vê hovîtiyê de serî li manîpulasyonê da û ji operasyonên binhişê hêvî kir, bi astengkirina medyaya civakî û qedexeya weşanê re hewl da pêşî li ber gelên Tirkiyeyê bigire ku rastiyê hîn nebin. Lê demekî kin piştre derket holê ku êrişeke bombeyî û komkujiyeke bêrehm e.”

Pêdiviya me bi demokrasî, hiqûq, edalet û wekheviyê heye’

Bi domdarî Pervîn Buldan ev tişt anî ziman: “Divê di serî de her kes bizane ku partiya me ji bo welatekî bêtundî, bêşer û ji bo azadî û wekheviyê têkoşiya û bedelên giran da. Bi komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê re jî raste rast bû hedefa vê tundiyê. Her tim li dijî êrişan sekinî ye û dê bisekine. Ji bo ku ev êşên em dikişînin bi dawî bibin, bi qasî ku ji dest tê têdikoşe. Em van êrişan, ji komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê, ji Komkujiya Pirsûsê, ji êrişa li dijî mitînga me ya Amedê ku komkujî pêk hat, ji Komkujiya Dîlokê û ji gelek êrişên bi destê DAIŞ’ê li dijî partiya me hatine kirin, nas dikin. Em ne biyaniyên vê polîtîkayê jî nînin ku dixwazin bi tirs, xof û şer teşe bidin siyasetê. Weke HDP’ê em ê destûrê nedin van operasyonan ku berê gel didin hev û dixwazin teşe bidin pêvajoya hilbijartinê. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasî, hiqûq û edalaetê ew e ku li dijî van êrişan helwestekî hevpar nîşan bidin.  Divê ev rewşa tundiyê were redkirin û kesek nekeve xefika dijbertiyê. Em ê pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgoyê çareser bikin û di siyaseta demokratîk de israr bikin. Pêdiviya me ya bi demokrasî, hiqûq, edalet û wekheviyê heye.” 

“Çareserî di guftûgo û muzakere de ye’

Di berdewamê de Buldan anî ziman ku girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêya çareseriyê jî guftûgo û muzakere ne. Em dibêjin ku cihê çareseriyê, parlamento ye. Hûn nikarin bi polîtîkayên tecrîd, înkar û tunekirinê encamekî bi dest bixin. Ji ber polîtîkaya şer a di mijara pirsgirêka kurd de, ev welêt bi sala ye di tariyê de tê hiştin. Birînên kûr di nava civakê de hatin vekirin. Li dijî vê tarîtiyê neçareseriyê, avakirina aştî û demokrasiya vî welatî berpirsyariya me tevekan e. Divê çavkaniyên welêt û bûdçe ne ji bo şer, talan û diziyê lê ji bo gel, xizan û edaleta civakî bên xerckirin. Em dibêjin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala şer bisekinin. Bidawîkirina xizanî û nelirêtiyan, bi sekna li dijî vê pergala şer pêkan e. 

Nêzikatiya li hemberî HDP’ê

Derdorên siyasî yên ku hebûna xwe li ser bingeha girtina HDP’ê avakirin, xwe dixapînin. Dê ji vê bingehê tu caran demokrasî aj nede. Lewma jî nêzikatiya li hemberî HDP’ê; nêzikatiya li hemberî demokrasî, pêşeroja wevpar û pêkvejiyanê ye. Heke hêj îro jî hêviyên demokrasiyê hebin, ev bi saya têkoşîna demokratîk a HDP’ê, hêzên demokrasiyê, jin û kedkaran e. 

Bang li jinan hat kirin

 

Rêya me jinan, rêya azadî, wekhevî û jiyana nû ye. Berxwedana me li her devera cîhanê belav dibe. Ber bi serdsaleke nû ve, ber bi sedsala jinê ve gav tên avêrtin. Êdî dawiya siyaseta zilam a yekperest tê. Em ê dawî li serdema desthilatdariyên mêr bînin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em jin dê jiyaneke azad ava bikin. Bi vê boneyê banga min li hemû jinan ew e ku di 25’ê Mijdarê de li dijî cînayetên jinan, tundî, îstîsmar, newekhevî, cihêkarî, xizanî û hwd. dakevin qadan. 

‘Gelê kurd ne zilma lê hatiye kirin ji bîr kir û ne jî vîna xwe radest kir’

Îro, 85’emîn salvegera qetilkirina Pîr Seyîd Riza û hevalên wî ne. Yên ku Seyîd Riza û hevalên wî bidarvekirin, digotin qey dê gelê kurd û gelê Dêrsimê bêdeng bikin û serî pê bidin tewandin. Lê belê gelê kurd ne zilma lê hatiye kirin ji bîr kir û ne jî vîna xwe radest kir. Tu carî serî netewand, dê serî netewîne jî. Ez Seyîd Riza û hevalên wî birêzdarî bi bîr tînim.”